EGER ÎRO ZIMANEKÎ STANDART ÇÊBIBE…

EGER ÎRO ZIMANEKÎ STANDART ÇÊBIBE…

KAR Û XISARA WÎ JI BO KURDAN ÇI YE?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dema Zimanê Standart tê gotin, bi wateya zimanê cihgirtî, zimanê bicihbûyî, zimanê ku ji aliyê tevek hemwelatiyan ve tê fêmkirin û hatiye pejirandin e.

Çêbûna zimanekî standart, ne bi çend nivîskar û belavokan çêdibe, lê divê bi rizamendiya hemû hemwelatiyên Kurd û têkiliya wan bi hev re çêbibe.
Herweha divê di serê pêşî de, plan û proje hatibin çêkirin, jê re budceyeke mezin hatibe veqetandin, bi xebata hemû wezaretan, xasma ya perdwerde û rewşenbîrî, bi alikariya medyayê û bi dirêjahiya bi dehên salan çêdibe.
Eger Zimanê Standart ne wisan bi rêkûpêk çêbibe, eger hema wisa bi lezûbez û bê plan û program derkeve holê, wê pê re rûdanên xirab jî derkevin holê. Hin ji wan xirabiyan dê ev bin.
Bi tu rengê kar/qezenc ji bo zimanê kurdî tune, lê xisaretên ku bibin ev in:
Li got tesbîta min, wê çar felaketên mezin werin serê zimanê kurdî:
1) Ev ferhenga dewlemend a van 4 zaraveyan ku tê de 37 devok hene, her yekê ku mîna zimanê miletekî dewlemend e. Wê hemû di pêvajoya demê de, wenda bibin. Ev wendabûn ji bo çanda kurdî, dibe karesateke mezin.

2) Kurdên Êzîdî gava perestiniya xwe dikin, tenê bi zaravayê kurmancî dixwînin û dua dikin, dê ev jî ji holê rabe.

3) Kurdên Kakeyî ku ji wan re Ehlê Heq jî tê gotin, dema ol û ayînên xwe dikin, tenê bi zaravayê hewremanî dikin. Wê ev jî di nava çend salan de ji hêlê rabe.

4) Hinek hemwelatiyên Kurd yên wek Ermenî, Suryanî, Azerî, Çerkez, Çaçan, Laz, Gurcî û hwd. hene ku ew tenê bi zaravayê kurmancî dizanin, niheqiyeke mezin dê li wan bête kirin. Û gwd.

NEXWE ZIMANEKÎ STANDART KENGÊ Û ÇEWA DIKARE ÇÊBIBE?

Ji bo Kurd zimanekî standart ji xwe re çêbikin, du bingehên girîng hene, divê pêşî ew çêbûbin, hêj Kurd dikarin zimanekî standart ji xwe re çêbikin. Ew du bingeh ev in:

1- Lihevrastkirina hemû zarava û devokên kurdî ku di van neh xalên li jêrê de hatibin nivîsandin û ketibin binê parastinê.

1- Zaravasazî:
2- Kêşesazî – uslûb:
3- Dengsazî: Fonetik
4- Bêjesazî – peyv:
5- Hevoksazî:
6- Ferhengsazî:
7- Watesazî:
8- Rênivîs: gramatik
9- Dîroka bingehîn a bêjeyan:

2- Îdarekirina hemû herêmên Kurdistanê ji aliyê desthelatiyeke kurdî ya serbixwe ve.

De ka binerin, di nava van zarava û devokên kurdî de:

– wekhevîtiya peyvên nêr û mê tune.
– bêjesazî tune.
– hevoksazî tune.
– rênivîs tune.
– zaravasazî tune.

Ji vê zêdetir gelek nivîskarên Kurd hene ku hêj ageh ji zarava û devokên kurdî yên din nînin. Tenê zaravayê xwe yan devoka xwe dizanin.
Ha rewş ev e! Dê çewa Kurd karibin zimanekî standart çêbikin?
Piştî ku lihevrastkirina zarava û devokan çêbibe, îcar çi dema ku Neteweyê Kurd, tevî axa xwe, ji aliyê yek desthelatiyeke Kurd ve hatibe îdarekirin, wê hingê Zimanekî Standart ji ber xwe ve derdikeve holê.

Îro tê gotin ku jimara Kurdan, ji 50 milyonî bihuriye.
Li Rojhilata Navîn ev qada Kurd li serê dijîn û wek Kurdistan ku hatiye binavkirin, 650 hezar km2 ye. Kurd li hemû herêmên Kurdistanê, di binê zext û cewrê de dijîn û zimanê kurdî bi heşifandin û rûxandinê re rûbirû maye.
– Heta zimanê kurdî di vê rewşê de be,
– heta Kurd û Kurdistan wisa jihevdaketî bin
– wê zimanekî standart çewa û ji kê re çêbibe?
– Niha kîjan rewşenbîrê Kurd dikare bersiva vê pirsê bide?
– Kes nikare bersiva vê pirsê bide, ji ber ku Ziman ne siyaset e. Divê em rastiya zimanê xwe bibînin û li wê gorê biryara xwe bidin.

Herweha divê em rind zanibin, heta Neteweyê Kurd û axa Kurdistanê di vê rewşa bindestiyê de bin, kes nikare bingeh jî, ji bo Zimanekî Standart amade bike.
Ji vê yekê re, niha ne delîve heye, nej jî derfet…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev