
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bersîva du pirsan ha da:
Pirsa Araratê Gemo û bersîva Nura Şane
Pirs 1: -Li ser kesekî kurd yê navdar du gotar derketine: yek gelek baş, yek gelek xirab. Ew çawa dibe?
Bersîv 1: -Her mirovek kêmasî û serdestîyên wî hene. Ew rojnamevanê ku wî kesî hiz neke, wê her tenê derheqa kêmanîyên wî da binivîse û ew rojnamevanê, ku wî kesî hiz bike, wê her tenê alîyên wî kesî yên baş bide xuyakirin.
Pirsa Dergûşa Fetlan û bersîva Nura Şane
Pirs 2: -Ji ber çi ye, ku gelek kurdên me bi zaravê soranî dipeyîvin, ez hema bêje gişkan tê digihîjim, lê gava helbestvanên bi nav û deng dipeyîvin, ez ji wan tê nagihîjim?
Bersîv 2: -Ewên tu ji wana tê digihîjî, di zaravê wan da jî, yê te da jî gotinên biyanî hene, lê ji yên helbestvanan – soranîya paqij e, ji ber wê jî tu tê nagihîjî!
Riataza