Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 101ê ye. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 101

 

MERÎYÊ BABAX, QURE Û

YÊ MERÎYA QAYÎL NABE

 

Hat mîna wezîran,

Rabû mîna hêsîran.

 

Hebûn tunebe li serî,

Xeberde lal, dur û cewherî,

Wê bêjin: -Ji vêderê rakin vî kerî.

 

Here cîyê nenas,

Payê xwe bide xas bi xas.

 

Kincê xas

Merîyan nake mêrxas.

 

Ne gundê bê rez,

Ne konê bê pez,

Ne mêrê bê-ez.

 

Serî qûç e,

Binî pûç e.

 

Sor e,

Gir e,

Barnebir e.

 

Merîyê babax zû ser kelle tê.

 

Ne tu tişt e,

Tiştekî jî qayîl nabe.

 

Nermikê nelivandîye.

 

Mêş ne tişt e,

Lê dîze dan diherimîne.

 

Qijik e,

Dixweze bi meşa kewê here.

 

Yê payê xwe da,

Bahê wî şeyîk e.

 

Se ber siya erebê da dikeve,

Ewî tirê siya wî ye.

Tu payê xwe nede,

Bira xelq payê te bide.

 

Dîzê go binê min zêr e,

Heskê go: -Lê ez ji ku têm?

 

Rûvîyê fêlbaz

Herdu lingan dikeve telê.

 

Perîyê mezin

Gewrîya mêriv da dimîne.

 

Tişt barê merîyê qure da tune.

 

Çi saq e, gore laq e.

 

Mala wî ser pişta dîk e,

Dîk jî binî da fîke-fîk e.

 

Zmanê xweda dewrêş e,

Dilê xweda kul û êş e.

 

Rû danê, nivîn jî dixweze.

 

Pişîkê ra gotin:

Pîsîyê te derman e,

Çû der û veşart.

 

Derî ra derdixin,

Kulekê ra tê.

 

Her kes agir kaşî bin kuçikê xwe dike.

 

Bilind firî, alçax ket.

 

Bizin ketîye derdê serê xwe,

Qesab jî ketîye derdê postê bizinê.

 

Merî çiqasî pêş xwe difikire,

Gere ewqas jî piş xwe bifikire.

 

Wî serî çel kim,

Ku dikeve ber şîretan.

 

Rojê heft cara padşatî

Fikra wî ra derbaz dibe.

 

Meriv sîrekê xwe lê dixe,

Pîvazekê jê xilaz nabe.

 

Serî qûç e, binî pûç e.

 

Serî gul e,

Dilî kul e.

 

Beq nequre, wê bidire.

 

Hirç û govend?

 

Heta merî neçe devê dojê,

Mirin bîra meriv nakeve.

 

Ne pîrê qenc kir

Ser gûnî runişt,

Ne jî gûnî qenc kir

Qûna pîrê ra çû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev