XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -4

XÊR Û BÊRA RAPORNIVÎSEKÎ KURD -4

Nivîskarê me, lêkolîner Ziya Avci (Elîşêr) nivîseke balkêş ji çar beşan taybet ji malpera me ra şandîye. Hersê beşên wê yên pêşin me berî çend rojan çap kirin, îro em beşa wê a çaran, ango a dawî raberî we dikin. Fermo!

 

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed: Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd, C. II.

Kurmancîya wê: Zîya Avci

 

BEŞA ÇARAN

Beşa dawiyê ya vê zincîra gotara me ji bo zanyarî û balkêşiyên din ên rapornivîsê me hatiye amadekirin. Di eynî dosyaya hejmara 23/414, beşa çaran X/M 4583an a Wezareta Firokevanî ya Brîtanyayê de ku ji bo behsa beşek ji “Tevgera Neteweyê Kurd” di dawiya sala 1928an û destpêka sala 1929an amade kiriye, nivîsek din tê de heye ku bi kurdî û bi destxeteke sipehî hatiye nivîsandin û gelek zanyariyên ziravristî di derbarê rewşa Silêmaniyê tê de nivîsandine. Birayê rapornivîs, nêrînên xwe  di derbarê bajar, diyardeyên komel û bîr û raya xelkê kiriye nav çarçoveya wê raporê, ku belgeyek şarezayî û zîrek a wî mirovî ye. Nivîs nêzîkî du rûpelên hecma wan mezin e ku ji 48 rêzan pêk tên û li jorê nivîsê “Rapor” nivîsandiye. Du sernavên din di nivîsê de hene, ya yekê “Şayi’atê Silêmaniyê” û ya din jî “Turkçiyekan” e.

Beşê yekem, yanî “Rapor”, ji neh xalan pêk hatiye. Ev kurtiya milên giring yên wan xalan in:

“1- … Ji bo rizgariya kurdên Iraqê… ez hatime tayîn kirin roja 30yê îlona sala 1928an ji bo vê meseleyê ez ê hereketê li ser sinorê Îranê li ba Mehmûd Xanê Kanîsan bikim, teqrîben sefera min dê deh rojan bikêşe.

2- Ew tehrîrata ku ji aliyê komeleyê ve ji Mehmûd Xan re hatiye nivîsandin sureteka wê ya heqîqî eynen hat teqdîm kirin.

3- Tehrîrateka komeleyê ku beriya niha ji Şêx Mehmûd re hatiye şandin sureta wê jî bi pêçayî hatiye teqdîm kirin”.

Xala çaran û pêncan a nivîsê ji behsa peywendiyên Komeleya Zerdeşt bi serokên Eşîreta Pîşder re hatine amdekirin. Qismek ji xala pêncan dibêje: “Çar-pênc begzadeyên Pîşderî bi quweta şeref û temînata temam îttîfaqê bi komeleyê re kirine”. Ev jî teksta temamê xala şeşan e ku behsa peywendiyên Komeleya Zerdeşt bi Sabir Begê kurê Kerîm Begê Hemedanî re ne ku herdu terefdarên Şêx Mehmûd û dijminê ingilîzan bûn:

“Ji bo ‘eqda munasebet û itifaqê, komeleyê kaxezek ji Sabir Begê Kerîm Begê re şandiye, dê ew jî bikeve nav komeleyê û ji vir şûn ve dê li gorî  program û tertîbata komeleyê hereket bike”.

Xala heftan a nivîsê vê ji me re ronî dike ku rêvebirên Komeleya Zerdeşt bi dûrbînî, ji bo bikin bingehê peywendiyên xwe bi Kurdistana Bakur re qîmeteke taybetî dane Rewandizê. Teksta vê xala han bi vî awayî ye:

“7- Daxilê programa sala 1928an a komeleyê bûye ku ji bo propagande di Kurdistana Bakur de şubeka komeleyê li Rewandizê hebe, ji vê şubeya han re ji miktarê mesrefa şubeya Silêmaniyê zêdetir hatiye amadekirin. Endamên vê şubeya han hê bi temamî nehatine tehequq kirin”. 

Piştî du xalên vê beşa nivîsê ku peywendiyên wê bi kar û barên kargêrî û darayî Komeleya Zerdeşt ve hene, ji ber qîmeteke wan a gelek gelek zêde heye, em ê van jî çawan hatine nivîsandin bi wî awayî biweşînin:

“8- Li ser milê ferdê bi îtibarê umumê ji mensubên komeleyê wacib e mehê pênc ropî (dike 375 fils- K.M) di şubeya xwe de teslîmê mutemedê komeleyê bike. Lakin biryara serfa pereyê ji aliyê merkeza umumî ve derdikeve. Tu wextê şube nikarin bê emrê merkeza umumî serfiyat bikin.

9- Li umuratê komeleyê, bi îtîbara umumî di şubeyan de mutemed û memur û ji du azayan pêk tên. Mensubê komeleyê melumatê wan li ser umurê komeleyê de di esnayên girîng de nabe. Destûra komeleyê hemû mensubin dibînin”. 

Wekî me got, beşa duduyan a nivîsê di derbarê “Şayî’atên Silêmaniyê” de ne. Ev ji pênc xalên bi têr û tesel pêk hatiye ku hemû ji bo ingilîzên wî wextî pêwîst û bi qîmet bûn û îro ji bo dîroknivîsan jî zanyariyên gelek hêja û nayên zanîn in, ji ber vê yekê em ê teksta her pêncan jî wekî wan biweşînin:

“1- Şayî’ek wisan heye, siyaseta hukumeta ingilîz bi Iraqê û Kurdistanê re diguhere û mendubê samî Sir Henry Dopis ji ber vê hatiye guhertin.

2- Li gor hewadîsan ehlê Pîşder îtaetê nakin û balafir beyanname ji wan re avêtine.

3- Li gor gotina xizmetkaran Hamid Begê qaymeqamê Helebceyê, vê carê ku çûye Kerkûkê, hukumetê bangê wî kiriye ku wî bikin muteserrifê Silêmaniyê, her çend ev gotin di nav hemû bazarê de hatiye belavkirin û herkes vê gotinê tekrar dike, lakin wekî melumatên me hene, Hamid Beg dest bi cî çûbû, ji bo tedawiyê çûbû Kerkûkê û roja 28an vegeriya. Ev şayî’e bi derew meşhur dikin.

4- Hîç meclis û mewqe’êk di Silêmaniyê de peyda nabe ku di eleyhê muteserrif Ehmed Efendî de neaxive, bi ‘îtîbara umumî lîwaya Silêmaniyê di eleyhê îdareya vî mirovî de diaxivin.

5- Muteserrif mumaaliye li gel meb’usê Hewlêrê Meruf Çiyawuk munaferetêk mezin di navbera wan de peyda bûye û bi quwwet di eleyhê hevûdu de ne. Meruf Çiyawuk meb’usê xusus û gelek kaxez di eleyhê vî mirovî de ji eşrafên Silêmaniyê re şandine, mumaaliye muhtemele çar roj şûnde bi navê dîtina hinek kesan bê Silêmaniyê”. 

Beşa dawiyê ya nivîsa rapornivîsê me di derbarê hezkerên tirkan ên wî wextî li Silêmaniyê de ye ku di nav xelkê de wekî henek “cilxwer” dihatin bi navkirin. Di dawiya salên bîstî de dilxwazên tirkan li Kurdistana Iraqê ji ber sebebê siyaseta nelibar a şovenî ya Kemalîstên Tirkiyê, bi temamî jar û rûswa bûbûn, ev rastî bi awakî ronî di qismê dawî yê nivîsê de tê xuyakirin. Ev jî teksta wê beşa giring ya nivîsê ye:

“Turkçî: bê xayet derece zêde ew çar û pênc kes in ku turkçî bûn, niha jî bi şiddet propagandeya turkçîtiyê dkin. Lakin ev propagande ji ber vê ye ku di ‘esra hazir de gelek bême’ne ye, tesîrê hîç ferdekî nake û hîç kesek îtîmad bi qewl û gotinên van nakin, belko bil’ekis di nezera umumî ahalî de mehtuk û bêîtîbar li wan dinêrin. Propagandîstên wan ewqas ne têgihiştî ne ku ji usûla propagandayê bizanin. Ji ber ku insan azime li gel ‘esr û muhît de propagande bike û îstîfade ji eqlê ahalî bike. Ez dikarim bêjim qismê ‘ewam ê ahalî ji turkçîyan têgihiştîtirin. Di nav van turkçiyan de Tayer Efendî kurê Emîn Efendî (xalê dayîka kek Fuad Arif e- K. M.), heqîqeten ew mirov bi hiş û têgihiştî ye, di propagande û înqilabê de sahib deste ye, ev mirov du sal in vê meseleyê berdaye, yên din adeten nisbet benê xwe qetandine”. 

Careke din behsa rapornivîsê me di wê dosyaya Wezareta Firokevanî ya Brîtanyayê de, ku ji destpêkî ve me behs kir, tête pêş. Xala yekê ya vê nivîsa zabitê îstîxbaratê yê Brîtanyayê li Silêmaniyê, roja 21yê kanuna pêşî ya sala 1928an, şandiye ji îstîxbarata serokatiya hêza asmanî ya Brîtanyayê li Bexdadê, ji bo vê behsê amade kiriye. Li gor zanyariyên di nav wê nivîsê de, birêvebirên Komeleya Zerdeşt, destpêka kanuna pêşî cardin rapornêvîsê me şandine li ba Şêx Mehmûd û wî jî wekî carên din hemû nehênî û raspardeyên herdu milan wekî hêkê spî kiriye û xistiye ber destê ingilîzan. Vê carê jî Şêx Mehmûd bi name piştgiriya xwe ji bo Komeleya Zerdeşt daye xuyakirin.

Mixabin, em li vir digihîjin dawîn xeberên çalakî yên wî rapornivîsê me ku hemû ji bo nivîsandina dîroka hevdem ya kurd bi xêrgerîn bûn. Xwezî ew rapornivîsê me sed sal bijîya, carek din ez dibêjim, ez hêvîdar im Xwedayê kurdan ji wî rapornivîsê razî bibe. Sipas ji ingilîzan re jî ku hemû van xezîneyên kêmwêne ji me re parastine. Îhtîmal e hûn ecêbmayî bin eger ez bêjim, wan heta Heme yê nargîlevan ê mirovê Şêx Mehmûd jî ji nêzîk ve nasîne û bi hişyarî ew teqîb kirine û di belgeyên xwe de ciyekî taybetî jê re amade kirine!!.

 

JÊRNOT:

1) Ji gotina “xoy bûn” hatiye, li gor min Bedirxaniyan ji bo maneya serxwebûnê gotine.

2) Ji bo xizmeta Şêx Mehmûd diçe ku wî wextî çûbû gundê Pîranê yê li milê din sinor.

3) Di vî warî de binêre gotara ji bo koça dawiyê ya mamoste Kerîm Zanistî, ku di îlaweya rojnameya Iraqê, di roja 21yê kanuna paşî ya di sala 1996an de min weşandiye.

4) Ez di kitêba xwe ya bi navê “Mêjû” de ketime şaşiyê, ku min gotiye Bleç Şêrko naznavê Celadet Bedirxan e (binêre: Mêjû, Bexdad, 1983, rûp: 181, 189), niyeta min heye ez di vî warî de ronîkirinekê belav bikim.

5) Ez hêvîdar im xwendevanên delal çi şaşiyek hebe ji bo min rast bikin, eger zanyariyên din jî di destê wan de hebe, bila biweşînin, yan jî di derbarê wê de min agahdar bikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev