Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -11

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -11

 

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke Qedrî Can ya di hejmara 6an a di Hawarê da çapbûyî diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Hêva Çardeşevî

Hênîşka min li ser balgê, serê min di nav kefa destê min î paldayî, lingê min î rastê bi erdê ve nîranî; destê min î çepê li ser çoga lingê min î çepê bû…  Jê pêve min xwe winda kir, hişê min ji serê min çû, ketim bajarê xewn û xeyalan.

 

* * *

Gava ko min li jêrê xwe, li deryayê mêze kir, agirekî bi gûr, pêtên wê hiltên û datên, çavên min jiber ruhniya wê vene di bûn; tîrêjan davêtin ronika çavên min…

Di nav deryayê de agir: agirekî wisan bi silorî…  ma tu car tê bîra tu kesî? Min serê xwe ji deryayê bilind kir û li jor mêze kir. Hêvek çardeşevî…  bi min re keniya û bi xapandina min re mizmizî…  û got:

– Lo lawikê delal; ma ne ma tu ji vê bêhişiyê hişyar bibî? Ev qederek e ez li bende te me…

Tu diqefilî, min germî da te, bi germa min tu ji xirîna mirinê xelas bûyî. Dê rabe ji çêyiya min re berdêlvan bibe!

Lê tiştek heye divê ko ez jî veneşerim, min çêyê bi te kir ne ji bona te, belkî ji bona xwe…

Belê, Min tu dît nedît, bêhemdî xwe varqilîm. Bejn û bala te ez bêhiş kirim. Ma çiman nabêjim? a bê hiş ez im!… lawikê min, ez hêvîna te me!!!

 

* * *

Herê tê bîra min li min sar bû, diricifîm, dilerizîm…

Ew serma ne ji qeşa erdê, ne ji pûka berfê, ne jî ji borîna ba û baranê bû. Ew serma, ji bêkesiyê û ji rebeniyê bû…

Xwîna min hişk bûbû, hêvê ter kir û bi serda dibêjî ez, hêvîna te me.

Gelo ez çiyê wê bibim? Devê min nagere û hêv li benda cuhaba min e. Lo, Xwedê, ez çi vegerînim? ko hêva xwe dilxweş bikim.

Damarê livînê kete zimanê min, min dil kir dest bi galgalan bikim, Lê çi bibînim: min dît, ji qoziya bakur û roava ewrekî reş, bi mij û xumam bi lez û bez gihîşte ser hêva min. Gotina min di qirika min de ma. Hêv, reş di xeniqî…

(Ji xewê veciniqîm ).

Ax! Ax! Gewra min, rinda min, dilketiya min. Tu bi çi lewnî têî xewna min?

Ew ne xewn bû. Ew ne xeyal bû. Ew ne hêv bû.

Ew ser hatiyek qewimî; gewra min, rinda min, dilketiya min bû. Ewrê reş jî dizanim kî bû.

Mifsido, ewro! te destê min ji gewra min kir û gotina min a dawî jî, di qirika min de hişt.

Ez niho bi ax û keser, bi qîrîneke bilind diqîrim;

Şermesar im! gewra min. Ez jî hêvînê te, goriyê te, candayê te me!

*Hawar, Hejmar: 6, sal: 1932. Rûpel: 5, 6.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev