Referandum, dewletbûn û azadiya Kurdistan

Referandum, dewletbûn û azadiya Kurdistan

Suleiman Sulevani

Nivîskarê frensizî Victor Hugo (1802-1885) dibêje: “Ti tiştek bihêztir nine ji bîrekê (fikrek) ku tam dema wê hatibe (Nothing is more powerful than an idea whose time has come).” Mirov dibêje qey hevoka V.Hugo bo dema me, bo referenduma kurdan û kurdan hatiye gotin. Rewş û dem gunca ye bo bîra referandumê û avabûna dewleta kurdî ya serbixwe.

Erê ev dem yê herî baş e bo serxwebûna Kurdistanê. Rast e, hine zilhêzên cihanê weke Amerika, Rusya, dewletên ewropî û dagirkerên Kurdistanê bi awayên cuda helwêsta xwe nîşan dan derbarê REFERANDUMê û serxwebûna Kurdistanê. Çi dewletekê, ne mezin û ne biçûk aşkere dijatiya dewleta kurdî nekiriye û hema bêje piraniya wan dibêjin, ev dem ne demeke baş e bo referendumê û serxwebûnê.

Di peywendiyên navnetewî de helwêsta dewletan dimîne ser berjewendiya wan dewletan. Ew helwêst carnan bi zimanekî nerm û diplomasî tê kirin, carnan sert û hişk û carnan jî hêreşkar û bi gefe ye. Ev hemû şêweyên ziman derbarê referendumê û dewleta kurdî da hatine kirin û wê berdewam bêne kirin jî heya referendumê û dewleta kurdî bibe rastî û fakt. Ya giring ew e kurd netirsin û gav paşve nehavêjin. Û weke Dr. Eskere Boyik dibêje: ”Borbora neyara bilind e lê hereket vala ye. Serketin ya me ye”. Biryar ya millet e û ger ew bixwaze serbixwe di dewleta xwe de bijî hêzek nîne wî milletî bişkêne û biryara wî biguhure. Ev yeka me li Yugoslavia dît. Li Kosovo û li gelek cihên din dît.

Nuha avakirina dewleta kurdî di berjewendiya hine dewletan de ye, konjuktur û rewşa herêmê û cihanê wilo dixwaze, lê berjewendiya herî mezin ya kurdan e. Helbet mirov fêm dike ger hine hêz dij dewleta kurdî derkevin û bi taybetî jî ewên ku berjewendiya wan xirab dibe û nema êdî bikarin xêra Kurdistanê bimijin, xwe pê dewlemend bikin û kurdan rût bêmaf bihêlin. Mirov wê jî dizane ku avakirina dewleta kurdî ne seyranek e û ne hêsan e jî. Lê digel hemû dijwariyan ew dewlet wê bibe stargeh û serfirazîya her kurdekî/ê û xirabtirîn hukumet di wê dewleta sava de wê baştir be ji baştirîn hukumeta dagirkeran.

Mirov dijminatiya hin biyaniyan û dagirkeran têdigehe lê ya ku mirov nikare têbigehe derketina hine kurd û rêxistinên kurdan çi dîrekt û çi indîrekt dij REFERANDUMê û serxwebûna Kurdistanê. Mixabin di nav wan de, hine kesên ser çîna intelektuelan jî hene. Ew derdikevin ser ekranên TVyan û bi zimanekî zivir û carnan bi zimanekê demagojî yê xapandinê dij pêşeroja gelê kurd derdikevin û dixwazin xelkê bidin têgehandin ku ev REFERANDUM ya PDKê ye, ya malbatan e û ya Barzanî ye.

Hine kes hene di bera opozisyon de, ji kîn û kerban tiştekî nabînin û aşkere dibêjin: ”Ew Kurdistana Mesud Barzanî çêdike; me nevêt”. Heyf, hin kurd hene amade ne her tiştî bikin jibo berjewendiyên xwe. Camêrekî gotiye cudahiya navbera kurd û cuhiyan ew e ku yê cuhu amade ye xwe bifroşe jibo berjewendiya welatê xwe û yê kurd amade ye welatê xwe bifroşe jibo berjewendiya xwe. Rastiyek di van gotinan de heye, her nebe jibo yê kurd û dîroka dûr û nêzik pir e bi mînakan.

Her ew kes dibêjin em ne dij referandumê û serxwebûna Kurdistanê ne, ew xewna her kurdekî/ê ye, . Ew wê *LÊ*yê dixin paş gotina xwe ku hemî axivtina pêş dike sifir *0*, dike hîç. Çi dewletek nîne li cihanê bûye dewlet bi sifir problem. Kêşe û problem hene û wê her hebin pêş û paş dewletbûnê.

Mirov ne dij kesên dijber e, gereke ew hebin û hebûna wan nîşana saxlemî û pêşveçûnê ye. Kesên rexne û dîtinên wan hebin derbarê prosesa referandumê, derbarê rêveberiyê, sîstemê, şaşiyên heyî, dewleta pêşerojê û hwd gereke bi dilekî fireh li wan bê guhdarkirin. Lê nabe ew dij referandumê û dewleta kurdî derkevin û bi taybetî jibo partî û rêxistinên kurdî ew nabe her bi çi hincet û argumentan be. Mirov dikare her tiştî rexne bike, tiştekî pîroz nîne, lê bi zimanekî şaristanî ku bêhna riq û dijminatiyê jê neyê. Di bin cilê demokrasiyê de nabe mirov anarşiyê û dijminatiya netewa xwe yan jî her neteweke din bike û berjewendiyên wê bêxe metirsiyê.

Ya giring nuha referandum aştiyane derbas bibe, serkeve û dewleta kurdî bê avakirin. Kurd di nav xwe de dikarin piştî dewletbûnê problemên xwe çareser bikin. Problema serekî, armanca serekî û prîyorîtet numer YEK bo her kurdekî/ê nuha gereke dewletbûn be.

Dewlemendiya kurdan kurdên diaspora ye û loma jî gereke başûr maksîmalt wec û fêde ji wan bike û bi taybetî elîta kurd bi dewlemend û intelektualên xwe ve. Lê di heman demê de gereke her kurdek, duf şiyan û hêza xwe hinekî tempo û aktivbûna xwe zêdetir bike jibo Kurdistaneke serbixwe, azad, wekhev û aram.

Bi hêvîya di 25ê meha nehan/september 2017 de xewna bi milyonan kurdan bibe rastî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev