Hevraxeberdanên Îngilîs û Fransayê li ser kurdan

Hevraxeberdanên Îngilîs û Fransayê li ser kurdan

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Îro em beşa bi sernavê ”Hevraxeberdanên Îngilîs û Fransayê ser kurdan” raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 97

Piştî ku 28ê hezîranê sala 1919a bi Almanîyayê ra peyman hate girêdanê, helkirina pirsa Tirkîyê -di dema amadekirina mefayên şerê hemcihanê yê yekemîn -bû problêma dewletên Antantayê ya sereke. Safîkirina wê karekî diha zehmet bû, ne ku îmzekirina peymanên bi hevalbendên Almanîyayê yên mayîn -Austrîyayê, Hûngarîyayê, Bûlgarîstanê ra. Rast e, dûrxistina Amêrîkayê rewşa li dora “mîrata ottomanîyê” dida sivikkirinê, lê bi xwe ra çend problêmên mayîn dianî, di nav wan da Kurdistanê jî, ku cîyê dawî da nîbû.

Karmendên dewletê yên Îngilîs û Fransayê, ku destbi perçekirina Tirkîya Asîyayê kiribûn, îdî tê gihîştibûn, ku ew çi karekî zehmet e, ya ku ne tenê rûyê wê da bû, ku gerekê berjewendî û daxazên her alîkî bidana ber çava (li Rohilata Nêzîk, li Awropayê û li navçeyên dinya berê yên mayîn), ya ku berê jî pirî-hindikî femdarî bû, lê usa jî ber wê rexna gelên Împêratorîya Osmanîyê û welatên Asîyayê û îslamîyê yên mayîn ber xwe bidana, ku dikaribûn hebûna, û împêrîyalîsta hesabê vê yekê ne kiribûn, ji ber ku gelên dinya kolonîyalîyê piştî Oktobira Mezin û qewmandinên dû wê ra yên li meydana Rohilata Nêzîk da, cêribandin (tecrûbe) dest anîbûn. Ji rojnîşa serhing Hauz em pê dihesin, ku wezîrê Brîtanîyayê alîyê kar û barên Hindistanê da Ê. Montegyû “derheqa xetera ku dikaribû piştî perçekirina Împêratorîya Tirkîyê rû bida, Îngilîs hayadar kiribû. Montegyû digot, ku temamîya binecîyên musulman yên Hindistanê û Rohilatê bona wê yekê di rewşeke tevlihev da nin; ew bi xwe ser wê bawerîyê bû, ku eger ew perçekirin bibe, ewê dawî Brîtanîya Mezin mecbûr bike dest ji mal û milkê Asîyayê bikişîne”(46).

Wînston Çerçîll, ku wê demê wezîrê parastinê bû, di nav bîranînên xwe yên piştî şêr da bi awakî berbiçav hal û demên gelên Împêratorîya Tirkîyê anîye zimên û daye xuyakirin, ku eger ji der va tevî karê wê bibin, wê dengekî wek teqandinê derkeve holê. Ew ku derheqa wê yekê da dinivîse, ku Tirkîya çiqas ber çavê ereba reş e, dibêje: “Binecîyên Kurdistanê û gelê ermenî jî, ku li her derê Împêratorîya Tirkîyê da hene, dijminên tirka ne”, lê derheqa komîsyona Kîng-Kreyn da wa gotîye: “…komîsyona lêgerîna, ku ji tirsa serê xwe unda kirîye, dikare di destekî da devtera notkirinê, di destê mayîn da jî cixare bigre, li temamîya qul-bûcaxên Rohilata Nêzîk serobin bike”(47). Lê tirsa ku ji teqandinên li Rohilata Nêzîk ketîye dilê hineka, nikare pêşîya pêkanîna planên împêrîyalîsta bigre.

Awa, namzadên parevekirina navçeyên ne tirkî yên Împêratorîya Osmanîyê tenê Îngilîs û Fransa mabûn. Wek eyan e, ev herdu hela berî şêr gihîştibûne wê serdestîyê, û tenê şansên wan hebûn navçeyên wira bikine kolonîyayên xwe. Û di vê derecê da hewildayîna, ku kê gerekê serkarîyê li perçekirinê bike û herwiha derketina Amêrîkayê ji nav vê leyîstikê, îdî kêm tişt dikaribûn biguhêrandana. Xebata dijwar ya di hêla şimşatkirina peymana Sayks-Pîkoyê, dîplomatîya Îngilîs û Fransayê piştî peymana lihevhatinê destpê kiribûn, bi riya xwe da diçûn.

Hela di çileya pêşin sala 1918a da, dema Klemanso çû Londonê, di navbera wî û wezîrê Brîtanîyayê yê karên der Balfûr xeberdaneke ha bû. Di bersîva pirsa Klemanso da, ku kîjan cûrê peymana Sayks-Pîkoyê diha dest dide, Balfûr kurt got: “Mûsil”. Pey ra Klemanso xwebawer got: “Hûnê wê bistînin. Tiştekî din?”.

Fransa di pirsa axê da ber Îngilîs daxwer û perçekî Mesopotamîyayê da wê, lê çapa wê pêşî ne bêlî bû. Di nivîsarên bona minaqeşê da dihate gotinê, ku zona Brîtanîyayê gerekê bigihîje “heta Mûsilê”, lê derheqa bakûrê wê da tu gotinek tunebû. Eva jî tiştekî text-bext (tesedûf) nîbû, ji ber ku bakûra Mûsilê erdê kurda bû. Balfûr xwe mukur hat, ku hevalbenda hela di nîveka sala 1919a da nizanibûn, ku ereb ne tê da, wê çi bi cihûya, maronîta, durzîya û kurda bikin(48). Di wê demê da komên Fransayê yên serkarîkir hela bi hêvî bûn, ku wê Kurdistana Başûr-Roavayê û Kurdistana Başûr bistînin. Bi malûmatîyên casûsê (guhbel) Îngilîs yê bi nav û deng serdar H. Kornûollîs, ku wan çaxa alîgirê zapitê sîyasî yê sereke yê Îngilîs bû li Misrê, karmendê Fransayê yê dagîrkarîyê Fransûa Jorj-Pîko di qisa tevî emîr Feysal de`wa “Sûrîya Mezin” kiribû bi erdê Dîyarbekirê û Mûsilê va(49).

Payîza sala 1919a, dema Amêrîka bi resmî ji pêvajoya qeydekirina aşîtîyê dûr ketibû, hevraxeberdanên Îngilîs-Fransayê yên derheqa peymana Tirkîyê ya aşîtîyê da pir aktîv bûbûn. Û hema xût di wan dema da di nav hevraxeberdana da têma kurdî diha zelal dihate bihîstinê. Û ew bi wê yekê ra girêdayî bû, ku planên DAY, ku mandata Ermenîstanê bidne wê, ro da diçû. Pirsek derkete ser rûyê avê, ku çawa pirsa wa gotî Ermenîstana Mezin safî bikin, ku wan dema piranîya binecîyên wê ne ermenî bûn, lê kurd bûn. Fransiza bi her awahî hewil didan, ku ber Mûsilê va heqekî bistînin, ku bi bawerîya wan ew gerekê biketa nava Anatolîya Başûr-Rohilatê, ango Kurdistana Başûr-Roava û Kîlîkîyayê. 13ê îlonê sala 1919a wek bersîva mêmorandûma Îngilîs, Klemanso de`wa “wekehevtîya sitendina kara ji kanên neftê yên Mesopotamîyayê û Kurdistanê kir”(50).

Lloyd Corc pêşî xwest pirsa neftê, ku Fransayê bilind kiribû, înkar bike û ser wê bawerîyê bû, ku lazime bona wê yekê careke dinê vegerine ser pirsgirêkên peymana Sayks-Pîkoyê (pirsek jî ew bû, ku Mûsil bidne Îngilîs), ji ber ku ew “bi gêografî û aborî perçekî Mesopotamîyayê ye”, û herwiha bona wê yekê, ku keda Îngilîs gelekî mezin e di şerê dijî Tirkîyê da (mîlîyonek 400 hezar esker û 750 mîlîyon fûnt-sterlîng pere) û ereb û sîyonîst jî (qesta wan Felestîn bû) piştgirîya Îngilîs dikin(51). Lê Klemanso qet jî ne dixwest ew hedayîa sozdayî belaş bide. Ewî di nota xwe ya bona Lloyd Corc ya 12ê çileya pêşin sala 1919a da bernama de`wakarîyên Fransayê raber kir hindava mentîqên Tirkîya Asîyayê yên ne tirka, nav wan da yên kurda.

Bingeha peymana derheqa pirsên bi Împêratorîya Tirkîyê va girêdayî (sazkirina dewleta navnetewî ya neytral ji Konstantînopolê û Devtenga; kêmkirina axa Tirkîyê ya li Asîya Biçûk û Anatolîyayê; naskirina serxwebûna Ermenîstanê di wan sînora da, ku bi dîrokê, heqîyê û rastîyê va hatine kivşkirinê; peymana derheqa serbestîya ereba û aşûrîya gorî wê, ku ew bikevine bin mandata Îngilîs û Fransayê), wê bi pevguhastina fikra derheqa pirsên Kavkazê, Kurdistanê û Farizistanê va bêne tamkirinê, û xuya ye di wê hêlê da dijderketin wê tunebe. Derheqa wan welata da wê ewqas bê xeberdanê, çiqasî ku ew bi vê peymanê va girêdayîne”(52).

Bi vî awahî, Klemanso bi cûrekî eşkere dek û dolavên komên Fransayê yên li Kurdistanê anîn ber çava. Hindava Mûsilê da rola sereke pirsa aborîyê dilîst, lê hindava mentîqên kurda yên mayîn da pirsa sîyasî serdest bû. Çi ku derheqa Îngilîs da ne, daxazkarîyên wê hindava problêma kurda da diha fire û kûr bûn. Eva yeka di nava nama karmendekî sereke yê “Forîn ofîsê” Êyr Kroû da diha ferih tê ber çava, ku ewî 12ê çileya pêşin sala 1919a ji Parîsê Kerzon re şandîye.

Ewî derheqa hemû derecên pirsa kurda da (wek ku ew di navbera saleke piştî şêr hebû) wezîrê karên der da agahdarkirinê. Guhdarîya here hindik hatibû danînê li ser helwesta kurda bi xwe, xuya ye ku ew wek faktoreke giring ne hatîye hesabkirin. Tenê pêşnîyara Şerîf paşa, ku mandata Brîtanîyayê li ser temamîya Kurdistanê bidne testîqkirinê û hêvîkirina wî ku endamên komela kurda ya li Stembolê ji destdirêjayên hukumeta nû ya bi serokatîya Elî Riza paşa biparêzin, hate bîranînê. Derheqa pirsa dawî da soz hate dayîn, ku wî karî raberî komîsarê Brîtanîyayê yê sereke li Tirkîyê de Robêk bikin bona wê pirsê lê binihêre. Îdêya ewê dokûmentê ya sereke ev bû: kemala problêma kurda serbixwe ye. Mandata Amêrîkayê ya li ser Ermenîstanê, Kroû nivîsîye, “bawer nakim ku tesîra xwe li ser pirsa derheqa Kurdistanê da bike”, bilî problêma kivşkirina sînorên wê yên bakûr. Kroû digot, ku emirkan razî ne, ku erdê kurda bi awakî zelal ji erdê ermenîya bê cihêkirinê (ango, dest ji projeya “Ermenîstana Mezin” dikişîne), lê tirsa wê ji wê ye, ku nişkêva sînorên di navbera wan da negihîje heta bakûr. Ya sereke, ku Kroû dixwest, ew bû, ku lazime berî kutabûna hevraxeberdanên aşîtîyê bi Tirkîyê ra bi hevalbenda ra pirsa derheqa mandata li ser piranîya axa Kurdistanê lê binihêrin. Gerekê bidne ber çava, ewî dida kivşê, ku Fransa eger razî bibe jî Mûsilê bidne Îngilîs, wê de`wa mandata li ser wan axa bike, ku dikevine başûrê sînorê Ermenîstanê yê başûr û bakûrê wê xetê, ku ji çavkanîya çemê Ferêt-Xabûrê destpê dibe, diçe dighîje heta sînorên başûr yê Ermenîstanê.

Di mêmorandûma Kroû da pareke taybetî derheqa Kurdistana Başûr da ne. Vira bîr-bawerîyên nûnerên Îngilîs û Hindistanê yên derheqa qedera wan navça da hela rind ne hatine zelalkirinê. Wezîreta di alîyê karên Hindistanê ber komîsarê bajarvanîyê yê li Bexdayê pêşnîyar kirîye “li Mûsilê mentîqa ereba” bidne sazkirinê, ku tê da dewletên kurda yên avtonom hebin û serekeşîrên kurda bi şêwrdarên Brîtanîyayê yên sîyasî gerekê bi tevayî serokatî li wan bikin”.

Ev pêşnîyar ji bo demekê gerekê pêk bihata, heta girêdana peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra. Montegyû ser wê bawerîyê bû, ku bi kutasî safîkirina problêma kurda bi gelek faktora va girêdayî ye û berî her tiştî bi wê va, ku dewleta ermenîya ya paşdemê bi çap û cûrê xwe va gerekê çawa be. Lê çi jî hebe, tunebûna sîyaseta ciddî hindava pirsa kurda da tesîra xwe ya ne baş “li ser rewşa cî dike”. Pêşnîyarên konkrêt bona konfêransa aşîtîyê lazimin. Serdar A. Wîlson piştgirîya wê yekê dike, ku axa kurda (gilîyê wî derheqa axa Kurdistana Başûr da ne) gerekê tenê bin hukumê Îngilîs da be, û ev yek ji alîyê gişka da jî hate rexnekirinê. Dasekinandina hukumdarîya Tirkîyê li ser Kurdistana Başûr ne tiştê bûyînê ye, ku ew jî pêşnîyara admîral Kaltorp bû, ku komîsarê Brîtanîyayê yê tewrebilind bû li Tirkîyê. Gerekê wê jî nehêlin, ku kurd “bi xwe serokatîyê li xwe bikin”, ango serxwebûnê bidne wan, ji ber ku bona wê gerekê em dest ji xaçparêza bikişînin, lê ya sereke, “Kurdistana ku nayê kontrolkirin” wê bibe “cînareke ne qenc” bona “dewleta Îraqê ya nû” û “qiralîyeta ermenîya ya binmandat”. Bi fikra Montegyû, gerekê rewşa li Kurdistana Îranê jî bidne ber çava, ji ber ku hukumê Tehranê li ser navçeyên kurda sist dibe. Eger Îran wan navça ji destê xwe bike, ewê derbeke giran be bona wê, û ne tenê bona wê, ji ber ku welat bi xwe derbazî bin parastina Brîtanîyayê dibe. Dawîyê Montegyû careke din piştgirîya projeya A. Wîlson kir û wê hesab kir wek “safîkirina pirsê ya tek-tenê”(53).

Bîr-bawerîyên Kroû bi temamî deng dan. Ew dokûmenta pêşin e, ku ji ber destê karmendekî Brîtanîyayê yê sîyasîyî cabdar dertê, li ku bi awakî tam qedirê pirsa kurda tê girtinê wek problêmeke giring û ya navnetewî ya bi serî xwe, ku gerekê bi lez bê safîkirinê (hilbet, tenê ji bo berjewendîyên Îngilîs). De`wakarîyên, ku tenê hukumdarîya Brîtanîyayê li ser Kurdistana Başûr û Rohilatê hebe, gelekî eşkere hatine ber çava. Bi wê yekê ra tevayî, mêmorandûma Kroû hindava pirsa kurda da serekên Îngilîs yên dewletê dike nava gêjgerîngekê. Di wir da yekfikirî û texmînkirinên zelal tunene hindava wê yekê da, ku rêjîma kolonîyalîyê ya bi çi awahî gerekê li Kurdistana Başûr bê meşandinê û perçên wê yên mayîn da qeydê dewletê-sîyasîyê wê çawa be. Lê çi jî hebe, hema xût dîplomatîya Brîtanîyayê bû, ku destpêka biryarkirina pirsa kurda di çarçova navnetewî da raber kir.

Li rasthatina wezîrên karên der yên Îngilîs û Fransayê, ku 23ê çileya pêşin sala 1919a li Londonê hate derbazkirinê, pirsa kurda hate raberkirinê bona yekser bê enenekirinê. Însîyatîf Fransayê dîhar kir. Di nota Fransayê da, ku serekê para sîyasî û bazirganîyê ya Wezîreta karên der ya Fransayê Bertelo hazir kiribû, dihate gotinê, ku qet nabe ku Kurdistanê bighînine Ermenîstanê, ango dihate wê manê, ku pirsa kurda ji pirsa ermenîya cudatir e û serbixwe ye. Bi gêografî sînorên Kurdistanê bi wilayeta Dîyarbekirê û başûrê wilayeta Wanê va hatibû kivşkirinê. Navê kurda jî ne wek “qaçax-cerdbaşî”, lê wek “şervanên mêrxas û şereza” derketibû, wek afxanîya, an jî marokanîyên Rîfa. Bi vî awahî, wek xuya dibû, bi karanîna frazêologîya dagîrkarîyê be jî, tevgera kurda ya millî bi zagûnî dihate naskirinê. Notayê raber kiribû, ku hukumê Îngilîs û Fransayê gerekê bimîne, ji ber ku bi peymana Sayks-Pîkoyê usa hatibû biryarkirinê. Di wê da dihate gotinê, ku pêwîst e li Kurdistanê “bedena fêdêralîyê ya bin kontrola Awropayê da” bê testîqkirinê û fûnksyonên wê yên aborî û sîyasî gerekê paşdemê da bêne biryarkirinê. Dihate gotinê, ku “di têorîyayê da” gerekê serdestîya sultanê tirka li ser Kurdistanê bê parastinê, ji ber ku li wira “tirkoman” hene(54), û helkirina pirsa qedera Kurdistanê gerekê paşda biêxin heta zelalkirina statûya welatên usa, wek ku Ermenîstan û wilayeta Mûsilê ye(55).

Awa, firansiz ser wê bawerîyê bûn, ku problêma kurda gerekê cihê bê lênihêrandinê, lê bona wê yekê helwesta xwe dîyar ne kiribûn. Ewana dixwestin wan xalên peymana Sayks-Pîkoyê, ku ji wan ra dest dide, wek berê bihêlin û di hêla aborî û sîyasî da jî hema hinekî kontrola wan li ser Kurdistanê hebe.

Tabîgirtina (helwest, şêl) Brîtanîyayê, ku lord Kerzon anî zimên, diha bi bawer û kivş bû. Ewî elam kir, ku “ew şikber e ku hukumê sultan dikare li ser Kurdistanê pêk bê”. Ew yek jî li wî xweş nayê, ku Kurdistanê perçe bikin û kontrolîyê lê bikin, ji ber ku ewê nerazîbûna kurda pêşda bîne. Kerzon ev derecên safîkirina pirsa kurda raber kir:

  1. Gerekê li ser kurda tu mandat tunebe, ne ya îngilîsa, ne ya firansiza, ne jî ya Îngilîs-Fransayê (bilî çend navçeyên Kurdistana Başûr).
  2. Gerekê qet nehêlin, ku tirk serokatîyê li kurda bikin.
  3. Kurd dikarin bi ermenîya û aşûrîya ra peymanê girêdin. Pirsa kurda nikare ji problêma sazkirina dewleta ermenîya der (cihê) bê lênihêrandinê.
  4. Kurd gerekê bi xwe biryar bikin, ku ewana dixwezin dewleteke cihê, an “çend axên bi rezadilî gihîştine hev” (“a number of small loosely knit areas”) saz bikin. Dem û tevnebûna tirka “wê nîşan bidin, ku ew dikarin wê yekê bikin”.
  5. Kurd gerekê ji destdirêjayên tirka kefîlkirî bin, lê lazime, hema bi formalî be jî, şêwrdarên îngilîs û fransiz neşînine wira.
  6. Hewce nake problêma ser sînor saz bikin, ku dikare wek wê be, ku li Hindistanê hate serê îngilîsa.

Daxaza Îngilîsa wek rûnê helandî zelal e: Kurdistana Başûr bikine bin destê xwe û bingehê “zagûnî” nedine destê fransiza bona tevî kar û barê Kurdistana Başûr-Roavayê bibe. Derheqa projeya sazkirina dewleta kurda an jî çend dewletên biçûk da jî hate gotinê, ya ku bona wê bû, ku ew gerekê seba mîrata Îngilîs li Rohilata Nêzîk (Îran û Îraq) rola bûfêrîyê bilîstana. Em wê jî bêjin, ku di enenekirina pirsa kurda ya wê carê da Kerzon turuş ne kir hevraxeberdanên derheqa Kurdistanê da lez bixe û her tişt derxe ser rûyê avê. Ew bi Bertelo ra peyivî, ku wê pirsê di halê xwe da bihêlin û piştî enenekirina pirsa Mûsilê û problêmên welatên ereba yên mayîn careke dinê vegerine ser wê(56). Lê ew paşdaxistin taktîkeke dîplomasî bû. Îdî di wan çaxa, gava Amêrîka ji meydana Rohilata Nêzîk çûbû, komên Brîtanîyayê yên serkarîkir di nav planên xwe yên zevtkarîyê da cîkî mezin didane him Ermenîstanê, him jî Kurdistanê. Wek ku ji mêmorandûma barêgeha sereke ya Brîtanîyayê xuya dibe (çileya pêşin sala 1919a), bona qedandina pirsdanînên Îngilîs yên eskerîyê li navça Derya Reş (ango, bona teşkîlkirina êrîşkarîyên nû yên dijî Sovyet), ev mecalên sîyasî hatibûne raçavkirinê:

“1. Damezirandina Ermenîstana Mezin, ku Kîlîkîya û komara Êrîvanê dikevine navê.

2. Sazkirina Kurdistana serbixwe”(57).

Tiştekî balkêş e, ku wezîreta Îngilîs ya parastinê ne tenê çav berdabû Kurdistanê, Ermenîstana Roava û Rohilatê, lê herwiha li ser Kîlîkîyayê jî, ku soz dabûn wê jî bidne Fransayê û eskerên fransiz jî îdî li wir bûn. Li Londonê hevalbendîya bi amin wa fêm dikirin. Lê, hilbet, pêkanîna van daxazên dagîrkarîyê yên mezin tiştekî hêsa nîbû. Gilîyê dawî li bal serokatîya sîyasî bû, ya ku nikaribû di karê safîkirina pirsa Tirkîyê da Parîs bendî tiştekî nehesibîne.

Gava di çileya paşin sala 1920î da hevraxeberdanên Îngilîs-Fransayê hatne derbazkirinê derheqa peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra, pirsa kurda jî hate minaqeşekirinê. Di nav şandinnama Bertelo ya ji bo dîplomatê Brîtanîyayê R. Wansîtart ya 11ê çileya paşin sala 1920î da pêşnîyar dihate kirinê, ku “Komara Ermenîstanê ya serbixwe saz bikin bin parastina Koma Mileta, û ew gerekê ser sînorên başûra zona fransiza û Kurdistanê be”, bi wî şertî, ku ermenîya ji “binecîyên teter û kurd” biparêzin (an jî, wek ku li cîyakî şandinnamêyî mayîn da dihate gotinê,- ji “binecîyên tirk û kurd yên xwîngerm”)(58). Wek xuya ye, li Parîsê ji wê fikrê poşman ne bûbûn, ku Anatolîya Başûr-Rohilatê zevt bikin, lê bi çavê wek axeke gêografî li Kurdistanê dinihêrîn. Em bêjin, ku xuya ye Bertelo rewşa li navça ermenîya-kurda da rind nizanibû. Îngilîs diha konkrêt bûn, lê wana jî di nav hûrgilîyên pirsa kurda da kûr ne dibûn. Di projeya Montegyû da sînorên Ermenîstana serbest ya bin parastina Koma Mileta da hatibûne kivşkirinê: komara Ermenîstanê ya niha û ser da zêdekirina rohilata wilayeta Erzurumê, besta Mûşê, mentîqa Bîtlîsê û navça gola Wanê hetanî ber sînorê Îranê. Sînorên Ermenîstanê bi Gurcistanê, Azirbêcanê, Tirkîyê, zona fransiza û Kurdistanê ra wê ji alîyê komîtêya hevalbenda da hinekî derengtir bêne kivşkirinê. “Forin ofis” jî bi vê bernamê ra qayîl bû(59).

Ew yek bala merîya dikişîne, ku di van hevraxeberdana da tu gilîk ne hate gotinê derheqa daxazkarîyên Amêrîkayê li Ermenîstanê û Kurdistanê da, derheqa pirsa derbarê mandata DAY li ser Ermenîstanê, ku di rojevê da bû. Ew yek femdarî ye, ji ber ku di hevraxeberdanên wî awahî da kar dikin, lê ne ku bi propogandayê va mijûl dibin û problêmên ku tunene enene dikin.

Li konfêransa Londonê ya serekwezîr û wezîrên karên der yên Îngilîs, Fransayê, Îtalîyayê û Yaponîyayê jî usa bû(12ê sibatê-10ê adarê sala 1920î), li ku şertên sereke yên peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra bi hev ra hatine razîkirinê. Li civîna 14ê sibatê Kerzon xalên sereke yên peymana aşîtîyê ya bi Tirkîyê ra raber kir, ku berê jî eyan bûn û bi dilê Brîtanîyayê bûn, di nav wan da: serxwebûna Ermenîstanê, ji Tirkîyê qetandina axên ne tirka-“Sûrîya, Mesopotamîya, Felestîn û yên mayîn”, parastina xaçparêzên kêmjimar(60). Derheqa pirsa qedera Kurdistanê da nehate bîranînê. Em dikarin bifikirin, ku îngilîsa Kurdistan kiribûne nava “û yên mayîn”. Ev yek ne bi dilê fransiza bû, yên ku ditirsîyan (û bingehê wan hebû jî), ku bal hevalbenda wê -Brîtanîyayê, fikreke ne zelal heye.

Li civîna 17ê sibatê Bertelo cêriband planên îngilîsa yên rast di pirsa kurda da bizanibe. Ewî elam kir, ku pirsa derheqa Mesopotamîyayê bi kivşkirina sînorên wê yên bakûr va girêdayî ye, û yekser pirsî: “Gelo Kurdistanê wek mentîqeke Tirkîyê bimîne? Gelo ewê bibe mandateke dewletekê, an du dewleta?”(61).

Îngilîsa ji bersîva konkrêt xwe ta dan. Lloyd Corc got, ku pirsa derheqa Kurdistanê da “pirseke sext e”. Fransizê mandata li ser Kîlîkîyayê bistînin, lê wê “bi aqilanî” bibûya, eger pirs bi awakî din bihata safîkirinê. “Kurdistanê bikeve nava Împêratorîya Tirkîyê, an wê wek Azirbêcanê serbixwe bimîne?”,- serekwezîrê Brîtanîyayê hindava xwe da pirs kir û bersîva wê jî ne da. Bertelo dawî tenê anî zimên, ku “qeydê Kurdistanê pirseke vekirî dimîne”, û ji Kerzon hêvî kir, ku derheqa pirsên ku têne enenekirinê, pêşnîyarên konkrêt bike(62).

Awa, îngilîs ji bersîva rastene xwe dane alîkî, û evê yekê şik kire dilê fransiza. Li civîna 26ê sibatê pirsa kurda careke mayîn hate bilindkirinê. Kerzon, ku hewil dida ewê pirsê paş da biêxin, got, ku li Kurdistanê, ji rohilata Ferêt û ji “xeta şîn” der, ku bi peymana Sayks-Pîkoyê hatîye kivşkirinê bidne Fransayê, fransiz û îtalîya li hev kirine, ku bi tevayî dernekevine dijî daxazkarîyên Îngilîs. Eger em li xerîtê binihêrin, emê fikra Kerzon pê bihesin. Ewî dixwest ku hinek guhartin bikevine nava peymana Sayks-Pîkoyê, ji bo ku bikaribin perçekî “zona A” ji Fransayê hildin, li ku ew dikaribû di hêla aborî û sîyasî da hîn bi ser keta. Bi gilîkî mayîn, îngilîsa de`wa (pêşî tenê di hêla aborî da) perçên Kurdistana Îraqê û Tirkîyê kirin. Lê ji bo ku bahaneya bona wê amade nîbû, ewana bi lez ne diketin biryara qedera Kurdistanê ya sîyasî bidin.

Rewşeke awa tevlihev qet ji fransiza ra dest ne dida û wana aminaya xwe bi hevalbenda xwe ne dianîn û lez diketin, ku ser dereca navnetewî kafîlkirî bin bona qe na perçekî sozdayî yê ji “mîrata Ottomanîyê” bistînin. Ew yek, ku dikaribû hukumdarîya Brîtanîyayê li ser erdê kurda bê testîqkirinê, ewê pirsê diha zef dida dijwarkirinê. Ji ber wê jî baylozê Fransayê li Londonê Pol Kambon kese ji Kerzon pirsî, ku gelo pirsa serxwebûna Kurdistanê di rojevê da ye, an na.

Kerzon wek her cara xwe da alîkî. Ewî got, ku ew pirs bi wî awahî pêşda nehatîye kişandinê û Lloyd Corc jî dixweze di Palata lorda da derheqa wê yekê da elam bike, ku hemû “rasayên” ne tirk ango “ereb, ermenî, siryan û kurd gerekê ji Împêratorîya Tirkîyê bêne qetandinê, ji ber ku evên dawî ne tirk in”. Bertelo piştî vê got, ku problêma Kurdistanê realîteya nû ye, ku di peymana Sayks-Pîko da behsa wê ne hatîye kirin, û di ser da jî binerdê wê gelek dewlemand e. Kerzon, ku mafê Fransayê li “zona A” kire bin şikê, bawerîya xwe got, ku “tu berjewendîke Îngilîs li Kurdistanê tune û ew tenê di wî alî da ji bo wê hewaskar e, ku ew axeke ser sînorê wî welatî ye, ku ewê serokatîyê lê bike. Bertelo bi wî ra qayîl bû, ku Kurdistan di hêla gêografî da xwedî “kemala mezin û taybetî ye”, lê qesta wî “Ermenîstan û Sîro-Xaldey e”(63). Û dû wê rasthatinê ra jî tu biryareke derheqa pirsa kurda da ne hate qebûlkirinê(64).

Bi vî awahî, qedera Kurdistanê di hevraxeberdanên Îngilîs-Fransayê da ya derheqa peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra, bû pirsa here sereke. Armancên van herdu alîya jî di vê derecê da dijî hev bûn û wana kemala kontrola li ser axa kurda ji bo qewînkirina tebîyên xwe yên kolonîyalîyê li Rohilata Nêzîk rind derc dikirin. Her kesî çav berdabû vira û berjewendîyên xwe yên aborî û sîyasî digerîyan. Îngilîs, ku hewil didan Mûsilê bikne bin hukumê xwe, Kerzon 28ê sibatê sala 1920î got, “ne tenê dixwestin bibine xweyê nefta wira, lê herwiha hazir bûn borc hildine ser xwe, ku binecîyên wira ji destdirêjayên ji der va biparêzin”(65). Gerekê ser da zêdekin, ku wana dixwest ji wilayeta Mûsilê der jî borcên usa hildine ser xwe.

Çawa jî hebe, pirsa kurda gerekê bihata safîkirinê, ji ber ku bêy wê temamîya karê peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra disekinî û paşdaxistina wê him ji îngilîsa ra, him ji fransiza ra, him jî ji dewletên Antantayê yên mayîn ra, ku berjewendîyên wan di wî karî da hebûn, dest ne dida. Diha zelal dihate ber çava, ku tevrabûnên miletîyê-azadarîyê li temamîya Rohilata Nêzîk gumreh dibin û ew yek qet ne bi dilê împêrîyalîsta bû û dikaribû bibûya bela serê wan, ji ber ku hemû êrîşkarîyên dijî Sovyetê têk diçûn (bahara sala 1920î hêvîya wan tenê li ser Vrangel, polonîyên sipî û miletçîyên dijî şoreşê yên li Pişkavkazê û Asîya Navîn mabûn). Ji ber wê jî gerekê di karê perçekirina Tirkîyê da lez biketana…

Çavkanî:

  1. Arşîva serhing Hauz. Cild IV, rûpel 363.
  2. Çerçîll V. Krîza cihanî, rûpel 249.
  3. Documents on Brîtîsh Foreîgn Polîcy. 1919-1939 (DBFP). Îst Serîes. Vol. IV. L., 1952, hejmar 242, rûpel 340. 344, 346.

Memorandûma Balfûr derheqa Sûrîyê, Felestînê û Mesopotamîyayê da, 11ê tebaxê sala 1919a.

  1. Dîsa li wir, hejmar 192, rûpel 279.
  2. Dîsa li wir, hejmar 314, rûpel 454. Derbî-ji Ê. Kerzon ra, 10ê çirîya pêşin sala 1919a.
  3. Dîsa li wir, Vol. IV, hejmar 334, rûpel 483. Kerzon-ji Derbî ra, 18ê çirîya pêşin sala 1919a.
  4. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 273-274.
  5. DRFP. Vol IV, rûpel 813-815.
  6. T û r k o m a n-Binecîyên tirkîaxêv yên Mesopotamîya Bakûr, ku bi êtnografî ji tirkên Asîya Biçûk û ji turkmanên Îranê û Asîya Navîn têne cudakirinê. Ev êtnonîm gelek cara ji hev dernaxin.
  7. Dîsa li wir, hejmar 634, rûpel 969-970.
  8. Dîsa li wir, rûpel 966-967.
  9. Çerçîll V. Krîza cihanî, rûpel 254.
  10. DRFP. Vol IV, hejmar 658, rûpel 1024-1025. Vansîtart- ji Kerzon ra, 12ê çileya paşin sala 1920î.
  11. Dîsa li wir, hejmar 665, rûpel 1041, 1042. Nama Forbs Adam ya ji Parîsê ji Pîps ra (alîkarê sekretarê Wezîreta Karên Der), 19ê çileya paşin sala 1920î.
  12. Dîsa li wir. Vol. VII. 1920. L., 1958, hejmar 6, rûpel 43.
  13. Dîsa li wir, hejmar 12, rûpel 103.
  14. Dîsa li wir, rûpel 106, 108.
  15. Dîsa li wir, hejmar 29, rûpel 256-258.

Welatekî usa li rûbarê cihanê tuneye, lê komên xaldêyên xaçparêza (wûnîyeta) hebûne, ku li bakûrê Îranê dimînin.

  1. Gotinên C. Darvîn derheqa wê yekê da, ku li konfêransa Londonê biryar kirine ne tenê li Ermenîstanê, lê herwiha li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bikin (Darvîn G. Brîtaîn, Egypt and the Mîddle East, rûpel 178), ne rast in.
  2. Lloyd Corc D. Rastî derheqa hevraxeberdanên aştîyê da. Cild II, rûpel 413. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev