Serpêkhatiya 38 Êzdiyên ji malbata Misto

Serpêkhatiya 38 Êzdiyên ji malbata Misto

Ewana li gundê Șimizê di fermana Fila ya salên 1915/17 de hatine qirkirin 

Kemal Tolan: xemxwar û berhevkarê zargotin/kevneșopên Êzdîtiyê

Weke ku min di nav zargotina gelek Êzdiyên gundê Șimizê de bihîstiye û hêjî gelek Êzdiyên ku li herêma Elmedîna (niha jê re dêjin Batman-Êliha) jiyane dibêjin:”malbata Mihemedê Hesê, ya ku weke „Mala Misto yȇ Hesȇ“ tê naskirin, di wextê xwe de mezin ȗ niștecîhȇn gundȇ Șimizȇ yȇn herî kevin bûne. Ev malbata û bi taybetî jî Mihemedȇ Hesȇ, bi baweriya Êzdîtiya xwe ve jî gelekî bi nav û deng bûye.

Mihemedȇ Hesȇ di nav tevaya gundȇn Ȇzdiyan, yên ku li derȗdora navҁa Elmedîna ȗ Qubîn-Bișêriyȇ de hebûne, weke maqulekî Ȇzdiyȇn Xendeqiyan û Ȇzdîtiyȇ dihate naskirin. Ewî di wextê xwe de, li derȗdora navҁa Elmedîna û nehiya Erenzȇ (ya hêjî girêdayî navça Misircê ye) jî midurîtî kiriyȇ. Yekemîn avayȇ Qereqola gundȇ Șimizȇ jî, li ser riknȇn Qesra mala Mihemedê Hesȇ hatiye ҁȇkirin.

Mixabin, derfetên min tûnene ku ez bikaribim di nav arșîvên dewleta Osmanî de hinek belgeyên li ser vê malbata Mihemedê Hesê û bi taybetî jî yên li ser serpêkhatiya ku 38 Êzdiyên ji malbata Mistoyȇ Hesê, li gundê Șimizê di nav fermanê Fila, yê sala 1915/17 de hatine qirkirin bivînim.

Lȇ em, nav ȗ dengȇ „Mala Mistoyȇ Hesȇ“, vêga hêjî di nav zargotina me û hinek kilamên dengbêjên herêmê Bișêrîyê de, weke „Șimza bavȇ Misto“ dibihîzin.

 

Mînak: 

Binêrin li ”Strana Kolosê Aqo:

Lê hayê hayê hayê

Ezê bi hafa Şimza bavê Misto diketim,

waye di kortê de,

lê hayê rê di nav gund de

…………berdewam di……… (*2, rûpel :52-53) »

Binêrin li”Strana Nemirê Mîrza II de:

 

“Nemirê axê gazî dike li Eyoyê zave:

„Lawo, karê xwe bike emê îro herine Şimzê,

cem mala pismamê xwe Mistoyê Hesê .“

Wayê sed carî li min wayê,

Nemirê axê tevlî mêvanan ji mal derkete,

Wextê ew tine ber gundê Zêwika Xaço,

Mêvanek gazî dike li Ûsivê Bêdo û dibêje:

„Axa gotiye, bila were emê herine Şimzê

Ûsivê Bêdo li mêhvan vedgere û dibêje:

„Îtbara min qet, bi we mêrên Musilmannayê”

…………berdewam di……… (*2, rûpel :62).

 

Buyera qirkirina 38 Êzdiyên ji binemala Misto

Pȇșiyȇn me digotin: «gundê Șimizê gelek caran ji ber neheqiya dewletê û serokeșîrên Bisilmanan hatiye șewitandin û talankirin.

Carekê serokeșîrên Bisilmanan, di wextê beriya fermanên Mesîhiyan de hatine talanȇ gundȇ Șimiziyan birine, ewan hingȇ zilamekî Mala Misto, yê bi navê Gencoyê Elo, li gola Kevirî a ku di nav hidûdê Șimizê de ye kuștine.

Dîsa wexta Hesoyȇ kurȇ Misto dibihîze ku dewletȇ fermana Mesîhiyȇn li gundȇn derȗdora Diyarbekirȇ dimînin derxistiye, ew ji bo alîkariyȇ bide hinek kes ȗ nasȇn Mesîhî, gelek eșiya ȗ pȇdiviyȇn malȇ dikire, davȇje ser pișta hespan ȗ tevî çend kesan bi siwarî diçe herȇma Diyarbekirê.

Hinga ew û hevalên xwe diҁin, wext li wan dibe șev ȗ diwestin, ew mecbȗr dibin barȇ xwe deynen ȗ radizȇn. Dema ew radizȇn pȇ ve, êdî casȗs-milîsȇn dewletê yên ku li pey wan hatine, êrîșî ser dilê wan dikin ȗ wan di navbêna Farqîn û Diyarbekrê de dikujin.

Dema ku Heso û hevalên xwe têne kuștin, hespa Heso ya bi navȇ Xedra ȗ kihȇl bûye, tevî xurcika li ser pișta xwe a tije zȇr direve, tê diҁe ber mala Heso, a ku hingȇ malȇ wȇ li gundȇ Baxҁeҁikȇ bûye disekine. Hinga Sêviya xwa Heso Xedra dibîne, radîje hefsarȇ Xedra ȗ dȇjȇ: ”weyla mala min șewitiyȇ, tû hatî, lê ka siwarȇ te? ” Yên ku ev bûyer dîtine gotine, sitêrkên çavên hespa Xedra jî mîna yên merivan dihatine xwarê.

Wextê milîs û hevalbendȇn Roma Reș dibihîzin ku Hesoyȇ kurȇ Misto û kesên pêra li deșta navbêna Farqîn û Diyarbekirê de hatine kuștin, ew radibin tevî hêzeke John Tirkan tên, dikevine nav gundê Șimizê. Hingê wan 38 jin, zarok ȗ pîrekalên (24 jê piraniya wan zarok ȗ jin bi tȇnȇ bȗne) binemala Misto, ku di nav Șimizê de mane tomar diken. Ew dȇjine wan 38an, hûn dizanin hikûmeta me li Heskîfê ye û emȇ we bivine cem mala merivên we yên li Heskîfȇ ne.

Gava ew xwefiroș û xayîn, van 38 kesȇn ji binemala Misto ji gundȇ Șimizȇ derdixînin, wan di nav ҁiyayȇ Xendeqiyan de dibine ber șikefta, di nav newala Girȇ Seyîd de (weke 7-8 km ji gundê Șimizê dȗr e ). Li wirê yek ji serokeșîrê Bisilmanan dêje jineke mala Misto, ya ku gelekî delal-bedew bȗye,”eger ku tȗ werî ser dînȇ min ȗ bi min ra mêr bikî, ez te nakujim”. Lȇ jinikê xeberȇn ne baș bi wî cahșî dike ȗ dȇjȇ: ”ev tiștȇ ku tȗ ji min dixwazî qet ҁȇnabe ȗ tȗ ji bavȇ xwe va bȇ minetî, de min niha bikuje, rezîl … ” Pișt ra hêza hevalbendên john tirkan tivingan berdidine wan 38 jin, zarok ȗ pîrekalȇn Mala Misto, tevan di nav șikefta newala Girȇ Seyîd de qir dikin. Dûre hinek çûne termên wan 38 kesan ji șikeftê derxistine û ew anîne li Șêx Gelan veșartine.

Di wî wextȇ ku ew peyayȇn xwefiroș û xayîn hatine, 38 kesȇn malbata Mala Misto di nav gundȇ Șimizȇ de kom kirine, hingȇ hinek jinên mala Misto yên ku bi hinek Êzdiyên ne ji gundê Șimizê bûne ra zewicî bûne û du qîzȇn ji malbata Mala Misto, yȇn bi navȇ Rindȇ ȗ Nadȇ jî hingê ҁûbȗne kerengan, ne ketine nav qirkirina malbatȇ. (1*)».

Ez hêvîdar im ku Xwedê û Tawisî Melek ev 38 kesan bi dilovaniya xwe șad kiribin!

Ezê gelekî dilxweș bim, ku rojekê hinek ji lêkolînerên xêrwazên Êzdîtiyê bikaribin di nav arșîva Dewleta Osmanî de wan dokument û delîlên li ser vê qirkirinê eșkere bikin!

*Çavkanî:

1 Zargotina Êzdiyên gundê Șimizê (gelek spas ji bo alîkariya birayê Sedîqê Basî, Aqoyê Reșîd, Hiseynê Elî û hwd..)

2 Kemal Tolan, “Hebûn û Tûnebûna Êzîdiyan Tev Romanên Zindî ne”, Weșana “Dengê Êzidiyan”, 2000 Oldenburg.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev