XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -1

XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -1

Nivîskarê me, lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) nivîseke balkêş ji çar beşan taybet ji malpera me ra şandîye, em beşa wê a pêşin îro çap dikin. Çavnihêrîya her sê beşên din bikin.

 

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed: Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C. II.

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

BEŞA YEKÊ

Di dîroka hemû gelan de, xwefiroşî, sîxurî û rapornivîs derdikevin. Carên wisan hebûne ev awa kesên han gihiştine bilindtirîn paye û meqaman, di bin destê paşa û fermanrewayan de gale kirine. Tecrubeyên dîrokê nîşan didin ku ev diyardeya han di nav gelên hişyar ên bê maf yên wekî ermenî de gelek kêm e. Xwedê bike di nav kurdan de jî wisan be.

Di belgeyên ingilîzan de bi awakî eşkere tê dîtin ku hejmarek kurd di bin re ji bo wan kar kirine. Yek ji wan li Silêmaniyê xwendewarekî çak, hişyar û çalak e, xwe nêzîkî niştimanperwerên kurd kiriye, heta xwe gihandiye li ba Şêx Mehmûd bi xwe. Beşdarê rêxistinên Kurdistanê bûye û bi destxeteke gelek sipehî û bi kurdiyekî gelek rewan raporên bi bereket li ser xebata kurdan nivîsandine. Di dosya hejmara 23/414/an, beşê çaran, X/M 4583an a Wezareta Firokevanî ya Brîtanyayê de, ku ji bo behsa beşeke ji “Tevgera Neteweyê Kurd” di dawiya sala 1928an û destpêka sala 1929an amade kiriye, hejmarek belgeyên bê pîvan bi qîmet hatine parastin ku peywendiya wê bi vî rapornivîsê me ve heye. Beşek jê name û notên wî yên taybetî ne ku bi destxetê xwe ji ingilîzan re nivîsandine, beşek jî ji nameyên taybetî yên rêxistinên kurd ên wî wextî ku bi rêya wî re bi nehênî ji Şêx Mehmûd û Mehmûd Xanê Kanîsanan re hatine şandin, wî jî wekî hêka paqijkirî kirine ber destê dezgehên îstîxbaaratê yên ingilîzan, ku beriya bigihîjin ciyê xwe, wêne li ber hatine girtin. Di wan belgeyan de gelek zanyariyên girîng û bi qîmet di derbarê dîroka tevgera kurdî ya li Kurdistana Iraqê hene, ku heta îro ne kes ji me dizanîn, ne tu çavkaniyeke biyanî bi xwe behs kirine. Beşek ji wan zanyariyan peywendiya wan bi çalakiyên Xoybûnê(1) yên di nav kurdên Iraqê de hene. Qîmeta dîrokî û siyasî ya van zanyariyan nayên pîvan, beriya hemû tiştekî bêagahdariya kurdan ji hevûdu nîşan dide. Kesek ji me vê nedizanî ku Xoybûnê çalakiyên fireh di nav kurdên Iraqê de meşandine, di nêzîk de peywendî bi rêvebirên wê re danîye, liqên taybetî di bajaran de damezirandiye. Ingilîzan gelek bi meraq, ji çar aliyan ve ketine berhevkirina zanyarî di derbarê çalakiyên Xoybûnê de, ku damezirandina wê di wî wextî de werçerxaneke girîng bû di dîroka tevgera neteweyî ya kurd de, Enqereyê hejand û rê ji bo serhildana mezin a Araratê xweş kir. Îro em bi saya wî rapornivîsê re, ku hezar car dikare rast be, em dizanin ku liqeke mezin a Xoybûnê li Silêmaniyê hebûye, hejmarek rewşenbîrên kurdperwer ên naskirî endamê wê bûne. Yek ji wan belgeyên di nav wê dosyayê de, ku me li jorê behs kir, ji bo vê meseleyê amade kirine. Ew belge ji nivîsên zabitekî istixbarata Brîtanyayê li Silêmaniyê pêk tê, ku roja 28ê çirya paşî ya sala 1928an bi nehênî ji baregeha hêzên asmanî yên Brîtanyayê ya li Bexdadê re şandiye. Di nîvê nivîsa xwe de bi herfên latînî nivîsandiye “Cemiyetî Xoybûn”. Ev jî teksta destpêka xwediyê nivîsê ye ku bi ronî qîmetpêdana ingilîzan bi hereketê Xoybûnê û agahdariya temam a mirovê me bi nehêniyên wê rêxistinê nîşan didin:

“Min nekarî ez zanyariyên zêde di derbarê wê komeleyê de peyda bikim. Di van dawiyan de bi rêya endamekî wê re ku mirovê min e û li vir nebû, ji bo kar û barên (xwe) yên qanûnî çûbû Helebceyê û çend roj beriya niha min ew bi lez bangî Silêmaniyê kir(2), zanyarî bi destê min ketin. Beriya ku biçe Pîranê lîsteke temam a wan navan da min ku heta niha bûne endamên Xoybûnê, ji bilî wan navên ku li ciyê din in û tên zanîn”.

Endamên Xoybûnê li Silêmaniyê 18 kes bûne, di nav lîsteyê de navê 17an nivîsandine, rapornivîsê me jî endamê 18an bûye.

Yekem navê di nav lîsteyê de Mistefa Zekî Saib Efendî ye ku li rexê wê bi destxet nivîsandiye, ew kurê Mele Ehmed e. Mistefa Zekî Saib, serokê liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê ye, birayê Cemîl, Celal û Enwer Saib e. Kesê yekem xwediyê çîroka “Le Xewma” ye, yê duduyan bavê hunermendê mezin Şemal Saib e, yê sisiyan jî dîplomatekî naskirî ye.

Duyem nav Şêx Selam Arif e ku li gor lîsteyê sekreterê liqê bûye, li ber navê wî nivîsandiye, niha bêkar e.

Sêyem nav Xenî Şalî ye ku saymanê liqê bûye, li ber navê wî nivîsandiye, bazirgan e. Xenî Şalî bavê kak Faiqê hevrê û hevalê min ê sinifê Dr. Xusrew ê serokê berê yê Zanîngeha Selaheddînê ye.

Piştî van hersê navan, ku desteya birêvebir ya liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê bûne, lîste tê li ser navê endamên wê liqê ku 14 rewşenbîrên naskirî yên vî bajarî bûne. Em ê li jêrê ev nav çawan ji aliyê wî kesî ve di lîsteyê de cih dayê, binivîsin. Ew zanyariyên ku di nava du kevanan de li hemberê wan hatine nivîsandin yên min in, min ew ji bo zêdetir danasîna wan navan kirine:

1-Osman Faîq Efendî, di dayîreya tapoyê de fermanber e (birayê Macid Mistefa û xalê lîwayê xanenişîn/teqawid Fuad Arif e. Di sala 1976an de koça dawiyê kir).

2- ‘Elî Irfan Efendî, nivîskarê wê rojnameyê ye ku li Silêmaniyê derdikeve (mebest rojnameya Jiyan e ku di ciyê Jiyanneweyê de derket. Ji roja 21yê kanuna paşî ya sala 1926an heta 10ê adara sala 1938an li Silêmaniyê derketiye).

3- Fuad Mistî, di leşkeriya Iraqê de katib e (birayê mamoste Tewfîq Wehbî û bavê zabitê bi nav û deng Newşîrwan Mistefa ye).

4- Kerîm Seîd Beg, cihgirê serokê Komeleya Zanistî ye (mebest, ciyê wî Buhûşt be, Kerîm Zanistî ye ku roja 14yê kanuna paşî 1996an de koça dawiyê kir. Wisan dixuyê di nav rêxistinên nehênî yên wan rojan de çalak bûye(3).

5- Seyîd  Îbrahîm, birayê Şêx Mehmûd e (ji aliyê bavê ve bira ne û ji aliyê dayîkê ve ji mîrên Şeqlaweyê ne).

6- Şêx Ezîz Efendî, di dayîreya tapoyê de fermanber e (mebest Şêx Ezîzê Şêx Reşîdê Şêx Ehmed Faîz e ku ji aliyê bavê ve ji şêxên Gelezerdeyê ye, ji aliyê dayîkê ve xarziyê kak Ehmedê Şêx e. Çend caran li Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Rumadiyê bûye birêvebirê dayîreya tapoyê, di nav xelkê de jê re digotin Şêx Ezîzê Tapo, di sala 1983an de di temenê xwe yê 82 salî de koça dawiyê kir).

7- Wahîd Efendî, mamosteyê dibistanê ye (mebest ‘Ebdulwahid Nurî ye ku wî wxtî yek ji rewşenbîrên naskirî yê kurd bû, di tîrmeha sala 1944an de koça dawiyê kir).

8- ‘Elî Axayê Hacî Salih, di dayîreya waridatê de fermanber e (ne dûr e mebest ‘Elî yê katibê bavê Cezayî ciyê wî Buhûşt be).

9- Ezmî Begê Baban, (tiştek li hember nenivîsandiye, ji eşrafên bajêr, nûxwaz û dinyadîtî bûye, di sala 1949an de koça dawiyê kir).

10- Şewket Ezmî Begê Baban, (tiştek li hember nenivîsandiye, kurê mezin ê Ezmî Begê Baban bû. Çend car bûye mudurê nahiyeya ‘Erbet, Bingird, Mawet û ciyên din. Di sala 1951an de koça dawiyê kir).

11- Celal Fetah Efendî, di wilayetê de fermanber e (xalê Emîn Mîrza Kerîm ê çîroknivîs).

12- Ehmed Efendî ‘Ezîz Axa, di wilayetê de fermanber e (bavê Nejad e, mirovekî hêja û di nav xelkê de hezkirî bû).

13- Şêx Maruf, di nav bazarê de bacgir e (min nezanî ev kî ye, Mîrza Marufê şair hebûye û wî wextî kesekî naskirî bûye).

14- Kerîm Rustem, ku bi navê Kerîm Şalom tê naskirin. Di leşkeriya Osmanî de zabit bû, ne gelek e ji Bexdadê vegeriyaye Silêmaniyê (tê gotin nazvnavê Şalomî jê re ji şer maye ku goya beşdarî di Şerê Cîhanê yê Yekê de kiriye, rewşenbîrekî dinyadîtî bûye. Karkerê hejmara yekê ya wan sê hejmarên Bangî Kurdistanê bû, ku Mistefa Yamulkî di sala 1926an de li Bexdadê derdixist).

Yên li derveyî Silêmaniyê, ku li gor lîsteya rapornivîsê me endamê Xoybûnê bûne û wî naskirine, 13 kes in, qismek ji wan damezrênerên Xoybûnê ne. Em ê navê wan jî bi rêzê ve wekî di lîsteyê de hatine li gel têbîniyên xwe binivîsin. Cardin ew agahdariyên di nav kevanê de li hemberê wan navan hatine nivîsandin, yên min in:

1-Memduh Selîm Beg, îhtîmal e li Sûriyê be (di destpêka sala 1972an de min ew li Şamê dît, ew kurdperwerekî bêemsal û xwendewarekî baş bû. Di dawiya salên 70yî de li Şamê koça dawiyê kir. Mamoste Mesud Mihemmed li ser wî agahdarî dane).

2- Mistefa Şahîn Begê Berazî, (tiştekî li hemberê navê wî nenivîsandiye. Qismek ji kurdên Sûriyê Berazî ne, gelek mirovên mezin tê de rabûne. Li gor mamoste Rojbeyanî, Berazî ji Beledûzê çûne welatê Şamê).

3- Celadet ‘Alî Begê Bedirxan, niha li Tehranê ye (mebest Celadet Emîn ‘Alî Bedirxan e. Ji hemû birêvebirên Xoybûnê çalaktir bûye, ji hemûyan zêdetir navê wî di belgeyên ingilîzan ên nehênî de derbas bûye. Roja 15yê tîrmeha sala 1951an li Şamê koça dawiyê kir).

4- Xelîl Ramî Bedirxan, (tiştekî li hemberê navê wî nenivîsandiye, ji eynî malbatê ye, birayê Emîn ‘Alî û mamê Celadet Bedirxan e).

5- Sureya Bedirxan, (li hemberê navê wî bi destxet tiştek nenivîsandiye, ew li Dewletên Yekgirtî yên Emerikayê dimîne, birayê mezin ê Celadet Bediran e. Naznavê wî Blec Şêrko ye(4). Kitêba El-Qediye El-Kurdiye, ku weşana herî bi qîwet a Xoybûnê ye, di sala 1930an de bi erebî û fransizî li Qahîreyê di bin serperiştiya Mihemed ‘Elî Ewnî de hatiye çapkiri, ji aliyê wî ve hatiye nivîsadin. Di sala 1938an de li Parîsê koça dawiyê kir).

6- Doktor Şukrî Mihemed, berê li Bexdadê bû, îhtîmal e niha li Sûriyê be (mebest Dr. Şukrî Sekban e, doktor û xwendewarekî baş bû. Di nîvê salên 30yî de helak bû, dev ji kurdîtiyê berda, vegeriya Tirkiyê û li wir poşmaniya xwe bi nivîskî da xuyakirin. Mamoste Refîq Hilmî bi tundî bersîva wî daye).

7- Mistefa Şewqî, sekreterê Komîteya Merkezî ya Xoybûnê ye li Bexayê (rewşenbîrekî baş û rojnamevan bû. Mistefa Paşayê Yamulkî bi rêya wî re di sala 1926an de li Bexdadê sê hejmarên Bangî Kurdistanê weşandine. Bi serê xwe jî di sala 1927an de cardin li Bexdadê kovara Peyjeyê weşandiye. Di bin navê kovarê de nivîsandiye: Be Kurdî Bo Kurdayetî Edwê).

8- ‘Elî Ewnî, Qahîre (mebest Mihemed ‘Elî Ewnî ye ku di dîwana qralê Misrê de wergêr bû. Belgeke ingilîzan li ba min heye, dibêje: Mihemed ‘Elî Ewnî ji malbata qralê Misrê ye, xwendewarekî zana bû. Di salên 30yî de Dîroka Kurd û Kurdistanê ya Mamoste Emîn Zekî Begê wergerande erebî û di sala 1939an de li Qahîreyê weşand. Her li wir di destpêkî de û pişt re jî bi ‘erebî Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî weşand. Destê wî di nivîs û weşanên Xoybûnê de zêde bûye).

9- Mamend Remzî Efendî(*), li Hewlêrê mamosteyê dibistanê ye (îhtîmal e Mihemed Remzî Efendî be, min nekarî ez ronî bikim ka ew kî ye).

10- Sidiq Efendî, Hile (ne dûr e mebest Sidîq Qadir be ku di hukumeta Şêx Mehmûd de serperiştkarê giştî yê polêsan bû. Bi xwe di bîranînên xwe de dibêje, ez beriya hemû tiştekî kurd im û pişt re misilman im, ez ji gundê Kurtekê û Eşîreta Hemewendî me).

11- Ebdulxaliq Efendî, Kerkûk (wî wextî li Kerkûkê du ‘Ebdulxaliqên naskirî yên kurd hebûn, ‘Ebdulxaliq Qutb û yê duduyan ‘Ebdulxaliq Esîrî yê şair. Roja 1yê kanuna paşî ya sala 1996an ez li Bexdadê çûm li ba ‘Ebdulxaliq Qutb, birêz nedihat bîrê ku beşdarê xebata Xoybûnê bûye. Ger wiha be mebest ji vê ‘Ebulxaliqê Esîrî ye ku kurdperwerekî dilxwaz hatiye naskirin).

12- Silêman Beg, Rewandiz (mebest Silêman Begê neviyê mîrê Rewandizê ye, bi navê Sîlahşor hatibû nasîn. ‘Elî Heyderê kurê wî çed caran di parlamentoyê de bûye nûnerê Rewandizê, çend caran jî bûye wezîr û sefîr, ku ji bo şahidiyê anîne ber dadgeha gel, li wir gotiye ku: ez bi regez kurd û bi hest ereb im).

13- Osman Beg, Rewandiz, (min nekarî ez bizanim ka ev kî ye(5), li gor min Huseyn Huznî Mukriyanî jî ku wî wextî li Rewandizê bi derxistina Zarî Kurmancî mijûl bû, ji nêzîk ve peywendiyên wî bi birêvebirên Xoybûnê ve hebûn)”.

Di dawiya nivîsa xwe de zabitê îstîxbara Brîtanyayê bi devê rapornivîsê me van sê rastiyên bi qîmet ên din ji bo me nivîsandine. Ingilîz heta wê yekê jî zanîne ku endamên Xoybûnê yên Silêmaniyê car û carnan di nav xwe de gotina “sincuq esênîn” (sicux bistînin) bikar dianîn, pişt re ji wan re ronî bûye ku ew gotin bêjeke nehênî ya ji bo hevûdu nasînê ye, dema ku ji ciyek diçûn ciyekî din di navbera xwe de ji bo hevûdu nasînê wekî parole bi kar dianîn. Wekî ku bêjin em ji bo sicux bistînin hatine. Bi eynî destûrê ingilzan vê yekê jî zanîne ku liqa Xoybûnê ya Silêmaniyê, di ciyê navê xwe de “Şu’beyî Fîdayî JimareYek”ê ji xwe re kirine sembol, liqa Xoybûnê ya Hewlêrê jî ji bo eynî mebestê navê “Şu’beya Ewel”ê bijartiye. Sekreterê emniyetê Mamend Remzî bûye ku vê carê nivîs dibêje mamosteyê dibistanê ye li Şeqlaweya nêzîkî Hewlêrê. Ez hêvîdar im kurd bi xwe li wî rapornivîsî xweş bin, ji ber ku bi rastî xêr û berê wî ji bo dîroka kurd zêde ye, ev rastiya han di beşa bê ya gotara me de, bi awakî ronî bê dîtin.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev