Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -5

Dewleta Hesnewîyê Kurd- Ibn Xeldûn -5

Ev nivîs beşa 5an a dawî ya gotara lêkolîner Emîn Narozî ye, ku me 4 beşên wê yên pêşin di malpera xwe da çap kirine. Fermo beşa 5an bixwînin, ku lêkolîner bi taybet ji bo malpera Riataza nivîsîye. 

Destdanîna Sadî ibn Ebû Şewk ser aqarê malbata xwe ji bo selçûqiyan

Wergera ji erebî: Emîn Narozî

Dema ku Mihelhil piştî birayê xwe Ebû Şewk bû mezin, hingê bi diya Sadî re zewicî û wî hogirî xwe kir. Hingê kurdên şadincanî jî cira xwe jê re nexweş kirin û wî jî Sadî şand cem Niyal/Yenal. Ew çû li Şadincanê[1] giha wî û di sala 439/1047an de jî Niyal/ Yenal bi wan re leşkerê oxuziyan jî rêkir. Ew pêkve çûn, wan dest danî ser Hulwanê û li wê derê li ser navê Îbrahîm Niyal xutbe da xwendin.

Dû re ew ji wê derê vegeriya Mahideştê û apê wî Mihelhil jî hima piştî derketina wî gihîşt Hulwanê, dest danî ser û xutbê ji ser navê Niyal birrî. Sadî ji wê derê dageriya ser apê xwe Serxab, êrîşî wî kir û koşka wî talan kir, ji wir jî bi hevalên xwe ve çû Bendeniceynê, nazirê Serxab girt û ew der jî talan û tajan kir. Serxab bi xwe hilkişiya keleya Dorbelûnê û Sadî jî zivirî Qermîsînê/Kermanşahê.

Mihelhil kurê xwe Bedir şand ser Hulwanê û dest danî ser; Sadî jî rabû çû leşkerê ku pirên wan oxuzî bûn da hev û car din çû Hulwan bi paş ve sitand û berê xwe da apê xwe Mihelhil. Ew li Tîranşahê ku keleyeke Şehrezorê bû gihîşt wî, oxuziyan wan herêmên din tev talan kirin, wî jî digel serdarê Niyal, Ehmed ibn Zahir[2] dora Tîranşahê pêça. Pişt re oxuziyan Hulwanê jî talan kir û Mihelhil jî xwest ku here biraziyê xwe, lê westiyayî bû.

Di pey de Sadî bi şertê ku ew pê re here dora keleya Dorbelûnê ku Serxabê apê wî lê dima, bigire, Bendeniceynê da Ebû Feth ibn Darem/Weram û ew bi hev re çûn ser wê. Riya wê pir asê bû, ew ketin geliyekî teng û jê derneketin. Sadî, Ebû Feth û giregirên din tev hatin hêsîr kirin, lê oxuzî piştî ku dest danîn ser bendeniceynê dîsa zivirîn.

 

Karesata Serxab û destdanîna Niyal/Yenal[3] ser hemî aqrê wan

Dû re gava Serxab kurê birayê xwe Sadî ibn Ebû Şewk desteser kir, hingê kurê Serxab Ebû Esker[4] jê hêrs bû û jê veqetîya. Jixwe hingê Serxab jî xuyê xwe ji kurdan re nexweş kiribû û gava ev jî qewimî ew li ser kom bûn, wan ew desteser kir û bir cem Niyal. Wî jî çavê wî derxist û doza berdana Sadîyê kurê Ebû Şewk lê kir ku Ebû Eskerê kurê wî ew berda, lê ew da sondê ku ji bo berdana bavê Serxabê wî bixebite.

Gava Sadî derket, gelek kurd li dorê kom bûn û ew jî rabû çû cem Niyal, lê ew jê tirsîya, berê xwe da Deskereyê[5] û ji bo têkeve ber fermana Ebû Kalîcar[6] jê re nivîsî. Dû re Ibrahîm Niyal çû keleya Kelcanê[7] û nehişt ew bên têkevin wê ku dû re ew jî rabûn çûn ser keleya Dorbelûnê û ew dorpêç kir, herweha hêzeke wan jî kişîya ser Bendeniceynê û ew talan kir. Ibrahîm jî rabû çû ew talan kirin, kuştin û yên ku desteser kirin jî sezayê mirinê da wan.

Hêzek ji wan çû ser Ebû Fetih [ibn Weram], ew revîya û xelkê xwe û malê xwe hişt, ew hilkişîyan ser û dan pey ku wî jî şerê wan kir û ew şikandin. Wî hawar xwest, lê hawar jê re nehat û ew jî derbas bû û ferman kir ku mal û eyalên wî dakevin hêla oxuzîyan.

Hingê Sadî ibn Şewk jî bi qasî du fersengan (12km) nêzîkî Bacisê[8] daketibû û oxuzîyan jî ji nedî ve êrîşî wî kir ku ew revîya û malê xwe hişt, oxuzîyan jî dest danî ser malê wî.

Wan ew dever û Deskere, Harûnîye[9] û Qesra Sabûr/Şahpûr[10] hemî talan kir û xelkê wan ji hev belav bû, yên ku hatin kuştin û niqo bûn, xeniqîn û gelek jî ji ber sirê çûn helakê. Sadî çû xwe gihand Debalê[11] û ji wê derê jî çû xwe gihand cem Ebû Exer Dibeys ibn Mezyed[12] û li nik wî ma. Niyal jî çû keleye Sîrwanê dorpêç kir û zor dayê ku nijdeyên wî jî li welêt belav bûn û pê ve çûn heya ku gihan nêzîkî Tikrîtê.[13]

Dû re xelkê keleya Sîrwanê ji Niyal/Yenal ewleyî xwest ku wî jî dest danî ser wê û ser zexîreya Sadî ku tê de bû û yek ji hevalên xwe danî ser keleyê. Dû re xwedîyê keleya Sîrwanê mir û Niyal/Yenal jî wezîrê xwe şand ser Şehrezorê, Mihelhil jê revîya, pir dûr çû û wî jî dest danî ser. Her hingê spaha Niyal/Yenal dora keleya Hewazşahê[14] jî pêça.

Di pey de Mihelhil ji xelkê Şehrezorê re nivîsî da êrîşî ser oxuzîyên cem xwe bikin ku wan jî şerê wan kir, lê serdarê Niyal li wan zivirî û ew kuştin.

Pişt re oxuzîyên ku li Bendeniceynê diman çûn hêla çemê Selîlê[15] û şerê Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanî[16] kir ku wî ew şikandin, zora wan bir û dest danî ser tiştên bi wan re. Di meha zilheceyê de komek ji oxuzîyan çûn welatê Elî ibn Qasim[17] û ew der têk dan ku ew ketin tengavekê; wî jî êrîş bir ser wan û malê ku biribûn bi paş ve ji wan sitand.

Serdarê Niyal Ehmed ibn Zahir li dorpêçana Tîrazşahê/Tîranşahê ya li Şehrezorê domand heya ku ket sala çelî (440/1048) ku hingê du mirin di nav leşkerê wî de çêbûn. Wî ji Niyal hawar xwest, lê wî hawar jê re neşand û ew jî rabû çû Maydeşêrê.[18] Gava ev agah gihan Mihelhil wî kurekî xwe şand Şehrezorê ku çû dest danî ser û oxuzî ji Sîrwanê revîyan.

Spahên Bexdayê jî çûn Hulwanê û keleya wê xistin hesarê, lê ew venegirt, wan peymayên oxuzîyan talan kir û deverên ser wê wêran kirin. Mihelhil jî rabû çû Bexdayê û mal û eyalê xwe lê danî û kom û hêza xwe jî bi qasî şeş fersengan (36km) nêzîkî wê danî. Leşker jî ji Bexdayê çû ser oxuzîyên Bendeniceynê û bi oxuziyên lê re şer kir, lê oxuzîyan zora wan bir û hemî kuştin.

 

Agahên ser Mihelhil û Ibn Ebû Şewk yên mayî û vebirrîna desthilata wan 

Dû re Mihelhilê birayê Ebû Şewk di sala çel û sisîyan (443/1051) de rabû çû cem Tuxrul Beg ku qedrê wî girt, qencî pê kir û ew danî ser mîrgehên wî yên Sîrwan, Deqûqa, Şehrezor û Samexanê. Ew ji bo birayê xwe Serxab xebitî ku di zindana wî de bû ta ku ew berda û şand ser keleya wî ya Mahikîyê.[19] Wî Radendebînê[20] jî bi mîrgehî da Sadî ibn Ebû Şewk, lê dû re di sala 446/1053an de ew bi hinek oxuzî ve şand herêma Iraqê ku li ser Mayideştê daket.

Ew ji wê derê jî çû ser Ebû Dilefê Cawanî ku ji ber revîya, lê ew gihayê, malê wî talan kir, lê ew bi xwe ji destê wî filitî. Kurapê wî Xalid[21] bi herdu kurên Me´en ibn ´Uqeyl[22]: Zerîr[23] û Meter re bû ku wî zaroyên xwe şand cem Mihelehil û gilîyên Sadî li cem wî kir.

Wî sozê destkeftinê da wan û ew ji cem xwe zivirandin, lê hevalên Mihelehil dijî wan derketin.

´Uqeylîyan jî rabû dest danî ser wan heya ku Mihelhil bi dana fidyê ew dan berdan û li ser girê ´Ukberayê[24] êrîşî ser wan kir, ew talan kirin. Dû re ew rabûn çûn cem Sadî ku li Samarayê[25] bû û wî jî da pey apê xwe Mihelhil ta ku zora wî bir û ew dîl girt. Wî kurê Mihelehil Malik[26] jî dîl girt, talanên ´uqeylîyan vegerand û zivirî Hulwanê.

Bexdad tevlîhev bû, li hev ket û spaha Melik Rehîm[27] civîya ku Ebû Exer Dibeys ibn Mezyed jî bi wan re bû û ji bo berdana bavê xwe ku li cem Sadî bû têdikoşa. Hingê kurê Sadî jî li cem Siltan Tuxrul Beg rehîne bû. Wî ji dêla Mihelhil ve ew da bavê wî Sadî û ferman lê kir ku Mihelhil berde.

Ev yek li zora Sadî çû, ew dijî Tuxrul Beg derket, bi ya wî nekir û rabû çû Hulwanê, tê de xwe parast û di navbera Reşqubad[28] û Berdanê[29] de çû û hat. Wî hemberîya xwe ya dijî Tuxrul Beg aşkere kir, ew zivirî ber fermana Melik Rehîm û Tuxrul Beg jî rabû spaha Bedir ibn Mihelhil[30] şand ser Şehrezorê. Gava wî serdarê Tuxrul Beg, Ibrahîm ibn Ishaq[31] li wê derê dît, yekser êrîşî ser kir û ew jî çû keleya Reşqubadê/Rûstuqbadê.

Bedir ibn Mihelhil jî çû Şehrezorê, Ibrahîm ibn Ishaq jî vegerîya Hulwanê û lê ma. Dû re di sala 446/1054an de Ibrahîm ibn Ishaq avêt ser Deskereyê, ew wêran kir û malê wê ji talanê re berda. Ji wê derê jî ew rabû çû Reşqubadê/Rûşenqubadê/Rûstuqbadê ku keleya Sadî bû û gencîneya wî jî lê û li keleya Berdanê bû. Sadî nehişt ew têkevê û wî jî deverên dûra wê wêran kir ku bi vê jî ji her hêlê ve deylemî qels ketin.

Tuxrul Beg Ebû Elî ibn Ebû Kalîcarê[32] xwedîyê Besreyê bi leşkerên oxuzî ve şand ser Ehwazê[33] ku dest danî ser û oxuzîyan jî ew der talan kir. Xelk ji ber desteserî û talankirina wan têk çû û gazîya Tuxrul Beg jî her hêlên Bexdayê rapêçand, bi vê re kurd jî ji deverên xwe qût bûn û ketin ber hikmê Siltan Tuxrul Beg.

Jixwe dinya dem û dewran e ku herdem weha di nav merivan de diguhere û Xwedê jî desthilata milkê xwe dide kesê ku divê. Bêguman Xwedê xwedî warisê vê erdê û kesên li ser e ku çêtirîn waris e û tu kes nikare dijî fermana wî derkeve.[34]

Riataza

[1] Şadincan/Şazincan: Li gor Îbn Esîr “şazincanî” ye lê di çapa A de “şawincan” e, û di ya C, û P de jî “şadincan” e, li gorî M. E. Zekî ku ji Mesûdî vediguhêze jî Şadancan e û navê eşîreke kurdan e ku mezinê wan Ebû Feth Mihemed ibn Enez xanedanîyek avkiribû, çawa ku li vê derê jî tê gotin, ji bo berfirehî bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/213, sal 405/1014; M. E. Zekî, Xulaset, b. n., 1/356.

[2] Ehmed ibn Zahir/Tahir: Çawa ji vê derê jî tê zanîn ew serdarekî baş yê Ibrahîm ibn Yenalê Selçûqî ye, û li gorî Fehrest Mer´î jî ew zavayê wî bûye û navê wî jî Ehmed ibn Tahir e ne Zahir, lê mixabin ku min agahên zêde li ser nedîtin. Bnr. Ferst Mer´î, el-Îmarat, b. n., r. 390.

[3] Niyal: li gorî Ibn Esîr Ibrahîm Yenal e ku rastîya wê jî ev e, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/270 û yên pey, sal 437. Ew Ibrahîm Yenal Begê birayê Siltan Mihemed Tuxrul Begê ji dê bû lê ne ji bav bû yanî ne lawên Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak ibn Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236, 257. Di danenasîn nivîsara berê de Ibrahîm Yenal birayê Tuxrul Beg yê ji bavê derbas bûye, lê rastîya wê ew birayê Tuxrul Begê yê ji dê ye, çawa ku li jor jî weha ye. 

[4] Ebû Esker: Enez Ebû Eskerê ibn Serxab ibn Mihemed ibn Enez/Enaz e ku ji bo desteserkirina kurapê xwe Sadî ji bavê xwe serxab hêrs bûbû û ji cem çûbû. Wî dû re hem kurapê xwe Sadî dabû berdan û lê xebitî bû ku bavê xwe jî bide berdan. Bnr. D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye, b. n., 389, 393. 

[5] Deskere: gundekî mezin e li herêma çemê Melik li rojavayê Bexdayê ku berê bajarek ji avadanîyên Kesrayan bû û xwedî sûr bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/518.

[6] Ebû Kalîcar: Ew Imadedîn Merzuban (m. 449/1048) ibn Siltan ud-Dewle ibn Biha ud-Dewle ibn Add ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû ku di sala çarsed û sih û pêncan (435/1043) de li Îran û Iraqê desthilatdarî kiribû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/262-64, 267-83; Ferst Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 363, not 2. 

[7] Kelcan: Li gorî Ibn Esîr Kelkan e, û li gorî Rozbeyanî Keleken e, ku dikeve herêma Kermanşahê, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439; Ferst Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 390, not 2.

[8] Bacis: Li gorî Ibn Esîr Bacisra ye ku bajarokekî rojhilatê Bexdayê ye û dikeve navbera wê û Hulwanê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/372.

[9] Harûniye: hem bajarekî piçûk yê nêzîkî Mereşê ye ku Harûn Reşîd ava kiribû û hem jî gundekî Bexdayê ye ku nêzîkî Şehrabanê ye û dikeve ser rîya Xorasanê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/446.

[10] Qesra Sabûr/Şahpûr: herêm û wîlayeteke mezin e li erdê Faris ku li gorî Ibn Feqîh serbajarê wê Nûbendîceyn e û li gorî Beşşarî jî Şehristan e û li gorî Istexrî jî Sabûr/Şapûr bi xwe ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/188.

[11] Debal: li gorî Ibn Esîr Diyala ye, ku çemekî mezin e nêzîkî Bexdayê, jê re Çemê Aqûba yê mezin jî tê gotin, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/278, sal 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/562.

[12] Ebû Exer Debeys ibn Mezyed: ew Nûr ud-Dewle Ebû Exer/E´ezz Dibeys ibn Mezyedê Esedî (394-474/1004-1082) ye ku berî avakirina wê mîrê deşta Hileya Iraqê bû. Piştî mirina bavê xwe ya sala 408/1017an bû desthilatdarê wê, lê gelek xirecir li ser derketin ku paşê Besasîrî piştgirîya wî kir û ew jê re ma. Dema nigên wî erd girt Besasîrî ew kişkişî ser ebasîyan kir û ji bo desthilata fatimîyên Misrê xebitîn ku di sal 450/1058an de wan pêkve êrîşî Bexdayê kir û xutbe li ser navê fatimîyan da xwendin. Lê hikmê wan dirêj neajot, çunkî Tuxrul Begê Selçûqî çû şerê wan ku Dibeys şikîya û Besasîrî jî hat kuştin, di pey de Tuxrul Beg devera Dibeys dayê û heya mirina xwe jî lê ma. Bnr. Ziriklî, E´lam, b. n., 2/337. Li gorî Ziriklî ew Ebû E´ezz e, ne Ebû Exer, lê Ibn Esîr jî Ebû Exer dide, bnr. el-Kamil, 8/278, sal 439.

[13] Tikrît: bajarekî mezin e ku dikeve navbera Mûsil û Bexdayê û keleyeke wî ya asê hebû û hêleke wê li ser Dicle bû. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 2/328, sal 16; Yaqût, Mu`cem, b. n., 2/45

[14] Hewazşah: ya rastî min navekî weha nedît lê li gorî Ibn Esîr Tîranşah e ku ya rast jî ew e, çawa ku li jor jî digel agahên ser derbas bû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439.

[15] Selîl: navê gelî û newalekê ye [ku çemek jî tê de diherike]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/275

[16] Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanî: Ew Nizam ul-Milk Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanîyê mezinê eşîra kurdên Cawanî bû û hingê xwedîyê dora çemê Selîl û hinek ji deverên Benedeniceynê bû. Ev eşîra kurdên Cawanî yeke kevn e ku hê Mesûdî qala wan kirîye û dibe ku xerakirîyê ji gavanî be, lê li gorî Minorsky hoza cafên neha berdewama wan in ku li herêma Silêmanîya niha dimînin. Ev kurdên Cawanî berê li herêma Hulwanê li ser rîya Xorasanê diman, lê piştî dijminîya navbera wan û enazîyan ew daketin deşta Hileya mezyedîyan li Iraqê. Bnr. D. Ferest Mer´î, b. n., 349, 393; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1850 

[17] Elî ibn Qasim: Ew Elî ibn Qasimê Kurdê xwedîyê herêmeke ku diket cihê bajarê Sûmara/Somara Îranê ya ser tixûbê Îraqê ku bi taybetî jî kakeyîyên keleya Mîrhacê doz dikin ku ew herêm ya bapîrê wan yê mezin Seyid Elî bûye. Bnr. D. Ferest Mer´î, el-Îmrat, b. n., r. 393, not 4 ku ji Rozbeyanî veguhastîye; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1850.  

[18] Maydeşêr: min devereke bi vî navî nedît, lê dibe ku ji Maydeştê xirab bûbe û agahên ser jî li jor bihurî.

[19] Mahikî/Mahekî/Mahkî: navê keleyeke ber sînorê Kermanşah û Helîlanê ye ku diket ber herêma eşîra kurdên Mahikîyên lekîyê lûrî. Li gorî A. Islamê Lek navê qebîleyeke kurdan e ku li dawîya başûrê iranê jê re ne fermî Lekistan/Luristan dihat gotin, diman û serê pêşî hejmara wan bi qasî sed hezarî (1000 000) bû ku deshilatdarên dewleta Zendî jî lek bûne. Bnr. M. E. Zekî, b. n., wergera erebî, 1/442; Ferest Mer´î, Îmarat, b. n., 399, not 1.

[20] Radendebîn: li gorî Ibn Esîr Rawendîn e, lê bi rastî min cihekî bi vî navî nedît lê nêzîkî Qaşan û Isfehanê bi navê Rawend/Rehawend/Rewawend bajarokek heye ku li gorî Minorsky nêzîkî Nehawendê ye û dibe ew be. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/298, sal 442; Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/22; Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., 398, not 8.

[21] Xalid: ev Xalid ibn Emer e ku xalê Sadî ibn Ebû Şewk bû, lê ew li ´Ekberayê li cem zaroyên Elî Ibn Meqenê ´Uqeylî: Zerîr û Meter dima. Bnr. Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., 399.

[22] Me´en ibn ´Uqeyl: ev bavê Rafi´ ibn me´enê ´Uqeylî ye ku behsa kurê wî wî li pêş bihurî. Bnr. li jor nota 36an.

[23] Zerîr: Çendî ku li vir Wezîr bû, lê çawa dixwiyê dê şaş be, çunkî li gorî Ibn Esîr û Ferst Mer´î tev Zerîr e. Ferest Mer´î, Îmarat, b. n., 399, not 9; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/310, sal 444/1052.

[24] ´Ukbera: navê bajarokekî herêma Diceylê ye û bi deh fersengan (60km) nêzîkî Bexdayê ye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/160.

[25] Samara: ew kurtkirina Sur Men Re`a ye ku bajarekî navbera Bexdad û Tikrîtê bû li ser rojhilatê çemê Dicle ku niha wêran e. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/190.

[26] Malik: Ew Malikê kurê Mihelhilê kurê Mihemedê kurê Enazê Şanzincanî bû, lê li ser desthilata wî me tu agah peyda nekirin.

[27] Melik Rehîm: ew Melik Rehîm Ebû Nesir (m. 440/1048an ) ibn Ebû Kalicar Merzuban ibn Siltan ud-Dewle ibn Beha ud-Dewleyê Biweyhî bû û deshilatdarê biweyhîyan yê dawî bû ku li Iraqê fermandarî kiribû ku Siltanê selçûqî Tuxrul Beg gava daketibû Iraqê dest danîbû ser û ew girtibû, bnr. Ferest Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 400, not 10; Bnr. Ibn Kesîr, b. n., 12/49.   

[28] Reşqubad: li gorî Ferest Mer´î Rûşenqubad/Rûstuqbad e, ku tesûyek ji tesuyên Kûfeyê ye û dikeve rojhilatê herêma Istana Şazqubadê û di navbera Bexda û Ehwazê de ye. bnr. Ferest Mer´î, b. n., r. 404, not 8; Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/90.

[29] Berdan/Beredan: li vê derê mebest jê gundekî bi heft fersengan (42km) nêzîkî Bexdayê ye û dikeve herêma Diceylê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/446-47.

[30] Bedran ibn Mihelhil: ya rastî ew Bedir ibn Mihelhil ibn Mihemed ibn Enaz/Enez e ku piştî kurapê xwe Sadî ibn Ebû Şewk hatibû ser hikim, di pey wî de jî kurê wî Ebû Fewaris Surxab ibn Bedir ibn Mihelhil bûye desthilatdar, lê di dema Surxab de, piştî sala 500-501/1106-1107an de êdî deng ji wan birîyaye. Bnr. Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., r. 343-421

[31] Ibrahîm ibn Ishaq: Mixabin ku me di çavkanîyên berdest de tu agahdarî li ser vî serdarî nedît, lê çawa dixwiyê ev serdarê Tuxrul Beg serekekî deylemî bûye lê bi hêza xwe ya deylemî ve ketîye ber xizmeta wî.

[32] Ebû Elî ibn Ebû Kalîcarê: ew Ebû Elî ibn Imadedîn Merzuban ibn Siltan ud-Dewle ibn Biha ud-Dewle ibn Add ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû û birayê wî Melik Rehîm ibn Ebû Kalicar xwedîyê Bexdayê bû û Besre jî di destê wî (Ebû Elî) de bû, lê birayê wî Melik Rehîm di sala 444/1052an de çû avêt ser û ew der jê sitand ku ew jî ji ber revîya çû xwe avêt tor û bextê Tuxrul Beg. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/304, sal 444/1052; Ferst Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 363, not 2. 

[33] Ehwaz/Xûzistan: navê kevnar li cem farisan Xûzîstan e, lê ereban ev navê Ehwazê lê kirîye û ji ber ku ji çend xûzan pêk tê û erebîya wê `hewza yanî kûran e, wan ew pirane kirîye û gotine E`hwaz. Lê ji ber ku “ح:h”ya erebî di fasrisî de tune wan ew dû re kirîye Ehwaz. Yan jî ji ber ku Xûzîstan navê hemî welatê xûzîyên ku li Xûzê dijîn bûye û ereban jî ew bi pirhejmarî kirîye Exwaz. Lê ji ber nebûna “x” di farisî de wan ew Ehwaz xwendîye û navê wê bûye Ehwaz jî, çawa ku ji Xûzê jî Xûzistan yanî welatê Xûzan pêk hatîy. Ebû Zeyd gotîye ku: ”Li Xûzistanê çîya û sîlekan pir kêm e û ew hevsînorê herêmên Tuster, Cindîşapûr/Gundê Şapûr û Îzec û Isfehanê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/461-62 û 1/338.

[34] Ev ji kitêba Îbn Xeldûn ya Kîtab el-‘Îber we Dîwan el-Mubteda’ we el-Xeber fî Eyyam el-‘Ereb we el-‘Ecem we el-Berber, Dar ibn Hezem, Beyrût, 2003, 1/1844-1850 hatiye wergerandin. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev