REWŞA ZİMANÊ KURDÎ Dİ NAV KURDAN DE

REWŞA ZİMANÊ KURDÎ Dİ NAV KURDAN DE

Emre MÛHARGÎNÎ

“Êdî min ji xwe re digote ku weleh wext e! Hindik maye ku ez aqil biavêjim û dînûhar bibim û bi çolan bikevim li vê Amedê. Lê êvarekê (28.07.2017) dengê cîrana min wekî ku bersiv dabe gazî û hewara min hat kete guhên min. Bi bihîstina dengê wê min wekî ku masiyek li dervayê avê bipirpite û ji nişka ve bikeve avê kêf kir. Êdî nizanim ku ew bi keça xwe re an bi bûka xwe re diaxifî lê ez dizanim ku ew bi kurdiyeke pir xweş û herikbar diaxifî. Wisa xuya bû ku ew pir qehirîbû û bi dengek bilind diaxifî. Loma jî wekî ku ew li bal min be min denge wê xweş bihîst. Wê awa digot: Heyla min serê bavê te di te kirê. Qey tu nizanî hetanî sibê bimîne ezê ji kerba bimirim? De zû (…)

Awê ku tê zanîn bajarê Amedê ji berê va ye bajarek qedîm û dîrokî ye. Mîna bûka baranê bajarê Amedê jî hemû renga di xwe de dihewande. Bi çendan qewm û çand û ziman tê de dijiyan. Lê aniha em dikarin bibêjin ku ji wê bûka baranê çi tiştek nemaye. Reşayiyek serê girtiye û bi tenê ew reşayî xuya dike. Belê bi rastî jî ji berê va ye ku bajarê Amedê ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e, xasma jî ji bo Kurda. Lewra ew paytexta Kurdistanê ye. Ez bawer im ku her Kurdek dema navê Amedê dibihîse kêfxweş û şanaz dibe (Ji xeynî hin kesên ku lê dijîn). Lê ku tên li Amedê digerin û çend roja li wir dimînin û pê de bi awayek polîpoşman vedigerin malên xwe. Ez wisa difikirim ku hema hema tevekî wiha ji xwe re dibêjin: “Wîîî bêlome be! Me nedizanibû ku Amed ev e! Bajar ku bajarê kurda be û tê de bi kurdî neye axaftin! Weleh wê kevir bi serê me de bibarin! Erê weleh xweliya heft gundan li serê me be!” Belê bi rastî jî rewşa Amedê ev e. Ne li sûkê ne li bazarê ne li kuçe û kolana, li ti derê kurdî nayê bikaranîn. Jixwe ji zû de va ye ku zimanê danûstendinê, ê perwerdehiyê û ê fermî bi tirkî bû lê sed heyf û mixabîn êdî zimanê rojane jî bûye tirkî. Ji zarok û ciwana bigire hetanî kal û pîr jî bi tirkiyeke ku dilê meriv jê dixele diaxifin. Ne tu dikarî bibêjî ev tirkî ye û ne jî tu dikarî bibêjî nîn e.

Li vêdere em Kurd divê van pirsa ji xwe bikin: gelo semedê vê yeke çî ye? Çima em hewqas ji xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe, ji nêrît û kevneşopiyên xwe û ji koka xwe bi dûr ketine? Em nikarin bibêjin ku semedê vê yeke bi tenê ev e. Lewra bi sedan semedê vê yekê hene. Lê bi a min semedê herî mezin bişaftina dewletê bû lê aniha xwebişaftin a me kurda ye. Belê berê bişaftina dewletê pir tûnd bû lê aniha em dikarin bibêjin ku hinek sisttir bûye. Jixwe ne hewce ye ku dewlet xwe biwestîne lewra em kurd vê yekê bixwe bixwe dikin. Em bixwe bixwe ziman û çand û nêrît û kelepûr û kevneşopî û cil û bergên xwe ji holê radikin û wan tune dikin. Li dijî vê yekê jî em hewqas li ên dewleta metînkar xwedî derdikevin û wan diparêzin. Ez dikarim bibêjim ku vê rewşa me kurda dişibe Diyalektîk a Sordel. Ev diyalektîk dişibe têkiliya di navbera dayik û zarokê de. Her çiqas ku dayik zarokê ji xwe dûr dixe û berdidê jî lê dîsa jî zarok bi awayek bêrû û rûşûştî diçe dîsa di hemêza dayika xwe de rûdinê û wekî ku ti tiştek nebû be xwe pê xweş dike. Bi ya min têkiliya di navbera me kurda û a di navbera dewletên metînkar de bi vî aweyê ye. Lewra ev bi sedan sala ye ku ew zilmê li kurda kirine û bi çendan komkijiyan li ser axa Kurdistanê pêk anîtine lê hê ti tiştekî kurda nepejirandine û her daîm bi aşkera ji me re gotine ku hun tune ne û hêjî dibêjin. Lê em çi dikin? Em dev ji ziman û çand û nêrît û kevneşopiyên xwe berdidin û hişk bi çar destan bi ên wan dewletên zilimkar digrin. Belê divê em ên wan jî hînbikin lê ne ku dev ji ên xwe berdin û ji bîr bikin.

Vêca ez dixwazim li ser çend rewşên dilsotîner ku ez li Amedê û derdora wê leqayê wan hatime rawestim.* Ev rewş ev in:

  • Berê dewletê zimanê me qedexe dikir û digote ku kî bi kurdî biaxifê wê bê girtinê. Pirî cara min dîtiye ku hin mirov ji ber ku bi kurdî diaxifîn ji alî hêzên dewletê ve hezar çêr û pêçaran dixwarin. Çend caran min bixwe dîtiye ku leşker avêtine ser gundê me û tevekî ciwan û mêr û kala li ser bênderê civandin û cilên wan ji wan kirin û bi şivên ter li wan dixistin. Her çiqas ku tiştên nemayî jî dianîtin serê wan lê dîsa jî wan dev ji axaftina kurdî bernedida. Lê sed heyf û mixabîn aniha me kurda bixwe zimanê xwe li xwe qedexe kiriye û bi taybetî jî me zincîr li zimanê kal û pîrên xwe xistiye. Dema ku kal û pîrên me bi kurdî diaxifin nevi û zarokên wan bi çavên biçûk li wan dinêrin û ji wan şerm dikin. Ne ji ber zilm û zordestiya dewletê lê ji ber van tevger û bizavên nevi û zarokên wan pirî kal û pîr dilşikestî û xemgîn in. Çend cara ez leqayê kal û pîra hatime ku ew bi nêrînên xwe bê ku deng ji wan derkeve gazî û hewar dikin. Ew in ku di temenê xwe ên dirêj de ji xeynî kurdî bi ti ziman neaxifîne lê li Amedê qaşo paytexta kurda ye ew bêzar û bêziman mane. Çawa ku meriv ji welatê xwe derkeve û here welatek xerîb ku meriv qet ji zimanê wan fehm nake û mîna çivikeka ku ji refa xwe veqetiya be li der û dora xwe dinêre a rewşa wan kal û pîrên me jî ew bixwe ye. Hetanî li gunda jî ez dibînim ku ji heft bavan vê de ye bi kurdiyek zelal û herikbar diaxifin lê dema ku neviyên wan têne bal wan tu yê son bixwi ku herdû piyê wan xistine solekî li hev dişewişin û nizanin wê çi bikin. Lewra ew yek peyvek bi tirkî nizanin û neviyên wan jî yek peyvek bi kurdî nizanin.
  • Çendan cara ku ez leqayê zarokên biçûk hatime ku navên wan navê kurdî ên xweş û geş in, wekî mînak Berfîn, Dilgeş, Nûpelda, Şoreş, Rojbîn, Azad, Pelşîn, Nûjiyan, Havîn, Arjîn, Nûbihar û hwd. Lê sed heyf û mixabîn dema ku min ji wan hezdikir û ez bi wan re diaxifîm, wan zarokên xweşik û şêrîn wekî ku kuliya zimanê wan xweribe bi awayekî şaş û matmayî diman û li min dinihartin. Di wê gavê de dayikên wan dihatin hewara wan û ji min re digotin; “Amcası kürtçe bilmiyor!” (Apê wê/î ew bi kurdî nizane!) Dema ku min ev tişt dibihîst (a rast hêjî pirkî pir dibihîsim) wekî ku xençerek li ser dilê min xistibin kîzîn bi dilê min diket. Wekî ku geran li serê min xistibin ez bêhiş û gêjokî di şûna xwe de bêdeng û matmayî dimam.
  • Belkî bi dehan cara ye ku ez bêşdarê civîn û konferansên ciwanên şoreşger bûme. Lê hê min nedîtiye ku carek be jî ji serî hetanî binî bi kurdî hatibe axaftin. Her daîm pêşiya bernameyê bi kurtî çend peyv bi kurdî diaxifin û jê pê de bi tirkî ya xwe ya fesîh û zelal axaftinên xwe didomandin ta hetanî bername bi dawî dibe. Hetanî çend caran jî hin ji wan ciwanên hişmend û bîrewer bi wê tirkî ya xwe ya xweş min tewanbar dikirin û ji min re digotin; “ka te ji bo vê dawe û dozê çi kiriye?”

Bi vî awayê di nav xwendekaran de jî kurdî nayê bikaranîtin, xasma jî di nav ên keçik de. Tu divêqê qey tevî Sindrella ne û ger ku ew bi kurdî biaxifin wê efsûna wan xera bibe û wê ew bibine pîrhevokeka pîr û qermiçokî.

  • William Saroyan ku ew endamê malbateka Ermena ye û malbata wî ji Bedlîsê koçî Emerîkayê kiribû û ew jî li Emerîkayê ji dayik bibû wiha digote: “Dapîra min tim digote ku Kurdî zimanê dila ye.” Belê bi rastî jî bi kurdî sedan helbestên evînî hatine nivîsandinê ku tevekî jî gewher in. Ji Ehmedê Xanî bigire hetanî Feqiyê Teyran, ji Baba Tahir bigire ta hetanî Melayê Cizîrî, ji Cegerxwîn bigire ta hetanî Celadet Elî Bedirxan û hê bi sedan nivîskarên kurd bi kurdî berhemên evînî nivîsîne. Vêca dema ku em li îro dinêrin, jixwe me hevî ji bajara birrî bû lê em dibinin ku êdî li gunda jî evindar bi hev re bi tirkî diaxifin û hest û pejnên xwe bi tirkî tînin zimên. Hin heval û nas û dostên min ên ji gundan ku Xwedê wan li gunda daye û piraniya emre wan li gunda bihuriye û tim bi kurdî diaxifîn lê ku qîzê ji wan re dixwazin û xelata wan datînin û pê de êdî ne pêkan e ku tu bibînî ew kes bi evîndara xwe re bi kurdî diaxife. Lewra pirî li rêzefilmên tirka temaşe kirine ku hemû axaftinên evinî(!) ên ku di wan filman de derbas dibin jiber kirine û her wan ji hev re dubare dikin. Çend cara min ji wan re got, “Kuro malmîratno! Hela hema yek carekî helbesteka kurdî a filankeso ji evîndara xwe re bixweyne. Qey wê dinya bi serê te de xera bibe?” her wan vê bersivê dida min: “Yaw çika bisekine lo. Ez nizanin ku tu van kesên ecêb ji kuderê dibînî û bi wan sere me diêşînî.” Û bi wê tirkî ya xwe ya cewahîr wisan peyvên evînî(!) ên xweş ji hev re dibêjin ku tu yê sond bixwî Romeo û Juliet li ber wan gû xwarine.
  • Niha jî ez dixwazim li ser mamoste û karbidest û hwd. kurdên ku di dezgeh û rêxistinên dewletên de dixebitin bisekinim. Lewra piraniya wan kesa(ne tevekî) ji ber ku ji wî karê neyên avêtinê çavên xwe ji her tiştî re girtine û mîna hêştirmeyê serê xwe xistine bin axê lê qûna wan mîna belotek ji der ve maye û dibiriqe. Rewşa hin hevalên min ên ku di karên dewletê de dixebitin jî mixabîn ev e. Lewra dema ku ew li kargeha xwe bin tu serê wan jî jêbikî ew bi te re bi tirkî napeyivin. Heyla xweliserno! Qey hun çend peyv bi kurdî biaxifin wê serê we bidine ber giyotine? Qey qet xîret di pozê we de nemaye?
  • Berê ji me re digotin ger ku hun dixwazin Kurdiya resen û safî û xwerû hînbikin divê hun herin nav koçera û bi wan re bikevin têkiliyê. Lewra ew tim li çola û deşt û çiya û zozanan bûn. Têkiliya wan bi derdora wan re pir tune bû û çûnûhatina wan jî pir tune bû. Ji ber vî jî peyvên beyanî nediketin nav axaftina wan û kurdî ya wan safî û xwerû dima. Lê çi heyf ku di roja me da ew jî nemaye. Lewra çend hevalên min ên koçer ku hê em zarok bûn me hev nasdikir hêjî carna em bi rê ya çapemeniya civakî bi hev re diaxifin. Lê ez bala xwe didimê ku ti safîtî û xwerûtî di zamanê wan de jî nemaye. Hetanî pirî cara ku em diaxifin yan jî peyam ji hev re dişînin pistî demekî pir kurt ew yekûdido diqulipînin tirkî.
  • Wekî peyva dawî ez dixwazim li ser rewşa hin kurdên me ên oldar ku bihûştê ji aniha ve bidestxistine(!) bisekinim. Ew bi baweriya xwe wisa serxweş bûne ku çav li serê wan sor bûne. Wisa qurre û ji nava xwe têr in ku ti divêqê qey Xwedê gotiye ez paş de vedikişim û her tiştî dixime destê we. Wisa kuşpene ne ku şûr simbêlê wan nabire. Lê di rastiyê de piça mêjî di serê wan de tune ye. Bi gotina hevalekî min hê ew ciyê qûna xwe û ciyê pozê xwe ji hev dernaxin. A wisa jî hê ew nijad û dîn ji hev dernaxin. Li gor wan kurdbûn û misalmanbûn yek e. Ên ne misilman bin li gorî wan ne kurdîn jî. Lê bi rastî jixwe kurdî û kurdbûn jî ne di xema wan da ye û ev herdû peyv jî jo bo wan nayên ti wateyê. Lewra li gorî wan olê wan pêşiya nijadê wan tê. Ji ber vî jî qet guh nadine ziman û çand û kultura kurdî. Lê dema ku ew li erdê pelên çixarê ku nivîsa erebî li ser heye dibinin, radikinê û pif dikine û maçî dikin û didine eniya xwe û bi baldarî dixine berîka xwe. A trajikomik jî ew e ku van kesa çi tiştekî ji wê nivîsa erebî fehm nakin û nizanin ka ew çi qurreder e. Gelo tevger û bizavên van kesa li gor rêzik û qaîdeyên Xwedayê wan e yan jî li gor berjewendî û menfaeta wan e? Ez bersivê ji we re dihêlim.

Wekî encam ez diwazim wiha bibêjim:

 

“Mela zû were telqînek bixwîne

Em kurd mirî ne hay ji me nîn e

 

Ne pêwîst e gor welat tev bûye kavil

Jixwe me winda kiriye her tiştê havil

 

Nifşên me ên nû guhnedêr û xemnexwar in

Ew xuya dikin wekî kevza li dora dar in

 

Heçî kurdî di sekeratê da ye dipirpite

Ji çend kesa pêştir ti kes qûç nakute

 

Weleh min nizanibû em kurd wiha xemsar in

Qewmek din jî tune ye wiha ji kokên xwe’r sar in

 

*Em dikarin bibêjin ku rewş li hemû bajarên Kurdistana Bakûr ev e.

 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev