Carina êşa ji dil ji zewqa here mezin jî xweştir e

Carina êşa ji dil ji zewqa here mezin jî xweştir e

Nivîskara malpera me Nura Şane bo me him du rêzenivîsan bi rê va dibe, him jî bi xwe bûyerên ji jîyanê yên xweş, serpêhatî û nivîsên bizîşkî dinivîse. Ev keça delal him ji Diyarbekirê ye, him jî kurmancîya wê gelekî xweş e. Du nivîsên wê yên wisa ev demeke dirêj e ji ser rûpelên malpera me ranabin: “Qenckirina nexweşîyan bi dermanên kurmancî” û “Ez li xwe hesiyam ku nimêja xwe bi kurdî dikim…”. Ew nîşana wê ye, ku ew nivîs jî bi dilê xwendevanên me ne.

Nura Şane

Berî çend rojan kalê hevaleke min wefat kir, ji kar 3 roj îzin danê bo şînê.
Lê piştî 2 rojan keçik îstifa kir ji wî karê xwe yê ku bi hezar lava û rica ketibû. Gotîye ez bi vê êşa xwe nikarim kar bikim.

Ji min ra digot piştî 3 mehên ceribandinê heger min begem nekin û min ji kar derxin, ezê sibetirê heya êvarê li ber derîyê heyeta rêveberiyê bisekinim ku cardin min qebûl bikin. Ev der xeyalê min e, ji xeynî vir naxwezim tu derê kar bikim.
Ev şîfaxane zemanê xwe da bo min qenciyek pir mezin kir, gere ez liyaqê wan bim û ji bin deynê wan derêm, falan û bêvan.

Lê bi mirina kalê xwe hemû planên xwe serobin kir.
Dûra ez li xwe fikirîm:
Ku kalê min wefat bikira?
Min anî ber çavê xwe, lê ferq kir xetên rûyê kalê min jî zelal nayên ber çavên min.
Ji ber ku min ew nedîtibû, ji ber ku li cem me tenê wêneyekî wî yê reş û spî yê kevn hebû, ew jî berî 10 salan ketibû destê me.
Dû ra sala par min di nav kaxizek hiqûqî da navek û tarîxek dît. Ji kêfxweşîyê weke ku serxweş bibûm.
“….. 6/5/1951 da piştê mirina wî weraseta…”

Xelq bi mirina kalên xwe serobin dibe, ez bi dîtina tarîxa mirina wî şa dibim.

Kalên xelqê vê tarîxê da ji dayîk dibin, lê yê min wê tarîxê da koça xwe ya dawî dike…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev