Eşîra Celaliyan

Eşîra Celaliyan

 

Me berî çend rojan gotarek ser eşîra Celalîyan di rûpelên malpera xwe da çap kiribû. Niha jî gotareke din a ser wê eşîrê raberî we dikin, bi hêvîya ku zanebûnên me ser vê eşîra kurdan a mêrxas zêdetir bin.

 

Murad Celalî

Destpêk

Kurd ji gelên herêma Rojhilata Navîn yek ji wanê herî kevn e. Koka gelê Kurd herî kêm bi qasî 3500 sal beriya zayinê (bz) diçe. Ji ber ku herêma Kurdistanê ji destpêka dîrokê mêj ve hêlîna zayîna olan e, qada ceng û şeran e, li ser rê û dirba bazirganî û çûnûhatinê ye, lewma hergav li ber çavan e. Gelek şaristanî lê hatine avakirin, di encamê de ji her dem û qonaxên dîrokê şûn û berate lê mane û ji ber vê hemû gelên heremê xwe kevintirîn miletê vê derê dibînin. Loma esl û nijada xwe heta ji dest wan tê bi şaristanî, çand, ol û pêxemberên berê yên binavûdengê herêmê yên mîna Sumer, Babîl, Med, Pers, Gilgamêş, Îbrahîm, Zerdeşt û hwd ve girê didin. Seba peyîtandina/îsbata van gotinên xwe jî gelek hêmanan jî jêderk nîşandidin, her çendî ji wan hêmanan piranî ji bo îsbata dîrokê ji hêla dîroka ve delîl nebin jî xwe bi wan digrin.

 

Serencama Kurdan

Qada zanista dîrokê cihê xirecir, gengeşî û nîqaşên curbecur e û disîplîna dîrokê heya nekeve destê kes û komên nijadperest û ji avarû neyê derxistin, li gor berjewendî, mebestên bed neyê bikaranîn û çep neyê qulipandin gelekî fêrkar e. Lê hezar heyf îro êdî pirensîb û distûrên zanistê li cem gelekan pere nakin. Nirxandin, rexnekirin ji bo rastkirin û serastkirinê ne endaze ye. Lewma ji vê rewşa heyî jî herî zêde gelên bindestê mîna me Kurdan ziyanê dibînin. Ji ber van rewş û mercên nerind û neyîniyê ku em bêgav tê de dijiyan, êdî ez hîn bibûm û ji min re ecêb nedihat ku hêzên dagirkerê Kurdistanê heryekî ji bo bişaftin û mehandina Kurdan bigotina/digotin Kurd ji me ne, ango tunene. Çawa Tirkan digot Kurd, Tirkên li serê çiya ne, ji ber ku di şert û mercên dijwar de mane, li cihên bilind jiyane û loma gava li ser berfê geriyane, çûne û hatine berfa di bin lingê wan de kiriye kart-kurt, lewma nişkêva nav û zimanê xwe ji bîr kirine(!), fêrî zimanekî ji Farisî û Tirkiya kevn çêbûyî bûne. Farisan digot jixwe ne hewce ye bêtifaqî têkeve navbera me, lewra em gişk Aryen in. Ereban jî digot na Kurd ji hersê kurên Hz. Nûh dola Sam tên, Samî ne û vêca Ereb in.

 

Eslê Celaliyan

Çend sal beriya vê, çaxê min teze dest bi xwendina pirtûkên li ser dîroka Kurdan kir, min nizanibû ka di vê babetê pirtûkên herî baş kîjan in. Loma min ji mezin û hevalên xwe pirsî ka gelo kîjan pirtûk di vê mijarê de ya herî çêtir e? Kîjan di vî warî de çavkaniya berbiçav e? Ji wan gelekan pirtûka Bazîl Nîkîtîn pêşniyaz kir. Her çendî ev pirtûk bi temamî kitêbeke dîrokê nebe jî di derbarê Kurdan de bi kurtasî be jî agahiyên giştî dida. Êdî ez fêrî dîroka xwe dibûm, loma min bi heyecan her beşa wê kito kito û bi baldarî dixwend. Çaxê ez hatime beşa Kurdên li Ermenistanê dijîn pêrgî tiştekî hîç nedihate bîra min hatim. Nîkîtîn ji lêkolînvanekî Urisê navê wî Averîanov, navê eşîrên Kurd yên li Ermenistanê dijîn neqil dike û digel hinek eşîrên heremê, ji Celaliyan heşt milan dijmire; kotanli, soranli, saganli, hasananli, keçananli, kapdekanli û cînankanli[1] û dibêje ev bavikên eşîra Kurdan ya ji êlên mezin ên serhedê Celaliyan, bi eslê xwe Ermenî ne û bûne Kurd!? Him jî ji wan milên ku navê wan hatine gotin gelek jî xelet hatine nivîsîn. Herweha ji van milan hinek, di hinek ciyan de mîna eşîreke serbixwe tên nîşandayin, paşê jî di nav milên eşîra Celaliyan de jî tên jimarê. Ji bo mînak Hasananli di rûperê 279an de li jorê/fêza paragrafê de cuda, mîna eşîreke serbixwe tê nîşandayin û hinekî li bintara wê de jî di navbera Celaliyan de tê jimarê. Digel vê navê gelek eşîran jî çewt hatine nivîsandin.

Dema min li ser vê mijarê lêkolîn kir, li ser înternetê di malpera www.kdps.orgê de ez pêrgî maqaleyeke Dr. O. Blau ya li ser êlên bakurê Kurdistanê hatim. Cankurd ev maqale ji Almanî wergerandiye Kurdî. Nivîskar ji ciyekî din ragihandiye[2] û li gor wê jê derê tê gotin ku Celaliyan navê xwe ji mîrekî Ermenî yê ku navê wî Celal bûye, hildane û bi îdiaya wê jêderê Celalî wê dema di bin destê wî mîrî de bûne. Her wekî wergêr jî destnîşan kiriye, ev çewtiyeke pir ecêb e. Lewra Celal ne navê Ermeniyan e. Ligel vê nivîskar li ciyekî din di derbarê navê Celaliyan de weha dibêje:

“Dibe, ku destekariya pevçûn û cengewarî û talankeriya Celaliyan li hember hersê dewletên hevsînor re, ew rûmetnav ji wan re anîbe. Herhal wan bi xwe jî ji xwe re ew nav wek nîşan birine û bi kêmasî niha ew êlnav bo cihêkirina xwe di vê navçeyê de bi kar tê.”

Ev jî dozeke din ya vê jêderê ye. Dîsa li ser malpera Kurdên Anatoliya Navîn[3] dema qala cih û warên ku Kurd lê dijîn tê kirin, tê gotin ku piraniya Celaliyên li Yêrîvan û Azerbeycanê dijîn Ermenî ne.

Gelo tiştekî wisa çawa dibe? Ev eşîra Celaliyan ya ku gir û hûr di gelek serhildan û têkoşînên Kurdan de rolên girîng leyîstiye Ermenî ye?! Ji pey pirtûka Bazîl Nîkîtîn re min di pirtûkeke dinê ya behsa eşîrên Kurdan dikir de jî heman agahî xwend ku ew jî ji kitêba Nîkîtîn dihate ragihandin.[4] Ji dû vê re albûmeke[5] bi çavê seyahên rojhilatî ve Kurdan dide nasîn kete destê min. Di vê albûmê de dema qala êla Celaliyan tê kirin, li kêleka nîgareke eşîra Celaliyan temsîl dike weha hatiye nivîsîn; êla Celaliyên ya bi eslê xwe ermenî ne û bûne Kurd û paşê diyar dike ku ji heşt mil/bavikan pêk tê lê heft navan dijmire. Li bintarê jî lêkolînvanê Îngilîz Mark Skyesê ku li Kurdistanê geriya ye û di encama van gerên xwe de nexşeyeke eşîrên Kurdan amade kiriye referans tê nîşandan ku eşîra Celaliyan li nêzîkê Amedê bi awayê koçerî û niştecihî dijîn û ji çar hezar malbatan pêk tê.[6]

Di van pirtûkan de ji xêncî van îdiayên bêbingeh tiştekî merivan îqna bike û qîma merivan pê bê tuneye. Bes tê gotin navê eşîra Mamakanli ku navê wê yê rastî “Mametkan” e dişibe navê eşîra Ermeniyan ya navê wê Mamîkonyan e.

Ji vê şûnda ez li pey vê gotegotê ketim, ka gelo ev gotina hanê raste yan na? Ez bi xwe jî ji eşîra Celaliyan milê Soran têm. Heya wê hingê min tiştekî wisa ne ji bav û kalên xwe ne jî zana û rûspiyên herêmê bihîstibû. Min ev mesele ji kê re got li min keniyan. Lewra tiştekî wisa ne bihîstibûn ne jî bînabûn. Digel vê li herêma me hinek malên bi eslê xwe Ermenî hebûn û di nav milet de ji wan re bavfile dihate gotin. Ger tiştekî wisa hebûya divê miheqeq di nav milet de bihata gotin. Çimkî malên eslê xwe ji miletên din bûn bê tirs û veşartin ev yeka digotin û jixwe gelê heremê jî ev dizanibû. Lewra ev demeke dûrûdirêj, bi sedsalan bû bi xweşî, di nav hev de cînartiya hevdu dikirin û îmkana wê tunebû wan malbatan eslê xwe înkar bikirana. Gel heftê û heft bavê hevdu dizane. Jixwe tiştekî wisa dûrî aqilan e jî. Ji aliyê din ve heke jimara vê eşîrê kêm bûya, ji çend malan pêk bihata dibe ku têkete hişan û bihata gotin ku dibe ev yeka rast e. Lê ev heşt bavik ji hezaran kesî pêk tên û heftê û heft bavê xwe dizanin. Wekî din hê li herêma Serhedê malbatên ermenî hene, pir kêm be jî ziman û kelepora xwe parastine, xwe ermenî dizanin. Helbet ji wan kesên ku dînê xwe guherandine û zimanê xwe ji bîr kirine jî hene. Lê ne tevahî, eşîr bi eşîrtî. Belê, tiştekî weha jî heye dibe ku hinek mal û kesên bêeşîr yan jî paşmayiyê miletên dinê (Tirk, Ermenî, Nastûrî, Suryanî hwd) hebin û xwe nîsbetî êlên mezinê bihêz bikin. Lê jimara wan pir nîne û ji bo vê dozê nabe piştek.

 

Warê Celaliyan

Ya rastî ji bo diyarkirina meseleyên weha, gotî meriv serî li dîroka berê, dîroka hê beriya zayînê bixe. Bes bi wî şeklî dê delîlên saxlem bi dest bikevin. Her çiqasî di pêvajoya dîrokê de gelek tişt hatine guherîn, winda bûne, hatine jibîrkirin jî mêjû di wê hembêza ya mezin û kevnare de dews û şûna gelek tiştan jî veşartiye û ji bo me heta îro parastiye. Di derbarê vê mijara me de jî li gor agahdayina Mehrdad R. Izady; ji sedsalên 4an ya beriya zayînê heya sedsalên 5an yên piştî zayînê koçên Kurdan hergav ji herêma Rojhilatêbaşûrê Çiyayên Zagrosê ber bi Bakurê Kurdistanê ve berdewam kirine. Ji ber vê dema îro meriv li navê eşîrên wê heremê dinihêre heman nav û yan jî hinekî hatine guherîn li Kurdistana Navîn û Bakur tên kifşê. Êla Celaliyan jî di vê pêvajoya dîrokê de mîna gelek êlên din ji wê herêma ku warê ji hevdu zêdebûn û belabûna Kurdan Çiyayên Zagrosê koçî ciyê xwe yê îro kirine ku di vê dema nûjen de lê dijîn. Îro Celalî li erdnîgariyeke mezin, ji hevdu qetiyayî li heremên curbecur ji hevdu dûr dijîn. Ji wan hinek li herêma Xoresanê ya îro di navbera Îran û Tirkmenistanê de dabeş bûye de dijîn, hinek di navbera Silêmanî û Helebçeyê de, hinek jî li rojhilatê Senendejê dijîn û beşa herî mezina konfederesyon e jî li herêma Serhedê dijî. Ev şaxên me jimartin bes ew in ku navê wan bi Celalî tên zanîn. Lê ji destpêkê vir de navê Celaliyan bi gelek awayan hatiye zanîn û bilêvkirin, ji wan awayan çend heb; Gelu, Kuh Giluya, Jiluya, Galawand, Kalalawand û Celalawend. Bi rastî ev navana li gor dem û derê guherîne û wisa hatine zanîn. Ji van agahiyan jî tê fêmkirin ew îdiayên hanê yên me behsa wan kir ne rast in û wan kesên ew neqil kirine ji heman jêderê hildane, ji hevdu bihîstine û bê piştrastkirin qebûl kirine. Mîna vê, ew gotina wan ya di derbarê Mametkan yên ku îro di nav milên Celaliyan de tê hesabê jî wisa ne rast e. Navê wanê di nav Ermeniyan de Mamîkonî ye, bi Ermenîkî xeberdidin, di nav Kurdan de Mametkan (li Serhedê), Mamakan û Mameş in, bi Kurmancî xeberdidin, çaxê berve başûr ve diçin navê wan dibe Mamasanî û bi Lorî xeberdidin.[7]

Celalî êleke bi sed hezaran nifûsî pê tê. Ne tenê li bajarekî dijîn, li gelek gund û bajarên di navbera Tirkiye, Îran, Azerbeycan û Ermenistanê de bela bûne. Piranî li der û dora çiyayê Agirî/Gilîdaxê, Elegezê, li deşta Rewanê, zozanên Serhedê û bajarên mîna Mako, Bazîd, Agirî, Qers, Îdir, Wan û Mûşê dijîn. Ji wan hinekan koçî Anatoliya Navîn kiriye, li deverên curbecur cîwar bûne. Li Asyaya Navîn jî şaxên eşîra Celaliyan hene.

Celaliyan di gelek serhildana de cih girtine û di serhildana Agiriyê de bûne hêza bingehîn. Her çendî mijara vê nivîsê dîroka Celaliyan ya giştî nebe emê navê şaxên wê de bidin. Me ev agahî ligel hinek teserûfan ji pirtûkeka dewlemend ya ku ji devê rûspiyên herêma Serhedê hatiye nivîsîn[8] wergirtin:

 

Eşîrên Kurdan yên Li Serhedê

 

 Milan, Zîlan, Kurdê Reş

 Hesenan, Raman, Celalî, Retkan, Bextiyarî,

 Reşqotan, Pêncenan, Cemaleddînî, Sîpkan,

 Şikakan, Hekariyan, Heyderan, Ademan,

 Gulaviyan, Zirkan, Cîbran,

 Birûkan

 

Eşîra Celaliyan

 

Xelikî, Birxikî, Sakî

Cindiyan, Suleêtîman, Mala Emê, Keçelan, Mala Bozo, Mala Bado,

Qorixçiyan, Hesoxelefan, Mala Hese Keçel, Hesesoran, Mala Hesê Nekê, Mala Resê Çilê,

Butkan, Meyaka, Mala Êla Bozxorê, Pêyala,

Qotan, Keskoyan, Qatkan, Qîmkan,

Gêloyan, Elemhoyan, Mametkan, Giskan,

Soran, Cumkan, Keleşkan, Qurrûyan,

Elyan, Gelturan, Mala Hozê Semê, Deloyan,

Misirkan, Pîlekan, Mala Yaqubê Eledînî, Mala Xidiraxa, Hindirîsan, Banûkan

Mîna van şaxên eşîra Celaliyan hê gelek şaxên dinê yên han jî hene: Keçelan, Şemkan, Reşreşkan, Qizboxşoliyan, Omkan, Şêxbiziniyan, Qereçoliyan, Zilfoyan û hwd. Lê wekî me li jorê jî destnîşan kir mijara me dîroka giştî ya Celaliyan e û jixwe bi nivîsekê ne mimkun e ev kara bê kirin, loma em zehf pêda naçin. 

Encam

Li vê derê gotî meseleke dinê ya dîrokî jî bê zelalkirin. Lewra gelek caran ev rastiya dîrokî te jibîrkirin. Li ser rûyê cîhanê tu netewe ji aliyê nijadê de xwerû nîne. Di pêvajoya dîrokê de bi awayên curbecur (şer, koç, bazirganî û hwd) têkiliya gelek nijad, ziman û çandan bi hevdu re çêbûye. Di encama van têkiliyan de hinek nijad bûne tevhev, eslê xwe winda kirine, her wiha ji wan hinek nijadên teze çêbûne. Lewra jiyana cihanê çalak e, hergav diherike û xwe diguherîne. Jixwe ji bilî kesên nijadperestê hejahî û rûmetê bes para xwe û gelê xwe dihesibînin tu kes vê rastiyê nîkol nake. Hê serda jî gava behsa herêmeke mîna Rojhilata Navîna ku dergûşa zayîna mirovahiyê, şaristanî, ol û zimanan bê kirin, ez bawer nakim tu merivê ku hişê wî li serî be dijî vê rastiyê derkeve.

 

Jêderk:

Bazil Nikitin; Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, cild. 1-2, wer. Hüseyin Demirhan-Cemal Süreyya, çapa 3yan, Weşanên Deng, 1994, Stenbol.

Burhan Kocadağ, Doğuda Aşiretler, Kürtler, Aleviler, Çapa 2yan, Weşanên Can, 1997, Stenbol.

İlhami Yazgan, Batılı Gezginlarin Seyahatnamelerinde Kürtler, 2000.

Mehrdad R. Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, wer. Cemal Atila, Çapa 1ê, Weşanên Doz, 2004. Stenbol.

Mücahit Özden Hun, Iğdır Sevdası -Kaf dağında bir şehrin hikayesi-, 2002, Enqere.

Riataza

[1] Di pirtûka Nîkîtîn de ev nav wiha hatine dayîn, me dest nedayê. Bnr. Bazil Nikitin; Kürtler, Sosyolojik ve Tarihi İnceleme, cild. 1-2, wer. Hüseyin Demirhan-Cemal Süreyya, çapa 3yan, Weşanên Deng, 1994, Stenbol, r. 285.

[2] Wagner, Reise nach Persien II, r. 232.

[3] www.xelkedondurma.com/dirok/index.hml

[4] Burhan Kocadağ, Doğuda Aşiretler, Kürtler, Aleviler, Çapa 2yan, Weşanên Can, 1997, Stenbol, r. 184, 185.

[5] İlhami Yazgan, Batılı Gezginlarin Seyahatnamelerinde Kürtler, 2000.

[6] The Kurdish tribes of the Ottoman Empire, J. R. Anthrop. Soc., XXXVIII, 1908, ji Bazîl Nîkîtîn neqil.

[7] Mehrdad R. Izady, Kürtler, Bir El Kitabı, wer. Cemal Atila, Çapa 1ê, Weşanên Doz, 2004, Stenbol, 162-183.

[8] Mücahit Özden Hun, Iğdır Sevdası -Kaf dağında bir şehrin hikayesi-, cild: 3, 2002, Enqere, s. 656.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev