PKK dixwaze bi cinayetên siyasî çend armancan pêk bîne

PKK dixwaze bi cinayetên siyasî çend armancan pêk bîne

Îbrahîm Guclu, sîyasetmedar

Ez di destpêkê de diyar dikim ku ev kûştina siyasetmederan bi destên PKKê, gelek xerab e, cinayet e, teror e.

Li dijî mafên jiyanê ya mirovatiyê ye.

Armanca pîroz jî, nabe sedem ku mirov bên kûştin.

Baş tê zanîn ku kûştina însanan bi giştî tewanek e û rewa nîne.

Cinayetên siyasî û sivîl, bê niqaşe li dijî berjewendiya miletê kurd in. Doza miletê kurd, birîn dike û qirêj dike. Nerewabûna doza miletê kurd tîne holê.

Lewra miletê kurd miletekî bindest, kolonî, mazlûm e.

Divê miletê kurd têkoşîna xwe ya milî bi rê û rêbazên rewa û mirovî bimeşîne. Ji maf û azdiyên mirovî re, ji heq û hiqûqa însanan re rêzgirtî be.

Cinayet û teror di tevegera milî û di têkoşîna azadî û serxwebûna miletekî de riyeke rewa û rast û însanî nîn e.

Cinayetên siyasî û sivîl, di dilê miletê miletê kurd de birîneke kûr çê dike.

Divê her kesek û her dezgehek û bi taybetî jî partiyên Kurdistanê li dijî van cinayetan derkevin.

Lewra siyasetmederên kurd her dem bûne hedefa PKKê û hatine kûştin.

Bi kûştina AK Partiyan, ji siyasetmederên kurd re jî peyamek nû û zindî tê şandin.

 

Metod û rêbaza PKKê ya esasî kûştina sivîlan û siyasetmedaran e…

Em nûha bên mijara bingehî û esasî.

PKKê, di van rojên dawî de, du berpirsiyrên AK Partiyê kuşt. Li hemberî çend berpirişyarên AK Partiyê jî xwestiyê ku teror û sûîkastê bike, deşîfre bûye, serneketiye, ew kesên xwestine sûikast bikin, hatine girtin.

Piştî ku PKKê ev cinayetên siyasî pêk anî, her kes û çapemenî dipirsin û dibêjin ku “Gelo PKKê çima dest bi cineyetên siyasî û siyasetmedaran kir?”

TRT KURDÎ û TRT HABERê û Rojnameya Olayê û çend rojnameyên din jî heman pirs ji min kirin.

Ezê bersîva vê pirsê pir alî bidim. Ev bersîv him girêdayî qerekter û armancên PKKê ne û him jî girêdayî konjoktura siyasî û sedemên rojane nbe.

Lê beriyê vê yekê divê mijarek gelek zelal bê diyar kirin.

PKKê, roja ku bi destê dewleta kolonyalîst ya Tirk hat ava kirin, ji bona wê metodek û rêbazeke hat diyar kirin. Ew jî hîn nebibû rêxistin jî, divê ku her dem û ji destpêkê de çek bi kar bîne. Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê û miletê kurd û rêxistin û partiyên tirk yên şoreşger û sosyalîst wezîfa dabû PKKê ew bû ku PKKê li hemberî wan bi çek şer bike. Ji derveyî şer û çek jî, nıikare wan rêxistinan tefsiye bike, Tevgera Miletê Kurd, tasfiye bike. Kurdan ji dewletbûnê dûr bixe.

Loma jî ji bona PKKê armanca yê şerê çekdarî jî, kûştinma sivîlan û siyasetmedaran bû.

Divê bê zanîn ku PKKê cara yekemîn nîn e ku cinayetên siyasî yên kesayetî pêk tîne. Roja hatiye ava kirin heta îro karê PKKê ew bûye ku kurdan, siyasetmederên siyasî, pêşengên civatê, rewşenbîran, karbidestên civata kurd, kurdperweran bikûjin.

PKKê bes li hemberı AK Partiyê ne, li hemberî partiyên Kurdistanê jî gelek cinayet pêk anîne. Di nav xwe de jî li hemberî endamên xwe yên mûxalîf cinayet pêk aniye. Hejmaran van cinayetan, bi deh hezaran e.

 

PKKê di destpêkê de li hembverı siyasetmedaran û sivîlan kûştin û cinayet û teror pêk anî…

Bi taybetî jî li Sîweregê sûîkasta PKKê li hemberî parlamenter Mehmet Bûcak dikarim bibêjim ku sûîkasta yekemîn ya li hemberî partiyên sîstemê û tirkan bû. Lê hedefa esasî kurdbûna M. Celal Bûcak bû.

PKKê di heman dem de PKK li Hîlvanê, li Niseybînê û li gelek bajarên Kurdistanê yên din jî li hemberî siyasetmedaran û sivîlan û kurdperweran şer domand. Di van sûîkast û şerê li hemberı sivîlan de çend armanc hebûn.

Armanca yekemîn ew bû: Ji bona darbeya leşkerî û desthilatdarbûna Kemalîstan derfet pêk anîn bû. Rêxistinên terorî û yên çep jî bi heman armancê tevgeriyan. Encama vê armancê darbeya leşkerî ya faşîst ya 12ê Îlona 1980yî pêk hat.

Armanca duyemîn, bloke û milîtarîze kirina siyaseta milî ya Kurd bû. Lewra tevgera kurd bi awakî sivîl û demokratîk û rasyonal dimeşiya. Diviya bû ku ev tevgera bê provake kirin. Hezar mixabin PKKê di ev armanca xwe de jî serkeftî bû.

Armanca sêyemîn, PKKê bi qedroya xwe ya lûmpen û ji derveyî civatê nedikarî ku li ser gel bandor çê bijke û xwe rêxe û rêxistin/partiyên Kurdistanê re reqabet bike. Lewra aqle wan ji bonba vê yekê têrê nedikir.. Loma bi zor û şidetê dixwest ku li ser gel bandor û desthilatdariya xwe pêk bîne û siyasetmederên kurd ji rêxistin û partiyên Kurdistanê dûr bixe. Rastı jî li Sîweregê, li Hîlvanê û li bajarên din yên Kurdistanê bi zor û çek û şidetê; siyasetmedar tirsandin, rêxistinên din tasfiye kir, ji bona gel xwe kire alternatîf.

Armanca çaremîn, tasfiyekirina tevger û rêxistinên Kurdistanê bû. Lewra rêxistin û partiyên Kurdistanê dixwestin ku dewleta Kurdistanê ava bikin, Kurdistanê serbixwe bikin. Kolonyalîzma dewleta tirk tasfiye bikin. Îşgal û ilxaka li Kurdistanê ji holê rakin. Ev jî raste rast li dijî dewleta kolonyalîst ya Tirk bûn. Loma jî derwletê PKKê li hemberî van armancan pêk nayên ava bibû.

Armanca çaremîn jî, li Kurdistanê encama siyaseta kolnyalîst û avbuna cıvata kurd, din av gel de parçebûneke zêde hebû. Ew parçebûn jî jiş bona şler û dijitî dibû sedem. Tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê ji bona ku van nekokî û parçebûnê ji holê rakin xebat dikirin û li Kurdistanê şûurek çê dikirin. PKKê ev xebata probveke kir û di nav civata kurd de şer derxistin û nekokî kûr kirin û pêşiya yekîtma miletê kurd girtin ji bona xwe kir armanc: Ji bona vê jî sivîl kûştin hedefeke gelek stratejîk u. PKKê ev yeka kir..

Armanca pêncemîn jî, tirsandina siyasetmedaran bû ku ji têkoşîna miletê kurd dûr bikevin. Bitirsin û li mala xwe runin.

PKKê di van armanc û strateiya xwe de jî serkeftî bû.

 

Armancên PKKê bi kûştina siyasaetmederên sivîl di vê merheleyê de çi ne?  

Di ev cinayetên rojane yên kuştina siyasî de di armancên PKKê yên stratejîk de guhartinek pêk nehatiye. Armancên nû yên rojan lê zêde bûne.

Helbet armancên PKKê di hamen wext de sedemên cinayên siyası jî diyar dike.

Gelo ew sedeman û armancan çi ne? Nûha jî em li wan mêze bikin.

Sedema yekemîn: PKKê dixwaze ku tevgera milî ya siyasî, sivîl û demokratîk bi her awayî tasfiye bike. Lewra            li Bakurê Kurdistanê hêdî hêdî ji nûve tevgera siyasî, sivîl ya milî dixwaze xwe nûve rêdixe û ji bona xwe rê û rêbazekê dixwaze bibîne. PKKê dixwaze pêşiya vê yekê bigre.

Sedema duyemîn: PKKê dizane ku di siyaseta sivîl û demokratîk de serkeftina wê mimkun nine. Lewra avabûna PKKê li dijî sivîlbûnê, siyasertê û demokrasiyê ye. Loma dixwaze ku siyasetê milîtarîze bike û bi awayê mîlîter siyasetê li Kurdistanê blokê bike. Li ser siyaseta Bakûrê Kurdistanê hegemonyaya xwe ya heyî bidomîne. Ew kesên ku bi wan re li hevûdu nake û bi her awayî ji wan dûr in, ji bona ku piştgiriya wan bikin, cinayetên siyasî pêk tîne. Yên heyî jî ditirsîne ku ji PKKê veneqetin.

Sedema seyemîn: PKKê piştî Şerê wekaletê ya Xendekan li bajaran wenda kir. Gel piştgiriya wan nekir. Bandora wan li ser gel kêm bû. PKKê dixwaze ku dîsa bi cinayetên siyasî û bi şidet û terorê li ser gel bandor û dîktatoriya xwe xûrttır bike.

Sedema çaremîn: PKKê piştî şerên wekaletê yên xendekan herêmên lê desthilatdar bû jî, wenda kir. Şaredarî ji destê wan derketin. PKKê dixwaze bi cinayetên sivîl ji nûve li herêman desthilatdar be. Hebûna xwe diyar bike.

Sedema pêncemîn: PKKê û hêzên ku ji PKKê re wasî bûn, di şerê xendekan de dixwestin ku li Bakûrê Kurdistanê û li tevayî Tirkiyeyê kaos û tevlihevî çê bibe. Encama tevliheviyê Tirkiye li Sûriyeyê nebe aktoreke giran. Lê şerê xendekan hat wenda kirin, nûha jî PKKê dixwaze bi kûştina sivîlan kaos û tevlhevî çê bike.

Sedema şeşemîn: Lewra Kurdistan ciıvateke eşîretî ye. Ev cinayetên sivîl dibin sedem ku di nav miletê kurd de jî dijitî û şer derkeve. Miletê kurd bi pirsgirêka xwe ya milî û esasî re têkildar nebe. Bi şerê navxwe re eleqeder bibe.

Sedema heftemîn: Li Bakûrê Kurdistanê partiya xûrttir AK Partî ye. PKKê bi kûştina siyasetmederên AK Partiyê, dixwaze ku siyasetmedaran û gel bitirsîne ku piştgiriya AK Partiyê nekin. Bi vî awayî AK Partiyê qels bike.

Sedema heştemîn: PKKê piştî şerê wekaletê ya xendekan hêza xwe ya çekdarî jî wenda kir an jî hêza wê ya çekdar darbeyek û şikesteke mezin xwar. PKKê bi cinayetên siyasî dixwaze ku xwe îspat bike ku heye, xurt e û li ser piya ye.

Sedema nehemîn: Çavtirsandina siyasermederên kurd û kurdperweran e. Ji wan re jî bibê je ku “hûn jî zêde aktîf nebin û lingê xwe dirêj nekin. Xerabiya ku salên bihûrî min aniye serê we, ezê dîsa bînim serê we.”

Sedema dehemîn: PKKê ku li Başûrê Kurdistanê biryara rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê hatiye girtin. Heger rêfêrandum encam bigre, pêvajoya dewleta Kurdistanê dest pê dikle. Ev yeka jî dê bi her awayî stratejiya PKKê deşîfre bike. Din av gel bêqewet bixe.

Ji aliyê din de Başûrê Kurdistanê him hewcedarî alikariya kurdan in, him jî hewcedarî alıkariya dewletên dinyayê û cîran in. Tirkiye, wek dewlet hişk li referandûmê mêze nake. Hevalbendên AK Partiyê yên siyasetmedar u parlamenter û nivîskar û rojnamevan bi piranî, piştgiriya referandûmê dikin. PKKê bi ev cinayetên siyasî dixwaze nîjadperestên tirk xurt bike û piştgiriya rêfêrandûma serxwebûna Kurdistanê proveke bike.

Di encamê de gelek zelal dibêjim ku armanca PKKê her dem sivîl û kurdperwer bûn. Loma jî PKKê DAEŞ a kurdan e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev