Suryanîyên dostên kurdan doza çi dikin?

Suryanîyên dostên kurdan doza çi dikin?

Ev nivîs min beriya bi çend sala nivîsîbû. Hêvîdar im ku kurd, suryani û Kurdistaniyên din tev vê nivîsê carek din bixwênin, ev kurtedîroka herêma Torê/Kurdistana Bakur e…

Reşîd Battê

Suryaniyên (suryoyo) rohilatê Mêrdînê; bi piranî di navbera Midyad, Hezex, Kerboran, Kercos, Dêrika Hemko û Nisêbînê de cîwar bûne. Midyad bajarê herî mezin bû ku bi piranî suryanî lê bûn.

Bajarên din Hezexê mesîhî bûn, lê bi devokeke erebî dipeyivîn, Dêrika Hemko ku niha dikevê bakur û rohilatê Kurdistana Roava û hinek gundên din yên di navbera Dêrikê û Qamişlo de jî bi suryanî dipeyivin. Yên Qamişlo jî ji wan deverên me bahs kirî çûne wir û bi cî bûne.

Gundên di navbera van bajarên min li jor navê wan dayî li derdorê 30-35 gundî ne. Ev gund jî bi temamî ne suryanî bûn û bi kurdan re di gelek gundan de bi hev re dijîn. Li derdorê Kerboranê jî gelek kurdên mesihî hene û zimanê wan kurdî ye.

Li gund û bajarên suryaniyan teva dêr hebûn û îro jî ew dêr li cihê xwe ne. Du dêrên dîrokî jî li herêma Mêrdînê hene ku beriya Mîladê jî hebûn û ne dêrên suryaniyan bûn, dema suryaniyên vê herêmê ola Mesîh qebûl kirin dêra Zehferan û Dêrumir ji xwe re ava kirin. Îro jî ew her du dêr di destê mesihiyan de ne.

Suryanî, li gor dîroka Asuriyan bavikekî asûrî ne. Asûrî jî di destpêka danîna dewleta Asûrî de ji başûrê çemê ZÊ yê mezin ku sînorê Kurdistana başûr û ereba ye, berbi bakur ve hatine bakurê Musilê dagirkirine û ew jî heta îro li wan dera bicî bûne, li wir in. Zimanê suryaniya û yê asuriya hinekî dûrî hev ketiye, bûne wek du devokên durî hev.
Suryaniyên min li jor bahsa wan kiriye îro bi piranî koçberî Ewrûpa bûne. Yên li wan gundan mayî jî, ji sedî ne 10 ê hejmara xwe ya beriya salên 1970 yî ne.

Suryanî, di sala 879 ê berîya Mîladê de ji aliyê qiralê asûrî Asurnasipal II ve li herêmê hatine bi cî kirin. Asuriyan dixwest wê demê Kurdistanê tevlî Împaratoriya asûrî bikin, lê nikarîbûn. Qiralê asurî Asurnasîpal II ji aliyê deştê ve hat herêma Torê û pêşî Midyad stand û di peyde hinek eşîrên asuriyan jî ji başurê Kurdistanê anîn Torê, li wan deveran bi cî kirin. Hingî hinek eşîrên ereb jî anîn vê herêmê; mihelmî, rişmilî, qebaleyî, stewrî, hezexî, qilitî û hineke din jî. Ev tev di nava gundên kurdan de hatin bicîkirin.

Dema Kurdên MED ji aliyê rohilat ve hatin, dewleta Asûrî hilweşandin û heta îro ev xelkê me bahsa wan kirî li herêma TORÊ man û jiyana xwe domandin.

Wek min li jor nivîsî, suryanî dikevin roava û başurê Dicle û piraniya wan li Torê cîwar bûn. Ji Heskîfê heta Cizîra Botan, di gund û bajarokên biçuk de û bi kurdan re nêzîkî 2800 salî li vê herêmê jiyane.

Di nava hewqas sal de hê jî suryanî xwedîyê dêrên xwe ne, erd û gundên wan yên wan in, bi zimanê xwe bi serbestî dipeyivin, asîmîle nebûne û xwendina xwe ya olî jî di dêrên xwe de domandine.

Di nava vê dema dirêj de jî, suryanî ketine nava herêmên eşîrên kurdan û bi çalakî di nava civata kurd de jiyana xwe domandine. Yên wek Şemûnê Henê Heydo, bi Elîkê Battê re li hemberî dewleta tirk rabûne şerê wan zordaran kirine. Çekdarên wan jî ji suryanî, kurd, kurdên êzîdî û misilmanên ereb pêk dihat.

Hinek suryaniyên ku haya wan ji dîrokê tune, niha li Ewrûpa destpê kirine hêrîşî kurdan dikin, wan bi hinek bûyerên dîrokî gunehbar dikin. Divê ew ê wan tohmeta ji kurdan dikin, zanibin ku kurd di wan demên ew bûyer qawimîn de ne xwediyê hikim bûn, hikimdar tirk, ereb û faris bûn û heger zordestiyek li suryaniya hatibe, bi 100 carî bêtir ji ya li suryaniyan hatî li kurda jî hatiye. Jiber ku zordestî li herkesê Kurdistanî hatiye, suryaniyên mayî jî di nava kurdan de hatine parastin, naxwe wê îro yek jî ji wan nemane…

Êdî di dawiya vê nivîsê de dixwazim ji dostên xwe yên Suryanî (suryoyo) re bêjim û bipirsim, gelo çima xwe di nava Kurdistanê de wek hemwelatiyên Kurdistanê nabînin û doza ”dewleteke xeyalî” li kurdan dikin di nava Kurdistanê de, cihekî wek ”Mezopotamya” ku xeyalî ye ji xwe re dikin welat. Mezopotamya ne navê welatekî ye, Mezepotamya ”mezra bota” ye û ji sedî 95 xelkê wê deverê kurd in.

Îro dinyayeke nu peyde bûye, em û suryanî, asûrî, ermenî, ereb û hineke din tev di nava Kurdistana mezin de, nêzîkî 3000 sal bi hev re jiyane, kul û derdên me yek in, zordestî li me teva hatiye, tawanbarî ya zordarên hikimdarên dagirkerên Kurdistanê ye, cih û warên we, erd û milkên we, dêr û medreseyên we li cihê xwe ne, kurd in yên wan diparêzên û kengî we xwestiye tu kesî rê li ber we negirtiye, hûn dikarin vegerin ser cih û warên xwe.
Wek birayên we yên asûrî ku li başûrê Kurdistanê kirine bikin, tevlî kurdan bibin û Kurdistanê azad bikin da em bi hev re azad û bextewar bin.

Hêvî dikim ji wan suryaniyên zana, rêberên wan yên olî ku dengê xwe li wan nezanên nav xwe bikin, ji bo ev dostaniya me, hemwelatiya me teva, di Kurdistanê de binpê nebe, dostaniya 3 hezar salan bila bidome…

Têbinî: 
*Meyzênin li pirtuka Professor Hans Hollerwiger li zanîngeha Linz/Austria ya bi navê ”Lebendiges Kulturerbe” jibo dîroka hatina suryaniyan ya herêma Midyadê.
* Meyzênin li Dîroka împaratoriya Asuriyan ya bi navê ” Godens skogga” ku bi zimanê swêdî hatiye nivîsîn û çawa qala dagirkirina başûrê Kurdistanê û sînorên Kurdistanê û Asuriyan dike.

Di wêne da: Wêneyê gundê Mizîzexê (Kurdistana Bakur) ku piranîya rûniştvanên wî suryanî bûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev