Jimara heft di bawerî û zargotina kurdî de

Jimara heft di bawerî û zargotina kurdî de

Xwendevanên hêja, em ji îro da destpê dikin cêrgeya nivîsên xwendevanê me yên derheqa mijareke taybet di bawerî û zargotina me da raberî we dikin. Keremkin, îro beşa wê a pêşin bixwînin. 

Şemoyê Memê 

Destpêk

Hejmara ‘heft’ê ji qonaxa qedîm heta niha hema bêje bala hemû gelan kişandiye û wesfên xwedayî û wesfên derasayî hilgirtine û gelek caran bi erkên qenc, hinek caran jî bi erkên xirab hatiye bikar anîn. Her çi qasî di nav gelan de pirozî û razdariya hinek hejmaran bên qebûlkirin jî, hejmarên heft û çil di serî de, hejmarên sê, çar, şeş, donzdeh jî bala mirovan kişandiye. Hejmara heft, hema bêje di hemû dîn, bawerî, mîtolojî, tasavvuf û zargotinê de cihekî giring girtiye û gelek bûyer û cih bi navê ‘heft’ê hatine binavkirin.[1]

Çawa dîrokê di qonaxa sumeran de dest pê kiriye, dîn û mîtolojî, wêje û hûnerê û hwd. jî di qonaxa wan de dest pê kirine. Berê ewil sumeran giringî dane hejmara ‘heft’ê û gelek wate lê bar kirine. Ji qonaxa qedîm de bûyerên xwezayî bala mirovan kişandiye lê belê wateya wan tê dernexistiye. Wekî lehî, birûsk, erdhêj, sotin û hwd. Loma ev bûyer nîşana nerazîbûna xwedayan hesibandiye. Peywendiya hinek bûyeran bi hejmaran ve girêdane. Heft bi zanînê ve, çar bi tekûziyê ve, sêzdeh bi bêyomiyê ve girêdane…

Sumeran hejmara gerestêrkan (heft felek, heft ban) wekî heft qebûl kiriye; Hîv, Tîr (Merkur), Zore (Venus), Behram (Mars), Bercîs (Muşterî-Jupîter), Kevan (Saturn) û Şemş (roj-tav). Ji van stêrkan her yek di tebeqeyeke ezmên de cih digirin. Keskesor wekî heft reng pejirandiye. Balkêş e, kurd ji bo keskesorê peyva ‘heftreng’ jî li gelek deweran bi kar tînin. Heft reng ev in: Saturn reş e, Jupiter rengegewr e, Mars sor e, Roj zer e, Venus spî ye, Merkur lacîverd e, Hîv rengê paxirî ye. Gelek tişt bi hejmara ‘heft’ê hatine binavkirin. Loma razdarî û derfîzîkiya hejmara ‘heft’ê derketiye pêş. Zîgurat bi heft tebeqî hatine çêkirin. Her tebeqeyek beranberî tebeqeyên ezmên hatine bikaranîn. Tebeqeya heftan a xwedayî ye ango ya kamilbûnê ye, serwextbûnê ye. Di qonaxa qedîm de li ser dinyayê çawa heft parzemîn, beranberî van heft behr qebûl kiribûn.

Babîliyan wateyên taybet, razdar û bisêhr li hejmara heftê bar kirine. Gelek bûyerên ji dîroka wan, baweriyên wan, rê û resmên wan û tebeqeyên erd û ezmanan, hejmara gerestêrkan heft e,  xasbaxçeyên Babîlê heft heb in. Li gor baweriyên kevn dinya heft hezar salan ava dimîne û di dawiya vê maweyê de serobin dibe. Dinya bi tenê ji hefteyên axîretê hefteyek e û ev jî heft hezar sal digire.

Di nav qewmên Hînd-Germanan de jî pîroziya hejmara heftê ji mêj ve tê zanîn. Di Yewnana qedîm de ev hejmar, hejmara xwedayê saxlemî, helbest û hunerê Apollon dinimîne. Li gor feylesof Pythagoras heft, hişmendiyê dinimîne. Ev hejmar roniyê, desthilatdariyê, tirsê jî dinimîne. Guherîna xwezayê ya bêdor û yekbûna hemû heyînan bi vê hejmarê pêk tê. Di dîroka feylesofiyê de, çend feylesof hene ku pêşengên ferasetekî gelemperî ne. Fikr û ramanên wan ekolek ava kiriye. Ev heft feylesof in, loma jî ew wek  “Heft Zanyar” bi nav kirine.[2] Hemû B.Z. di sedsala 7’an û 6’an de jiyane. Ev feylesof; Thales, Solon, Bîas, Khîlon, Kleobulus, Perîandros, Pîttakos in. Ji van zanyaran Solon, temenê mirovan wek heftê sal pejirandiye û li deh qonaxan par kiriye. Her qonaxek heft sal didome. Ev tespîtên Solon di Incîlê de jî wisa hatine bikaranîn; “rojên salên me heftê sal in.” Li gorî babîliyan heft zanyar (apkullû) berê tofana Nûh jiyane. Ev heft zanyar ji heft bajarên cuda hatine.

Di qonaxa pêxember (peyamber) Zerdeşt de şeş milyaket û Ahûra Mazda (Ameşa Spenta – nemirên pîroz) wekî sembolên bêdawîtî û pakiyê hatine pîrozkirin.

Dîsa qewmekî samiyan, îsraîlî, bi pey mîrata babîliyan ketine, wan jî wesfên derasayî li hejmara heftê bar kirine. Milyaketên herî zêde nêzikî Xwedê, heft in. Gelê ereb jî ev kevneşopî bernedaye, him di ‘qonaxa cahiliyê’ de him jî piştî qebûlkirina îslamê ev hejmar pîroz hesibandiye. Heft caran dorvegerîna Kabeyê, heft caran keviravêtina şeytên, heft caran di navbera girên Safa û Merveyê de bazdan. Îslamiyetê girîngiyeke mezin daye hejmara heftê lê ev kevneşopî ji baweriyên kurdan ên qedîm tên.

Di nav gelek çand, dîn û zargotinan de cihê heftê girîng bûye, mînak; gotin û rîvayetên di pirtûka pîroz Tewratê de li gorî bûyera aferîşê dinya di şeş rojan de ava bûye û Xwedê roja heftan ango roja sebtê (şemiyê) bêhn vedaye. Li gorî êzdiyatiyê jî dinyayê roja yekşemê dest bi çêbûne kiriye û roja şemiyê qediyaye. Di gelek çandan de ev bawerî heye. Heft gerestêrkan, li ser gelan tesîreke mezin hiştiye û wateya xwedayî li heftê bar kiriye. Erd û ezman heft tebeqe ye.

Xelkê cihû li pey baweriyên babîliyan çûne û ji heft gerestêrkan sûd girtine û bi navên heft rojan heft ferîşte afirandine; navên wan, Refayîl, Cebrayîl, Şemaîl, Mikaîl, Zedkaîl, Enaîl, Septîl in.

“Hefte” jî bi xwe ji hejmara heftê tê û heft rojan dihewîne. Li gor agahiya min, bi tenê di kurdî û farisî de “hefte” bi wateya “heft roj”an dihewîne.[3] Salek wek pêncî û du hefte hatiye hesibandin û heft rojan hefteyek pêk aniye. Gelo çima şeş an heşt na, heft? Tiştekî balkêş e. Di pirtûkên pîroz de tê gotin ku Xwedê hemû gerdûn an di şeş rojan de afirandiye, roja heftan westa xwe hildaye an jî di heft rojan de gerdûn afirandiye. Her rojekê tiştek afirandiye û her tişt di nav heft rojan de pêk hatiye. Vê baweriyê di nav jiyanê de têgeha “hefte” aniye holê. Divê mirov jî hefteyekê bixebitin lê di nav vê hefteyê de rojekê jî westa xwe hildin. Li gor olan, ev roja bêhnvedanê yan şemî ye, yan yekşem e yan în e, yan jî çarşem e.

Di pirtûkên pîroz ên qedîm de bi tevî ‘Teslîs’ê gelek caran behsa ‘Septet’ê[4]  ango ‘heft’ê tê kirin. Ev hejmar parvebûna hêza îlahî ya heft hêmanên dinyewî ye û sazûmanê dewlemendtir dike û sîstemê diparêze. “Û Xwedê berî roja hefta şixulêd xwe xilas kirin û roja hefta ji van hemû şixulêd xwe yê kirî rihet bû. Û Xwedê dua roja hefta kir û ew pîroz kir. Çimkî wê rojê de Xwedê ji wan hemî kirinêd xwe, kîjan ku efirandibûn û kiribûn rihet bû.”[5]

Di baweriya îslamê de jî dinya di navbera şeş rojan de hatiye afirandin. Li gor Taberî ku dîroknasê sedsala 9’an e, di rîvayetên ku wî wergirtine de, Xwedê roja yekşemê dest bi afirandina gerdûnê kiriye; erd roja yekşemê, Adem jî di dawiya roja înê de afirandine. Gelek wext piştî Adem, ji nifşa wî gelek kes ji rê derketin û tiştên xirab kirin loma Xwedê ji bo wan ‘tofan’ rakir. Amadekariya tofanê heft rojan didome. Di Mîtosa sumeran de tê gotin ku tofanê heft roj û heft şevan dewam kiriye, wekî dinya di heft roj û şevan de hatiye afirandin. Wexta ku baran sekinî Nûh kevok şand derve û kevok heft rojan firiya paşê vegeriya keştiyê.

Çîroka “Eshabê Kehf” an jî her wekî ku mesihî dibêjin “Heftên Razayî” di nav alema misilman û mesihiyan de gelek navdar e. Tê vegotin ku Deqyanûs mirovekî gelek zilimkar û şerbaz bûye. Bi zorê dest dide ser mal û milkê derdora xwe. Bajarekî ava dike û li dora bajêr suran ava dike, wekî keleheke zexm dibe. Xwe hikumdar û berpirsê pûtên ku ew ji wan re perestiyê dikin îlan dike. Yên ku ji van pûtan re perestiyê nakin jî, bi awayekî zalimane wan dikujin. Rojek ji rojan pê dihese ku hindek mîrzadeyên ku di bin hikmê wî de ne, ji wan heft birayên ku navên wan Yemlîxa, Mekselîna, Mîsîlîna, Mernûs, Sazenûş, Derbernûş û Keşeftetayûş in, li dijî wî û pûtên wî dixebitin. Ew bawer dikin ku Xwedê yek e û propagandayê dikin ku pêwîst e mirov ji wî Xwedayê tenê re perestiyê bike. Deqyanûs ferman dide ku ew kes di cih te bêne girtin û bînin hizura wî. Ev her heft bira bi vê fermana Daqyanûs dihesin û ji bajêr direvin. Diçin di şikevtekê de xwe vedişêrin.[6] Ev heft bira û kûçikê wan ê bi navê Qitmîr li gor baweriyê 309 salan li wir razayî dimînin.

Di şamanîzmê de jî heft hejmareke mistîk e. Dara kozmîk a ku bi heft çiqilî, heft gerestêrkan (felek) dinimîne. Şaman derdikeve ser darekê ku li ser heft an jî neh xêz hatine xêzkirin. Ev heft an jî neh tebeqeyên ezmên dinimîne.[7] Vogulan ku miletekî sîbîrî ne û şamanîzmê dihebînin, bawer dikin ku bi nêrdewaneke heft pêpelingî mirov dikare bigihîje ezmên. Di nav şamanên bakûr (sîbîrî) de ezman wek heft tebeqe tê pejirandin. Di parzemîna asyaya navîn de heft kurên xwedayê ezmên dihebînin. Vasyugan-Ostyak qala heft xwedayan dikin ku her yek di felekekê de ye û di tebeqeya herî bilind de Nûm-Torem rûdinê. Ji her şeş xwedayên din re parêzvanên ezmen (torem-karevel) tê gotin. Di nav Yurak-Samoyedan de heft kurên ruhê erdê hene. Heft rû yan jî xêzên heft pûtan hene û peywendiya wê bi darê kozmîk re heye. Di nav Ostyakên Yenîsey de berşaman dikeve inzivayê. Di inzivayê de mişkekî digire û dipêje, dike heşt par, heft paran dixwe, parekê diavêje. Piştî heft rojan dîsa tê heman cihî û nîşana xwe ya heqkirin an jî neheqkirina şamaniyê dibîne. Di Yurak-Samoyedan de berşaman divê heft roj û heft şevan bêhiş razê. Di vê maweyê de ruh tên wî parve dikin. Şamanê Yurak-Samoyed lepikekî bi heft tilî li xwe dike. Alîkarên şamanan bi heft giyan in.

Di zerdeştiyê de bi tevî Ahura Mazda, heft Ameşa Spenta hene. Di baweriya mîtrazmê û manîhîzmê de hejmara heftê wekî hejmareke xwedayî hatiye pejirandin. Di Quranê de heft hejmareke sembolîk e. Minak; dojeh bi heft tebeqe ye. Xezeba ji qewmê ad re heft şevan dom kiriye. Firavûn di xewna xwe de heft dewarên qelew û heft dewarên weza (jar) dibîne. (Her dewarek salekê, dewarên qelew bereketê, zêdebûne; dewarên jar jî xelayê û tunebûnê dinimîne.) Sureya Quranê ya yekem Fatîha heft ayet in û esas û bingeha Quranê dihewîne. Ji van ayetan sê heb banga Xwedê dikin lê çar heb behsa pêwistiyên evdan û hawariya wan dike. Têkiliya hejmara çarê bi laş ve, têkiliya hejmara sêyê jî bi ruhê pîroz re heye û her du temamî û tekûziyê pêk tînin.

Li ser dinyayê heft parzemîn hene û mirov wekî dinyayeke piçûk xwedî heft endamên laş e; du ling, du mil, zik, gewde û serî. Dîsa tê bawerkirin ku tiştên herimîne divê di heft avan de bên şûştin paşê paqij û helal dibin. Di mîtos û efsaneyan de tê bawerkirin ku darek heye û heft cure mêwe lê şîn dibin.

Di vê lêkolînê de em ê hewl bidin ku xwe bigihînin çend nêrîn û baweriyên hevpar û giştî. Em ê di vê xebatê de li sembolîzekirina hejmara heftê bigerin. Ev hejmar din av hemû gelên dinyayê de tê bikaranîn û bandoreke gelekî mezin li ser hemû zanyarî û zanîna rojane hiştiye. Gelo di çanda kurdan de ev hejmar çawa hatiye bikaranîn? Xasma di dîn û baweriyên kurdan de heft tê maneya çi? Em ê berê ewil bi dînê kurdan ê qedîm mazdaîzmî dest pê bikin ku bi pêxember Zerdeşt re şêweyekî nû wergirtiyê û bi navê zerdeştî hatiye binavkirin. Paşê di dînê yarsaniyan û êzdiyan de sembolîzma heftê bikolin. Çend nimûneyan ji zargotina kurdan bidin. Ji ber ku mijar balkêş e û sînorên wî jî fireh in, me bi tenê baweriyên kurdan ên qedîm da ber xwe. Loma me behsa sê dînên mezin nekir.

Riataza

[1] Prof. Dr. Nimet YILDIRIM;  Fars Mitolojisi Sözlüğü, Kabalcı Yayınları, Stenbol, 2008, r. 360

[2] İsmet Zeki Eyüboğlu, Uygarlığın Işıldakları, Pencere Yayınları, Enqere, 2000, r. 289 

[3] ‘Hafta’ya tirkî jî ‘hefte’ya kurdî tê. Bi îngilizî wek (heft, seven), bi fransî, semaine [la] (heft, sept), bi erebî sebt (heft, seb’a), bi almanî woche (heft, sîeben).

[4] Sebt peyveke erebî ye, bi îbranî şabbat e û wateya wê ‘roja heftan’ e ango ‘roja hefteyê ya dawîn’  ku Yehova piştî afirandina gerdûnê û hemû tiştî vê rojê westa xwe hildaye. Ev roja bêhnvedanê ye, vê rojê xebat guneh e. Qewmekî îsraîliyan bi navê Ashab-i Sebt ji ber ku roja sebtê xebitîne hatine sizakirin. Ji destê Xwedê hemû bûne meymûn, tê gotin ku piştî sê yan jî heft rojan mirine.  

[5] Pênc Kitêbêd Mûsa (Tawret), Înstîtûta Wergerandina Kitêba Pîroz, Moskova, 2010, r.12

[6] Roşan Lezgîn; Cihê Rastîn yê Eshabê Kehf, Nûbihar, hej. 105, Stenbol, Havîn 2008 (Ev şikeft li gor baweriyekê li Kurdistanê li Liceyê di çiyayê Reqîm de ye.)                

[7] Mircea Eliade; Şamanizm, İmge Yayınları, Stenbol, 1999, r. 307

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev