Civakeke bê ruh û bê bawerî

Civakeke bê ruh û bê bawerî

Encama seredana min a Kurdistana Bakur piştî 6 salan

Ercan Aras

Bi hêvîyeke mezin çum lê dilşikestî zivirîm.

Ez çûm bajaran, ez çûm bajarokan û ez çûm gundan. Min dît mêr û jinên ku kurdîyeke tewşopevşo dipeyîvin, heta min dît kal û pîr ku mecbûr dibin tirkî dipeyîvin, ji ber ku nebîyên wan kurdî fêm nakin, lê min dît zarokên kurdan bi tirkîyeke baş zanin.

Di warê kurdewarîyê da min tiştek nedît. Li gor min di warê xwezanîya etnîkî da ziman faktora herî grîng e. Dema ku zimanê gelekî hinda bû, xêra wî gelî jî namîne. Rastîya min li Kurdistanê dît ev e: zimanê kurdî hindik maye bi tevahî ji holê rabe. Ez bi rehetî dikarim bibêjim ku zarokên kurdan kurdî napeyîvin, lê suc yê dê û bavên wan e. Kurdîya ku îro jin û mêrên kurdan dipeyîvin ne kurdî ye, ji sedî heyştêyî tirkî ye.

Ka ji min ra bibêjin kîdera vê rêzegotina ku cînarekî min peyîvî, kurdî ye?

”… zemanê ku min bastirmîş kir avê hoplamîşê jorê kir, ondan sonra min her îhtîmale karşî pêşîya avê kapatmîş kir”.

Yekî ku tirkî nizanibe nikare evê gotinê fêm bike. Hûn bawer bikin kurdi ketiyê vî halî. Gere were zanîn ku ev devereke çîyayî ye û ji ber wî jî tesîra tirkan gelek dereng li ser çê bûye. Wek nimûne televîzyon di dawîya selên 1990 da hat. Kurdên vira jî, ji binî va tirkî nizanibûn. Min îjar baş fêm kir, ku tekoşîna elîtên kurd dikin, naghîje gel. Dibe ku edebîyata kurdî û helbesta kurdî û muzîka kurdî pêş va dikeve, lê haya gel ji vê nîne. Gel li ber televîzyona tirkî runiştîye û bi awayekî hîpnozkirî li rêzefîlmên ecêb mêze dike. Kesek naxûne, kesek nafikire.

Yanê bi salan şer, dew, gundşewitandin, kuştin û koçberî; lê pir mixabin encam boş e. Ev jî baş dide fêm kirin ku, ji bo gelekî, têkoşîna herî mezin ya kulturî ye. Ya ku kurd heya dema naha li ser xwe hîştîye kultura wan ya dewlemend e, ne têkoşineke sîyasî û çekdarî ye. Dema ku zarokên kurdan kurdî napeyivin, ne feyde ye ku te li serên çiyan hezar salî şer kirîye.

Perên ku hûn didin çekan, bidin dengbêjan, bidin melayên zana ji bo dersa kurdî bidin. Di her gundên kurdan da melayekî kurd ji alîyê gundîyan ve tê girtin heye. Lê mixabin ev kesana di demeke kurt da dibin merivên dewletê û di yalê kurdeyatîyê de hebûnekê nîşan nadin. Di ser da kultura kurdan ya dewlemend didin jibîr kirin. Dibêjin ”kilamgotin heram e, govend girtin herm e, muzîk lêxistin heram e”.

Gotina min ya dawî ev e: kurd enerjîyeke mezin di warê şer da ray didin, lê rastîya herî girîng ji bîr dikin. Ku şer jî gere ji bo kulturê were kirin. Mixabin kurdan ji bîr kirîye ka ji bo çi şer dikin.

Îro roj, wêneyê civaka kurdî li bakur awha ye:

Zarok kurdî napeyîvin, meleyan kilam, lîstik û qewlokên gel yên dewlemend qedexe kirine, û gel bi cehnemê tirsandine. Gel jî di navbera meleyan û televîzyona tirkî da diçe û tê.

Encam: civakeke bê ruh û bê bawerî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ercan Aras

Sala 2007an beşa sîyasetê-zanistê a Ûnîvêrsîteya Uppsalayê (li Swed) qedand, sala 2012an dîsa li wir beşa rojnamegerîyê qedand. Di radyoya Swêdê a beşa kurdî da kar kir. Ji 2014an di eynî Ûnîvêrsîteyê beşa zimanzanîyê da wek lêkolîner kar dike. Xebatên wî yên zanyarî li ser pirsgirêkên kurdan li Tirkîyê hene.

Qeydên dişibine hev