Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -7

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -7

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhema Qedrî Can ya di hejmara 52an di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Rojên Derbasbûyî

Piştî jîyîneke sê salan jîyîneke tal û şêrîn ez ji Amûdê bi dûr diketim… Çend hevalên min ên fedakar û çend sûxeyên min ên wefakar dora timobîla me girti bûn… Yek, du heval xuya ne bûn; Xwedê zane ne ji bê bextî, dibe ko ji diltengiya jihevqetandinê çavên wan bar ne bû bû û ne hati bûn… Bi kel û girî min û hevalan destên xwe di hustiwên hev re bir û anîn. Me hevdû dispart Xwedê… Bi germiyeke wisan me destên hev diguvaşt ko dilên me ji hev re digotin: Emê her û her heval û bira bimînin…

Gava timobîl bi rê ket, bê hemd çend hêsir ji çavên min herikîn… Ji alîkî, ji hevalan bi dûr diketim, ji aliyê din birîna hêta min ez diêşandim; giyanê min dihejiya; min ne zanî bû êşa vê birînê ewê çiqas dom bike û ewê çi li êniya min binivîse!

* * *

Gelek rojên xweş û pir rojên reş min li Amûdê derbas kirin… Paşiya paşîn ez bûm zelûlê serencameke kirêt.

Gava diçûm dibistanê û vedigeriyam, dêlikek teva du cewrên xwe li ser riya min xuya dibûn û bi min da direyan. Cewrekî gurî bû, çavekî wî kwîr bû, rîşekê nêviyê rûyê wî şewitandi bû… Cewrikê din kurmî bû, mîna bi nexweşiya firengiyê keti be, gava direya kewtîn û kaz kaza wî, nola kwîsiyê lablabik di berde ma be, bi der diket…

Belê van cewrikan timî dixwestin riya min bibirin… min jî guh ne dida wan… ne di hate bîra min ko rojekê hestiyekî bavêjim ber wan û xwe ji wan biparêzim. Rojekê ji nişkave – Xwedê zane ê kwîr bû – ji paş ve bi hêta min girt û ez birîn kirim… .

Tixtoran ji min re hewa guhestin û cih guherandin berpêş û “Eyndîwar” nîşan kirin.

* * *

Timobîla me hêdî hêdî ji Amûdê bi der ket û paşê lezand; hevalan, hetanî em ji hev wenda bûn destên xwe ji min re kil dikirin. Timobîl, her ko diçû, xwe diguvaşt… Li aliyê çepê çiyayên Kurdistanê, li alî rastê çola Cezîrê û şorezara Erebistanê diherikîn… Xunaveke bê deng hûrik hûrik dibariya. Şifêr digot: Xwedê bike baran boş nebare em xwe bigihînin Qamişlokê…

Xwedê em ji herî û çiravê parastin, baran ne bariya… Lê hetanî em gihiştin Qamişlokê xunavê rûyên me dialast…

Bi lez û bez min xwe gihand cem tixtor…

Birîna min pansiman kir û hinek derman da min. Roja din em gihiştin Dêrikê, li ba hevalekî bûm mêvan, lê bi şev xewnine bi tirs ez vediciniqandim. Birîna min diêşiya.

Sibehê ez li ser timobîlekê geriyam, bi dest ne ket, vêcar li ser hespan me berê xwe da ”Eyndîwar”ê. Piştî du saetan em gihiştin wir… Ji xortên wir Fetahê mele Sadiq û Mihemedê mele Ehmed derketin pêşiya min û bi rûkenî û bi dilgermî destê min guvaştin…

* * *

Di yekê Avdarê de gihiştim ”Eyndîwarê”. Herkesî ji min re digotin: Bextê te baş e, tu di serê Biharê de hatî vir, ji îro pêve bihar e. Bihara Eyndîwarê mîna bihara zozanên Kurdistanê ye…

Ev fala ko herkesî ji min re vedikir wisan derneket… Bi hêjmar, mehek û sê rojan, bi şev û bi roj baran bariya. Bi hezar dijwarî min xwe digîhand dibistanê… Suxteyên dibistanê, mîna yên Amûdê, pirê wan Kurd bûn. Ji lewra me zû hevdû nas kir û me zû ji hev hez kir…

Qederê mehekê min nikarî bû dora xwe bidîya, bi şev baran… bi roj baran… êdî canê me bawî bûbû, hundirê me zingar girti bû… Birîna min jî hêj dixebitî… min bawer ne dikir ko ewê kînga rehet bibe…

Piştî mehekê bi şûn da, nîva, roj bi derket, giya şîn bû, gul û çîçekên rengîn xuya kirin… Min fam kir ko bihara ”Eyndîwarê” bihareke welatî ye. Li hember: Çiyayê Cûdî, wargehê Nûh pêxember di bin de çemê ”Diclê” diherike… Li berê çem ”Cizîra Botan” welatê Mem û Zînê xuya dike. Ev her sê bergehên dîrokî di jiyîna min de wergerandineke mezin çêkirin û giyanê min bi axa wê derê ve girêdan… Di rojên baranê de, dost û hevalan ji min re digotin: Malava, bihna xwe teng meke, îro sibe, baran ê bisekine, êdin Bihar e, emê herin ”Pira Bafet” seyranê, tiwê bibinî çi cihekî xweş e, çi cihekî xweş… Min û hevalan çend seyran çêkirin. Vêcar dora ”Pira Bafet” bi xwe hati bû. Rojekê, me xwarina xwe bi xwe re bir û em çûn ”Pira Bafet”, pira dîrokî (dibêjin di zemanê Mîr Mehemedê yekdest de ava bûye). Bi rast jî cihekî pir xweş bû. Dicle di bin lingên me re diherikî… Birca belek rind xuya dibû… li ser Cûdî berfa sipî diçirisî.

Hetanî êvarê em li wir man… Hevalê yekta û rûhşêrîn Mehemedê Melê mîna hergav weke şalûlekî dikire şeqeşeq, ji dîwana Cizîrî perçên dilşewat dibijart û destê xwe bi aheng kil dikir û digot:

”Me di dil de heye narek ko disijit seqerê”

”Erzihala ko nivisî me bi xûna cegerê…“

Birîna min hêdî hêdî rehet dibû.

* * *

Êdin wexta girtina Dibistanan hat… ji alîkî kêfxweş, ji aliyê din dilnexweş bûm. Ezê vegeriyama Şamê, minê hevalên xwe ên li wir û ên li ser rê bidîtana… Lê destê min ji Eyndîwarê û hevalên Eyndîwarê ne dibû… Şairekî çiqas rast gotiye: “Gava meriv li cihekî dimîne, bi însan û axa wê derê ve bi benên nexuyayî tê girêdan, kînga meriv ji wir diçe, ev benên ha dilê meriv ber bi xwe ve dikşînin û diêşînin…”

Gava ji ”Eyndîwarê” derketim, mîna roja ”Amûdê” qirika min tije girî bû bû…

* * *

Roj, meh, sal… çiqas zû derbas dibin. Ev bûn du sal- ne kêm ne zêde- ji wan cihan, ji wan hevalan bi dûr ketime… Li cihine wisan dimînim ko ne ”here” ne ”were” dibîsim: guhê min ji vê ahenga piresteşî bê par maye… li dora xwe dinêrim ji berdêla Cûdî û Diclê leylanine xapînok dibînim.

Hevalekî dewsa Mehemedê melê, ew dewsa vala, tijî bike – suxtê min jî ne Biro û Remo nin ji diyariya wan deran bi tenê tiştek bi min re maye; di hêta min da hêj jehra diranê wî cewrikî dilive. Ew cewrikê bê xwedî, ew cewrikê serberdayî…

Cideydê : 10- 11- 1942

Hawar, Hejmar: 52, sal: 1943. Rûpel: 9, 10.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Roşev sîtav

    Dema ku merî nivîsên Qedrî Can dixwîne, merî xa li gund dihesibîne û bi civakê ra li odekî da rûniştîye û kekê Qedrî jî wekî çîrokbêj li wir diaxife..
    çiqas bibêjî weqas xaş û rind..
    Erê, mala hemî guhdaran jî ava bî..

    Dûra ew tê aqlê merîyan;
    gelo em ji çanda xa pirr dûrketine çî ye.!?

    Erê, kekê me jî bila bi dilxaşî cîyê xa da li me, ango li desthelatîya me sêr bike..
    25 Îlonê birînê wî jî derman bike..

Şirovekirin hatine girtin.