Gelo em dikarin bêjin Elî Herîrî şaîrê kurda ê yekemîn e?

Gelo em dikarin bêjin Elî Herîrî şaîrê kurda ê yekemîn e?

Gotareke pir balkêş ji nivîskarê malpera me Welat Agirî ser helbestvanîya Elî Herîrî û fikirên zanyarên binavûdeng ser wî û berhemên wî. Gotar bi xwe jî hema bêje gotareke zanyarî jê derketîye. Fermo, lezeta me jê dît, hûn jî bibînin!

Welat Agirî

Kurdnasê Ûris, Alexander Jaba, di pirtûka xwe ya bi navê “Recuil de notices et recits kurdes”ê dibêje: helbestvan û nivîskarê kurda ê yekemîn Elî Herîrî ye. Û dîsa heman pirtûkê de didomîne: ew li gundê Herîrî yê, sincaqa Hekariyê, di sala 1009-1010an de tê dinyayê.

Di pirtûka A. Jaba de tişta balkêş ew e ku nivîskarê ûris Elî Herîrî wek nivîskarê Kurda ê yekemîn dide naskirin. Gelo ev çiqas rast e? Ma beriya Herîrî tu kesî bi Kurmancî nenivîsî ye?

Celadet Elî Bedirxan jî derheq Herîrî de weha dibêje: ”Di nav şaîrên kurdmanc de yên ko piştî Îslamiyetê rabûne û bi kurdmancî nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (xwedê rehmeta xwe lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke). Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr, di welatê soran de ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr di welatê Şemdînan de ye”.

Elî Bedirxan behsa nivîskarên Kurdmanca ên beriya Îslamê nake, lêbelê li gor wî piştî Îslamê nivîskarê yekemîn ê kurda Elî Herîrî ye.

Bazil Nikitin di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtler” de gotiye: Folklora Kurdî ya dewlemend, çi dibe bila bibe divê ku neyê jibîrkirin û di ciyê xwe de ye jî, ku dîroka vî miletî ya nivîsî pir bi dûr dikeve. Çimkî hêj di serê qirnê nehan de, li Şemdînan Elî Herîrî bi Kurdî nivîsîye û dîwana wî heta bi roja îro jî, bi destnivîs e.

Nivîskarê kurd M. Emîn Zekî Beg, di Tarîxa Kurdistan de nivîsiye, dibêje: Elî Herîrî di nav salên 1010-1077 an de li gundê Dêr-Herîrê jîye. Hevdemê eynî qirna hozanê îranî yê navdar Firdewsî bûye. Dîwana wî bi hêsanî tê famê û bi uslûb e. Helbestên wî nazik û rewan û bi evînî ne.

Gelek nivîskarên kurd û yên biyanî hemfikir in ku Elî Herîrî di sala 1009-10an de hatiyê dinê û nêzäkê 70 salan emir kiriye. Lêbelê di derbarî “Elî Herîrî şaîr û nivîskarê kurd ê yekemîn e” de agahî û malûmatên ji hev cuda hene ku li gor hin çavkaniyan 300 sal beriya zayîna Îsa Mesîh jî nivîsîna Kurdî, Kurdmancî hebû.

Beriya zayînê helbestvanekî kurd, bi nave Bodraboz bi kurdî nivîsiye û dîsa li gorî Zeynelabîdin Zinar helbesteke Bodraboz di destê kurda de heye.

Dîsa piştî Îslamiyetê, di sedsala 8an de, du nivîskar û helbestvanên kurd bi navê Baba Rax û Behlûlê Mahî bi kurdî nivîsîne.

Piştî Îslamiyetê û beriya Elî Herîrî, du nivîskarên din jî ên bi navê Xalid Axa Zehar û Ebdusamed Babek hene ku, wana jî bi kurdî nivîsîne. Ebdusamed Babek ji van şaîr û nivîskarên kurd ên me behsa wan kir, zêdetir di nav kurda de bi nav û deng e.

Dema Elî Herîrî di kemîna xwe ya zanistiyê de bûye, Dewleta Kurdên Merwanî hebûye. Piraniya vê axa ku jê re Kurdistan tê gotin heta bajarê Şam û çarnikalê wî jî, di binê desthelatiya Qiralê dewletê Alî Merwan de bûne. Tê gotin ku Elî Herîrî şair û nivîskarê Dewleta Kurd a Merwanî bûye. Di dema Herîrî de zimanê kurdî zimanê fermî bûye, lêbelê nayê zanîn ka Elî Herîrî di çend saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye.

Emîn Zekî Beg dibêje: dîwana Herîrî bi hêsanî tê famê û bi uslûb e. Lê em nizanin ka ew dîwan li ku ye û di destê kê de ye. Îro ji xêncî pênc-şeş helbestan tu berhemên Elî Herîrî nayên dîtin.  Helbestên wî gelek hestiyar in. Helbestên xwe bi diyalekta kurmancî nivîsîye. Di warê edebî de gelek dewlemend in.

Celadet Elî Bedirxan û Qanatê Kurdo dibêjin ku wan helbestên Herîrî bi dest nexistine. Kurdnasê alman Albert Socin û kurdnasa Ûris M. Rudenko çend helbestên Elî Herîrî diweşînin.

 

Beşek ji weşanên Albert Socin:

“ger hûn bibinin nale eşq
tenê li bom zarî dikin
her kes bizanêt halê eşq
bi hîlê dijwarî dikin “
. . . . .
“mest û şerap kendavê
êsîr û bendêt vê şeve
ger wesfê yarê ez bibêm
hûn terkî hûşyarî dikin”

 

Di sala 1972an kurdnasa sovyetî Rudenkoyê çend helbestên Herîrî weşandiye. Rudenko van helbestan di nava destnivîsên kurdî yên li pirtûkxaneya Saltîkov-Şçedrîn ê de dîtiye:

 

”baxê ku sed bihar lê
bilbilê lalezar lê
ku sed gulê bixar lê
bilbilî nalanal e ”
. . . . .
” ji hînde bînin taracî
ji mermeri bînin xeracî
ji romê bistînin bac e
ji bo xemla şepal e ”

 

Di pirtûka xwe ya bi navê hozanêt kurd de ku di sala 1980’yî de li Bexdayê çap bûye, Sadiq Behadîn çend helbestên Herîrî çap kiriye.

 

”şema şebistanê ev e
werda gulistanê ev e
sirî tebistanê ev e
şoxa herîrî dilgeş e’’
. . . . .
”mehweş ku westan sef bi sef
ew hate der misrî de kef
wan got: ” e’liyo latxef
mi bi mirdin qewî xoş e’’

 

Hin mînakên din ji helbestên Elî Herîrî

dilê mehzûn kefaret bêt ke im şeb taze mihman têt
be mizgînî beşaret bit ke mihman canê canan têt

ke mihman canê canan e, le ser cavê me mihman e
be mala cumleyê xan e, ke şahê cumleyê xan têt

were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dilêxsîr in
be can menzilgehê mîr in telebkar î ke sultan têt

telebkar in dilara yîm med îm yarin bûyî şaîm
le bejna er’erîn daîm sîyehmar lê be colan têt

sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran
ku xas û am bibûn heyran le cîran enberefşan têt

du zulfên enberefşan in du le’lên şekeristan in
eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

ecêb bir ke mirarî tê le seddê qewsê tarî tê
sîyehpenc in xumarî tê, ji mexmûran du eslan têt

ji mexmûran tu mexmûr î, be cî hişt eqreba jûrî
tewafa beyti me’murî le burcan xûn be sîran têt

eqarib hat û bê hed hat, le wê burca zeberced hat
vebala qewsê eswed hat, le tilbey mahî taban têt

le heyva kewçêr in kamil ve ehlan ra nehiştin dil
û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

gulîstana xuda riste le çar etraf dilan xiste
binefş û nêrgiza mest e, cinisrê le’l û reyhan têt

reyahîn sosin û werd in, le şêx elyê xerîb ferd in
weristê ehmer û zerd in hero sed car bi efxan têt

ji efxanan nemayim têr du’agoyê te ez bê vir
bebête şer du esleh dîr heta vî qasidê can tê

bebîne rû şemalînê were hindava balînê
ji dest ahan û nalînê çi reng feryad ji esman têt

bi feryad û bi hewar e, ji dest ahan min ew kar e
me lazim bendeyê jar e, ji seyidê çi ferman têt

seyidê heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt.

narê eşqê

ger hûn bibînin narê eşq
tênê li bom zarî diken
herkes bizanit halê eşq
bexîlî dijwarî diken

bexîlê eşq bexîl bibûm
herdem bi dem zelîl dibûm
bêrah û bêdelîl dibûm
her kes bi xemxwarî diken

hûn bar mekin gel min di zor
li hesreta werdên di sor
çavê di reş bisk têne dor
enya bi nûr tarî diken

enya bi nûr zulf têne ser
rengîn dibin şems û qemer
reşmar ji perd anîne der
li er´era yarî diken

xweş ere’ra şemsa di qed
teşmîn rewa sebr û xîred
ah û meded, ah û meded
çeşmên çu gumarî diken

çavê li rojê bûne kom
cama meyê anî ji bom
emro wê kir lazim vexom
mestî li min carî diken

mest û şerabê qan divê
esîr û bendêt vê şeve
ger wesfêt yarê ez bibêm
hûn terkî hişyarî diken.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev