Ev Cîhan Dojeh e, Mirov jî Zebanî!

Ev Cîhan Dojeh e, Mirov jî Zebanî!

Mela Mihyedîn

Dema Yezdan Adem dixulîqîne bi emre Wî, hemû afirînde ji bo Ademî diçin secdê ji bilî Şeytên.
Ev yek hem di mîtolojîyê de û hem jî di dîn de cihekî zexm ji xwe çêkirîye.
Her dîn û her mîtolojî bi awayekî cuda ji bawermendên xwe re behsa vê çîrokê dikin.

Dema her kes diçe secdê Şeytan ji ber nefsa xwe, emrê Yezdan binpê dike û ji Ademî re naçe secdê. Ev yek navbera Şeytan û Yezdanî xira dike.
Ji wê roja heta niha toqa naletîyê ketîyê stûyê Şeytan û ew bi navê Mîrê Xirabîyê hatîye zanîn.

Dema ku Şeytan ji hizûrê tê qewirandin, ji Yezdanê dilovan re dibêje: “Heta roja mehşerê dem bide min ku ez xirabîya van mirovan nîşanî te bidim.”
Ji wê demê ve Şeytan bi awayên curbecur dikeve hişê mirovan û rastîya hundirê wan derdixe meydanê.
Rastî ew e ku: “Ademekî ji axê û ji rêxê… tiştek jê dernakeve. (Hesenê Metê)”

Ferişteyên ku Yezdanê dilovan xuliqandî wekî robotan yek cure ne û eynî gotinan timî dubare dikin.
Lê ligel vêya Şeytan ji şeklekî dikeve şeklekî din û wekî şanogeran li gorî her rewşê kirasên curbecur li xwe dipêçe û hişê merivan ji rê derdixe.
Di vê herba navbera Ferîşte û Şeytên de, Mîrê Xîrabîyê bi ser dikeve. Lewma ev cîhan ji bo mirovan bûye kirasek dojehîn û jîyan herimîye.

Tablo: Herba Pêşîn a Cîhanê

Ev cîhana dojehîn roj bi roj agirê xwe gurtir dike.
Roj bi roj mirov, ji mirovatî û ji şarestanîyê dûr dikevin û dibin zebanîyên vê cîhanê.
Hem tadeyî didin laşê canê xwe û hem jî tadeyî didin derdora xwe.
Wisa dixwîyê ku beşer, berê xwe ji gotinên rêzê yên Ferîşteyan guhertine û berê xwe dane gotinên reng bi reng yên Mîrê Xirabîyê.
Wisa dixwîyê ku hertiştê qedexe bi mirovan şêrîn tê.
Serî rakirin hîn li Bihuştê bi destên mirovên pêşîn dest pê dike û ev yek ji wê demê ve bûye para hemû benîademan.

*Guernîca – Pablo Picasso

Wisa tê xuyakirin ku benîadem rêya Bihuştê zehmet û zor dibînin û berê xwe didin gotinên gunehkar û yek bi yek bi coşek mezin tevlî leşkerên Mîrê Xirabîyê dibin û berê xwe didin Dojeha dijwar.

Dojeh bi demê re dibe payîtexta serhildanê û Şeytan jî dibe Mîrê wan.
Û mirovên reben li ber lingan, li ber simên hespên wan tên pelçiqandin.
Û ev cîhan dibe dojeh û mirov jî dibin zebanîyên vê dojehê.
Heta zebanîyên vê cîhanê hebin dê pirr tabloyên wekî Guernîcayê bên çêkirin.

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev