DI BAWERIYÊN OLÎ DE JIMARA HEFT

DI BAWERIYÊN OLÎ DE JIMARA HEFT

Xwendevanên hêja, em ji cêrgeya nivîsên xwendevanê me yên derheqa mijareke taybet di bawerî û zargotina me da gotara duduyan raberî we dikin. Beşa din hûnê piştî çend rojan bixwînin. 

Şemoyê Memê

Li erdnîgariya Kurdîstanê hema bêje bi dehan dîn û hizbên (mezheb) dînî rabûne ser pê. Hema bêje hemû di bin bandora dînê kurdan ê herî kevn û xwedî bandor “yezdanîtî”yê de mane. Piraniya kurdên ku ne misilman in, bi zimanê kurdî wekî tê zanîn “yezdanî” ango wek hizbekî milyaketan jî dikare bê hesibandin, guhartoyekî ev dînê kevn û xwedî bingeheke dûr û kûr û berbelav dihebînin. Navê yezdanî, guherîneke biçûk a navê êzdîtiyê ye. Wateya wê, ‘yên ku milyaketan dihebînin’ e. Li gor Mahrdad R. Îzady,  êzdiyatî, yarsanîtî û elewîtî sê şaxên yezdaniyetiyê ne.

Hemû baweriyên yezdaniyetiyê çi yên qedîmî çi yên nûjen, bingeha xwe Roniya Pîroz, milyaketbûna eter û pîroziya hejmara “heft”ê digirin û pala xwe didin baweriya van hêzan ku gerdûnê ji heft hêzên xirab diparêzin. Baweriyeke hevpar a girîng a hizbê jî kirasguhêrîna (avatar) mezin û biçûk a giyan (ruh) e.[1] Ev kirasguherîn, di yarsanîtî û êzdiyatiyê de baş xuya dike. Milyaketê sereke û afirîner, ji nav heft rêbazên jiyana gerdûnê ya ewil, hejmara pîroz heftê pêk tîne. Ev qonaxa yekem, her yek di qonaxa berê xwe de dewama kirasekî ye û her yek ji bo gihîştina ruh ango hefta pîroz şeş qonaxên nû paş hev tên. Ev heft qonaxên resen û di berdewamiya milyaketên girîng de dibe ku kirasguherînên nû û negirîng jî werin ser rûyê erdê.

Di Avestayê de jimara heft 

Avesta, pirtûka pîroz a zerdeştiyan e û wek pirtûkeke pir binirx tê hesibandin ji bo şaristaniyê. Ji gelek beşan pek tê û tê bawerkirin ku Xweda Ahûra Mazda, ji Zerdeşt re şandiye. Bi hezar salan ev pirtûk gelek caran ji nû ve hatiye nivîsîn û wergerandin ji bo gelek zimanan. Li gor zanînan, hemû Avesta ji 1200 fargardan (beşan) pêk dihat û ev hezar sal B.Z. li ser textên bi rengê zêr hatiye nivîsîn. Li gor zanîneke din ev nivîs li ser 1200 çermên gayan hatiye nivîsin. Li gorî gotinan ev beşên mezin di dewrana Îskenderê mezin de hatine şewitandin.

Xweda Ahûra Mazda şeş xweda afirandine, bi xwe jî serokê wan e û tevî hev dibin heft. Ji wan re Ameşa Spenta tê gotin. Wateya vê peyvê “Cewherên Nemir” e. Ew milyaketên sereke ne û Ahûra Mazda ji bo alîkariyê her yek ji bo karekî afirandiye. Navên wan wekî ku di Hurmuz Yeşt: 25’ê de derbas dibe; “Ey Zerdeşt va ye yê ku min afirandiye, Vohu-Mano. Ey Zerdeşt va ye yê ku min afirandiye, Aşa Vahîşta. Ey Zerdeşt va ye yê ku min afirandiye Xşathra Vairya. Ey Zerdeşt va ye yê ku min afirandiye Spenta Armaîtî. Ey Zerdeşt va ye yê ku min afirandiye, wexta ji tenên xwe aza dibin û dibin xelata pakiyan, Haurvatat û Ameratat.”[2] Di nav van de yê herî girîng Aşa Vahîşta ye ku agirê pîroz diparêze û rêya dad û zanyariya kûr nîşan dide. Vaho Manah, ên giyanpak li bihûştê pêşwazî dike (fikra pak), yê ku rêberiya yên din dikir û berê ewil xwe nîşanî Zerdeşt kiribû. Parêzvanê agir Xşathra Vaîrya (welatê ku tê xwestin), Spenta Armatî cewheran dinimîne, rûerdê Haurvatat (saxlemî, tekûzî), Ameretat parêzvaniya av û nebatan dike û wateya wê bêmirin e. Lê dijberê van jî bi serokatiya Angra Maînyû jî heft hêzên xirabiyê hene. Heft hêzên xirabiyê û yên qenciyê di yarsanîtiyê de jî cih digirin.

Di dînê Îrana qedîm de edet bû ku peywendiya xwedayên razber bi parên xwezayê ve gire didan, loma beranberî her xwedayekî fenomenek hebû. Beranberî Ameşa Spentayan jî ev hebûn: ezman, erd, av, nebat, dewar, mirov û agir. Her xweda parêzvanê yekî bû. Ev jî heft tiştên hebûnê ne.

Cewherên pîroz ku ji layê Xwedê ve hatine afirandin û talî berpirsyariya dinyayê jê re hatiye dayîn, peywendiya wan a bi elementan û fenomenên xwezayê re, di baweriyên kurdan ên qedîm êzdiyatî û ehlê Heq de jî berbiçav e.[3]

Zerdeştiyan di salekê de heft cejn pîroz dikirin. Ev cejn beranberî heft cewheran digirin. Ji van re ‘gahambar’ gotine. Maîdyozarem, cejna nava biharê ye. Bi navê Khsatra Vaîrya ezmên dinimîne. Maîdyoshahem, nava havînê, avê dinimîne. Paitishahem, pakkirina dexl, wexta bêderan dihat pîrozkirin, axê dinimîne. Ayathrem, cejna qayîlkirina biran (kerî), ji bo nebatan dihat pîroz kirin. Maîdyarem, cejna nava zivistanê ye û ji bo heywanan dihat pîroz kirin. Hamaspathmaidyem ji bo afirandina mirovên ewil di êvara dawiya salê de, li gorî salnameya mîladî di êvara 20’ê Adarê de dihat pîrozkirin. Cejna heftan Newroz (nûroj) roja sersalê dihat pîrozkirin. Newroz li gor salnameya kurdan 1’ê Adarê ye. Ev cejn ji bo Ahûra Mazda û maiyeta wî, milyaketa pak, parêzvanên ruhên mirovên durist ên zindî û mirî ye.[4]

Gelên arî bawer dikir ku dinya ji heft kişweran* pêk tê û ya navend jî Medya bû. Ev heft kişwer ew in: Arezahî (rojava), Savahî (rojhilat), Fradadh Afsu (başûrê rojhilat), Vîdadhafsû (başûrê rojava), Vourubarestî (bakûrê rojava), Vourujarestî (bakûrê rojhilat) û Xvaniratha (navend) bûn. Kişwera herî mezin û navend Xvaniratha bû û ev der Êran (Medya) bû û tê de mirov dijiyan (Mîhr Yeşt, 15, 16). Çiyayê efsaneyî Hara li navenda Xvaniratha bilind dibû. Di kitêba Vendîdat, Fargard 19, 13 de tê gotin; “Ey Zerdeşt ger tu wan nikarî bibînî jî, banga hawarê ji Amêşa-Spentayan ên ku heft Karşvaran (kişwer) bi rê ve dibin, bike.[5]

Tê neqilkirin ku di qonaxa sasaniyan de heft agirgehên (azergede-ateşgede) ariyan ên navdar hebûne û her yek beranberî felekekê hatiye avakirin. Ev ateşgede ev in; Azerborzînmihr, Azernûş, Azerbehram, Azerayîn, Azerhordad, Azerborzîn, Azer Zerduşt.

Di yarsanîtiyê de jimara heft

Yarsanîtî ango ehlê Heq[6] (ji layê kesên ne di vê olê de, ji wan re Alî-Îllahî jî tê gotin) li gor baweriyan bi layê derwêşekî bi navê Sultan Îshaq (Sahak) ve hatiye damezirandin. Jêderka vê olê erdê Kurdistanê aliyê rojhilatê başûr Şehrîzor e. Li wir bigire heta Loristan, Kurdistan, Azarbeycanê berbelav e. Rêz û rêbazên vê olê di pirtûkên Serencam,  Fûrkan û Heqqûl-heqayeq ya Şahname-ye Heqîqet” de hatine destnîşankirin. Serencam pirtûka herî kevn a dîn û ayînê ye, Fûrkan û Heqq ûl-heqayeq ya Şahname-ye Heqîqet jî layê Hecî Nîmetûllah Ceyhûnabadî (1871-1920) ve hatine nivîsîn.[7]

Heft, di bawerî û zargotina yarsaniyan de hema bêje hîmê her tiştî ye û berbiçav e, hejmareke pîroz e.  Li gor yarsanîtiyê Cewherê Pîroz peyderpey heft caran bi şêweyê kirasguherînê-libasguherînê (avatar-tecellî) hatiye ser rûyê dinyayê. Heft sembolîzmeke navend e û pîroz e. Heft bihûşt, heft milyaketên qenciyê (di heman demê de heft ruhên xirab), qonaxên dinyaya ku em tê de dijîn, avatarên girîng ên gerdûnî û nûnerên malbatên mezin ên pîroz ên dewamiya dîn diparêzin hemû heft in.[8] Çîroka aferîşê di ola kurdan yarsanîtiyê (ehlê Heq) de beriya her tiştî dest pê dike. Berê ewil qet tiştek tune bû û hemû dinya bi avê dorpêçkirî bû. Cewhera pîroz di forma ‘Ya’ de bû û hundirê durê de bû. Dur di hundirê qalikekî behrê de bû. Qalikê behrê jî di binê behra bêbinî de bû. ‘Ya’ milyaketê ewil ‘Cebraîl’ afirand. Cebraîl di nav behra bêdor û bêbinî de bi tena serê xwe mabû. Ji xwedayê xwe ‘Ya’ xwest ku çend milyaketên din jî biafirîne; “bi tenê nikarim te bihewînim, loma ez li te niyaz dikim ku tu çend hewrêyên din jî biafirînî.”

Paşê ‘Ya’ ev niyaz pejirand û bi dilqê xwe şeş milyaket afirandin. Navên wan ev in: Mikaîl, Îsrafîl, Azraîl, Rûçiyar, Aywat û Marmûz. Mikaîl ji bêhna Wî, Îsrafîl ji dewê Wî û Azraîl bi hêrsa Wî hatin afirandin. Rûçiyar û Aywat bi nûra çavên Wî hatin afirandin.[9] Milyaketa heftan a ku “mê” tê pejirandin Marmûz jî bi xwêya Wî hatiye afirandin. Bi tevî Cebraîl ev şeş milyaket bi navê ‘Heften’ ango ‘heft-ten’ tên zanîn. Bi wateya heft kes, heft can, heft ruh. 

Bi niyazkirina ‘heften’an çend afirandin dîsa rûdan. Dur, berê sifte (pêşî) keliya, şewitî û hêman (made) ji ruh wêder bû. Ji dûxanê ezman hat afirandin û ezman dageriya heft çerxan. Bi niyazkirina Heftenan Havênkar xwest rûyê erdê mirovan biafirîne, loma Cebraîl şand rûyê erdê da ku axê bîne, lê axê qebûl nekir ku bibe havênê mirov û nehat. Havênkar paşê Mikaîl û Îsrafîl şandin. Ew jî bêdiliya axê destvala vegeriyan bal Havênkar. Lê Azraîl bi darê zorê li rûyê erdê li heft deveran heft kulm ax berhev kir û anî. Azraîl ji ber xemsarî û zordariya xwe bû milyaketê ruhstên. Loma li rûyê erdê bi heft cure rengî, nijad peyda bûn. Li rûyê erdê heft parzemîn hene, li her yekê jî li gor xwe hewa û seqam heye. Heft kişwer an jî heft îklîm jî tê gotin. Mirovên wan jî bi şikl û şemal ji hev cuda ne.

Di yarsaniyê de dinya li heft dewranan hatiye parkirin:

  • “Dewra Havênkar[10], Cebraîl, Mikaîl, Îsrafîl û Azraîl
  • ‘Elî, Mihemed, Selman, Qamber, Nusayr, Fatemeh
  • Şah Hoşîn (Mitras), Baba Bozorg, Baba Faqîh, Baba Hesen, Baba Taher (Mama Celale)
  • Sehak Benyamîn (Hidir), Davût (Baba Yadgar) Pîr Mûsa, dewra Razbar (Dayirak razbar)
  • Qermezî, Kaka Mireh, Kaka Ereb, Kaka Rehman, Zerbanû
  • Mihemed beg, Kaka Merican, Kaka Malakcan, Qaraput Şahsavar, Dustî
  • Şah Ataş, Şah Cemşît, Şah Almas, Şah Abdal, Pêrî Xanim”[11]

 

Di yarsaniyê de milyaketên di rêza duyem de jî hene. Ji wan re “Heftewane” tê gotin. Wateya vê peyvê ‘heft hêz’ e. Li pişt perdeyekî bi maweya heft rojan hevşabûna Sultan Sahak û jina wî bi şêweyekî mûcizevî hatine dinê. Wexta ku roja axirzemanê ji ber ji hev zêdebûne, “Heftewane”, dê bi “heften”ê re bibin yekpare.

Di rêza sêyem de jî milyaket hene û ji wan re jî “Heft Serdar” tê gotin ango heft fermandarên qenciyê, heft nûr. Di nav van fermandaran de çend navên mîtolojîk û dîrokî jî hene. Wekî, Nerîman, Rostem, Îskender. Li dij heft fermandarên qenciyê, heft fermandarên xirabiyê û tarîtiyê jî hene û balkêş e hemû kesên misilman û ji mezhebê sûnnî ne; 1- Ebû Bekr, 2- Omer, 3- Osman, 4- Talha, 5- Zubeyr, 6- Rehman, 7- Muaviye.

Heftê û du ten ji bo kesên ku dipên jinûvexuyabûna Xwedê bibînin re tê gotin. Ev heftê û du zilam in. Di êzdayetiyê de behsa heftê û du miletan tê kirin. Têkiliya vê jimarê bi hejmara heft re heye.

 

Di yarsaniyê de her rojek bi navê milyaketekî tê binavkirin;

  • În; bi Seyîd Mihemed
  • Şemî; bi Ebulvefa
  • Yekşem; bi Mîr
  • Duşem; bi Mistefa,
  • Sêşem; bi Seyîd Şahab-ud Dîn
  • Çarşem; bi Sultan Badusî
  • Pêncşem; bi Seyîd Hebîb Şah

Riataza

 

[1] Mehrdad R. Izady; Kürtler Bir El Kitabı, Weşanên Doz, Stenbol, 2004, r. 253

[2] Avesta – Zerdüştilerin Kutsal Metinleri, Weşanên Avesta, Stenbol, 2012, r. 360  

[3] b.n.b, r. 13

[4] b.n.b, r. 17 

[5] b.n.b, r. 140 

[6]Li gor tasavvûfê ji bo serwextbûnê çar merhale hene; Şerîet, Terîqet, Merîfet û merheleya herî bilind Heqîqet. Kêm kes digihîjin merheleya çaran û ew kes ‘Ehlê Heq’ in; kesên ku gihîştine merheleya Xwedê (fenafîllah). Merhaleya heqîqetê bi xêra Sultan Sahak pêk hatiye. Elewîtî û bektaşîtî jî li pey yarsanîtiyê peyda bûne û ev rêbaz pejirandiye. Kurdên vî dînî dihebînin ên Silêmaniyê ji xwe re ‘kakaî’ jî dibêjin ango ‘biratî’.

[7] Cara ewil Cont de Gobinea û kurdzanê navdar Vladimir Minorsky der heqê vî dînî de lêkolîn kirine. V. Mînorsky li ser vî dînê kurdan, bendekî hêja nivîsiye.

[8] Mehrdad R. Izady; Kürtler Bir El Kitabı, Weşanên Doz, Stenbol, 2004, r. 261

[9] Wisa xuya ye ku pênc milyaket, pênc sehekên mirovan dinimînin: bêhnkirin, dîtin, bihîstin, çêjtin, pelandin. Lê heft lebatên mirov in jî.

* Kişwer an jî Karşwar ji bo herêman hatiye bikaranîn û peyveke avestayî ye. Heft kişwer an jî heft îklîm jî tê gotin. Tiştekî balkêş e dinya jî li heft parzemînan hatiye dabeşkirin.   

[10] Havenkar an jî Havendiger, aferînerê dinyayê ango Xwedê ye. Karê wî havênkirin e ango afirandin e. Ev peyv bi kurdî ye, wateya wê ‘havên’ e ango hevîrê her tiştî, bingeha her tiştî, her tişt ji wî zêde bûye. 

[11] M. Reza Hamzeh’ee, Yaresan( Ehl-î Hak) ,weşanên Avesta, Stenbol ( 2008)  r.163 

* Di pirtûka Mehhrdad R. Îzady de ev navên nîşankirî jî hene. r. 264

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev