Beşên Zanayiya Zanistî

Beşên Zanayiya Zanistî

Ali Gurdilî 

Ji hêla rêbaz, armanc û babetên xwe ve, mirov dikare zanayiya zanistî bike weke sê beşan:

A- Zanistên Formel

B- Zanistên Xwezayê

C- Zanistên Mirovî

A- Zanistên Formel / Zanistên Fesalî

Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên emprîk in û mirovî dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî yan jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin yê Kurdistanê ye û vê zanayiyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, dikarin îsbat jî bikin.

Lê ne pêkan e ku em pirsên matematîk û geometriyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêriyan bibersivînin, yan jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin.

Ê baş e, sebebê binavkirineke bi vî rengî çi ye gelo?

Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêriyan. Em ne dikarin hejmara ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, li ser rê em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin.

Çend taybetmendiyên zanistên fesalî   

1- Zanistên fesalî (formel) bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî.

2- Karên xwe bi danasînan/pênaseyan û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin.

3- Mijarên wan, razber/soyut/nedîtbar in.

4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin.

5- Zimanekî sembolîk bikartînin, ji ber vê çendê jî, zanistên çêkirî û îdeal in.

6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûdwerdigrin û bi xêra vê alîkariyê dibine zanistên nesnel û teqez.

7- Rêbaza deduksiyonê bikartînin.

B- Zanistên Xwezayê

Berevajiya avahiya (bastûra) zanistên fesalî ya zanistî û razber, zanistên xwezayê, bi riya çavdêrî û ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin.

Zanistên Xwezayê jî, di nav xwe de dibine sê bêş: 

A- Zanistên Fizîkê

B- Zanistên Erdê

C- Zanistên Jiyanê 

A- Zanistên Fizîkê

1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê/enerjiyê, vedikole.

2- Kîmya: Li bastura madeyê vedikole.

3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran/rojgêran vedikole.

B- Zanistên Erdê

1- Erdnasî (Jeoloj)î: Li rûyê/qafikê erdê vedikole.

2- Hewanasî/Meterolojî: Li hewayê, guherînên hewayî û li bûyerên ku li ezman/asîmanan diqewimin vedikole.

3- Okyanûsnasî (Oşînografî): Li bûyerên ku di behr û okyunûsan de diqewimin vedikole.

4- Berbernasî (Mînerolojî): Li çavkaniyên ku di bin erdê de ne vedikole.

5- Fosîlnasî (Paleontolojî): Li fosîlan vedikole.

C- Zanistên Jiyanê

1- Biyolojî

2- Zanistên Bijîşkî (Tip) 

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê

1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên girgîn/somut û kirûyerî (olgusal)  de zanayiyê hildibirînin.

2- Zanistên xwezayê dema ku zanayiyan hildibirînin, xwe disperin têkiliya sedem-encamê û vê yekê weke bingeh jî dibînin.

3- Zanistên xwezayê dixwazin ku xwe bigihînin zagonên tevayî/tumelî û misoger.

4- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enduksîyon e.

5- Ji ber bikaranîna enduksiyonê, encamên ku têne bi dest xistin, bi tenê dibetiya/îxtîmala wan bilind e.

6- Zanistên xwezayê, ji ber ku encamên dibetiya wan bilind hildibirînin; pêşniyarên zanistî, dikarin rojekê çewt werin derxistin û pûç bibin.

7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin ezmûn û çavdêriyan û ev yek, ji bo meşrûiyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji aliyê gelek kesan ve têne pejirandin.

8- Zanistên xwezayê ji yekaniyan (yekhejmar, tekanî, tekîl) dest pê dikin û ber bi tevayiyê (tumelê) ve dimeşin.

9- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin.

C- Zanistên Mirovî / Zanistên Beşerî  

Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî/antropolojî, wek têne binavkirin. Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayiyê gihêjtine serxwebûna xwe û wek zanistên serbixwe derketine qada zanistan.

Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, mirov dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetiya wan bilind in werin bi dest xistin. Lê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hindek rêbazan afirandin û ev rêbaz bi demê re hatine bikaranîn.

Taybetmendiyên Zanistên Mirovî

1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wek şer û koçkirin; bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wek zêhn, kesayetî û guncaniya civakî, wesfên takekesî bin jî.

2- Di zanistên civakî de çavdêrî kêm tê bikaranîn û ezmûn/deney jî, bi ti awayî nayê bikaranîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekî diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike.

3- Di zanistên mirovî de rêbaza bingehîn ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Dilthey (1833-1911) ve hatiye pêşniyarkirin. Ji ber ku mirov heyîneke çalak e û her tevgereke mirovî wateyeka wê heye; tevgerên mirovî jî encax bi têgihîştinê dikarin werin fêhmkirin.

4- Di zanistên mirovî de, weke zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger. Lewra mirov xwedîhiş û xwedîîrade ye û weke wanekên di xwezayê de jî tevnagere. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene.

Wek mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak di pêvajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê de derbas dibin. Lê îro, ji aliyê gelek hêlan ve mirov dikare vê zagonê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, mirov vê zagonê nikare wek zagoneke ku wê herdem derbasdar e bipejirîne.

5- Di zanistên mirovî de jî, weke zanistên xwezayê carinan têkiliya sedem-encamê tê bikaranîn. Lê ev yek, herdem encamên rast nadin. 

Çavkanî: Destpêka Felsefeyê – Ali Gurdilî

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev