Destpêka Dewleta Bad û ya Merwaniyan li Mûsilê

Destpêka Dewleta Bad û ya Merwaniyan li Mûsilê

Nivîskarê malpera me, lêkolîner Emîn Narozî derheqa dîroka gelê me yê kevinare de wergereke giranbuha kirîye û ji me ra şandîye. Em wê dikine du beşan û beşa pêşin îro çap dikin. Beşa duyem emê sibê çap bikin.

Ev gotara delal jî wê me bide fikirandin, ka bo çi dewlet ji kurdan ra mîna av û hewayê pêwîst e.

 

Ji Tarîxa Ibn Xeldûn[1]

Wergera ji erebî: Emîn Narozî

Ji xwe me li pêş bihurand ku Adud ud-Dewle[2] di sala 367/977an de avêtibû ser aqarê hemdaniyan[3] û dest danîbû ser Mûsilê. Herweha wî di sala 368/978an de jî avêtibû ser erdê bin destê wan yên din jî, mîna Diyarê Mudirr,[4] Meyafarqîn,[5] Amed[6] û deverên din yên Diyarê Bekir[7] ew der jî giş vegirtibûn û Serdarê xwe Ebû Wefa[8] kiribû waliyê wan deveran. Bi vî awayî ew der ji destê hemdaniyan derketibûn û desthilata wan ji herêmê rabûbû.

Wî çaxî hinek Kurdên Himeydî[9] di wan gelî û birrekên sersînorên Diyarê Bekir de diman. Pêşengê wan jî Ebû Ebdullah Huseyn Îbn Duştik/Doştik bû ku bernavkê wî jî Bad bû.[10] Li wê navçeyê gelek êrîşên nijdevanî û rêbirrî çêdibûn û rê û dirbên wê jî pir bitirs û saw bûn.

Îbn Esîr gotiye: “Hinek ji Kurdên Himeydî yên dostên min ji min re gotin ku; navê wî Bad û bernavkê wî jî Ebû Şuca‘ bûye, Hiseyn bi xwe birayê wî bûye. Serê pêşî ew çûye wî avêtiye ser Ercîşa ku [hingê] dikete nav welatê Ermeniyan, ew der vegirtiye û xwe pê xurt û bihêz kiriye”.

Dema Adud ed-Dewle Mûsilê zeft kirîye hingê ew [Bad] jî çûye pêşwazîya wî, lê wî xwestîye ku Bad bide girtin û ji bo vê yekê jî lê pirsîye, pes ew negihîştiyê û pişt re jî dev jê berdaye. Încar wextê Adud ud-Dewle mirîye hingê hêza wî jî baş bûye û rabûye çûy avêtiye ser Meyafarqînê, ew der û pirên deverên Diyarê Bekir [Diyarbekir] zeft kiriye û dû re jî çûye dest danîye ser Nisêbînê. [11]

Îbn Esîr gotîye: “Ew [Bad] ji Ermenîstanê çû Diyarê Bekir [Diyarbekir] ew der zeft kir û ji wê derê jî çû Meyafarqînê. Samsam ud-Dewle[12] bi Ebû Sa´d Behram Erdeşîr[13] re leşker şand ser, lê wî ew şikand û hinek ji wan jî dîl girt. Wî bi Ebû Qasim Se‘îd îbn Hacib[14] re hinek leşkerên din şand ser, ew li bajarê Kewaşayê[15] leqayî wan bû. Wî ew şikandin hinek ji wan kuştin û hinek jî hêsîr kirin, lê pişt re wî yên dîl jî hêdî hêdî kuştin.

Se‘îd bi tena serê xwe filitî û berê xwe da Mûsilê, Bad jî da pey. Ji ber xerabîya xuyê deylemiyan [ku hingê li ser navê Bexdayê li mûsilê deshilatdarî dikirin] xelkê Mûsilê li ber wî [Se‘îd] rabû. Ew ji wê derê jî reviya û Bad ket Mûsilê û dest danî ser. Wî [xeber] gerand ku dê ew bi xwe here ser Samsam ud-Dewle û Bexdayê ji destê deylemiyan derîne. Ew di sefera sala 374/tîrmeha 984an de pêrgî wan hat, lê wan ew şikand û Mûsilê vegirt. Bad jî reviya xwe gihand Diyarê Bekir û leşker jî li ser civiya”.

Wê gavê zaroyên Seyf ed-Dewle ibn Hemdan[16] jî ku piştî mirina bavê xwe digel birayê xwe Sa‘d ud-Dewle dest danîbû ser hikim, li Helebê diman. Samsam ed-Dewle ji Sa‘d ud-Dewle re xeber şand ku here Diyarê Bekir ji xwe re ji Bad bisitîne. Sa‘d ud-Dewle leşker şand ser wî, lê qeweta wan nigihîştê û bi paş ve zivirîn Helebê.

Sa‘d ed-Dewle rabû yekî şand ku li çolê wî [Bad] di konê wî û di nav livînên wî de bikuje. Merivê wî ket binê kon û lê da ew birîndar bû lê ji mirinê filitî. Piştî vê yekê wî [Bad] qasid şand cem herdu serdarên ku li Mûsilê diman, Sa‘d û Ziyad/Ziyar[17] û bi wan re li ser ku Diyarê Bekir û nîvê herêma Tûr Abdînê[18] jê re be, li hev hat. Li ser vê yekê Ziyad ku [pişt re] digel leşkerê deylemiyan avêtibû ser Bad û ew şikandibû, dageriya Bexdadê.

Demek di pey de di sala 377/987an de gava Sa‘dê Hacib[19] li Mûsilê mir hingê dilê Bad jî car din bijiya wê derê. Şeref ud-Dewle[20] rabû Ebû Nesr Xwaşade[21] şand Mûsilê, ew çû ketê û li wê derê alîkariya mal û leşker ji Bexdayê xwest, lê alîkarî derengî bû. Ji ber vê yekê ew rabû wî gazî erebên ‘uqeyl û nimeyrî kir û milk da wan ku wê derê biparêzin.

Dû re bi çendeyekî Bad avête ser herêma Tûrabdînê ya din ew der jî vegirt. Ew li çiya ma û ji birayê xwe re leşker civand û şand şerê eraban, lê birayê wî hat kuştin û leşkerê wî şikest. Hê Xwaşade xwe ji bo şerê Bad amade dikir gava ku serbazekî nûçeya mirina Şeref ud-Dewle gihandê.

Piştî vê yekê herdu kurên Nasir ud-Dewle ibn Hemdan,[22] Ebû Tahir Îbrahîm[23] û Ebû Ebdulah Hiseyn[24] ji aliyê Beha ud-Dewle[25] ve bûn serdarên Mûsilê û ew der di bin destên wan de ma heta sala 381/992yan. Piştî hingê Beha ud-Dewle, Ebû Cafer Hecac ibn Hurmuz[26] bi leşker re şand ser Mûsilê û dest danî ser wê.[27]

Serdarê ‘uqeyliyan Ebû Riwad/Zewad[28] Mihemed ibn Miseyib çû pê re şer kir. Wî [Ebû Ce‘fer] parastina li hember wî girîng dît û ji Beha ud-Dewle alîkarî xwest. Wî wezîr Ebû Qasim Elî îbn Ehmed ji bo alîkariya Ebû Ce‘fer bi rê kir û ew di serê sala 382/992yan de çû.

 

Di wê navê de li ser gilî û sîxuriya Ibn Mi‘elim[29] wî [Beha ud-Dewle] ji Ebû Cafer re nivîsand ku dest deyne ser wî [wezîr Ebû Qasim]. Wezîr bi vê yekê hisiya, ew bi Ebû Riwad/Zewad re li hev hat û dageriya. Gava zivirî hingê dît ku Beha ud-Dewle, Îbn Mi‘elim girtiye û ew kuştiye.[30] 

Riataza

[1] Ji Îbn Xeldûn, Kîtab ul-‘Îber We Dîwan ul-Mubteda we l-Xeber fî Eyyam il-Ereb we l-Ecem we l-Berber. Weke ku xwendevan jî dizanin berê ji vê berhema Îbn Xeldûn ya tarîxê babeta ser dewleta Hesnewî û Enazîyên Kurd  hatibû wergerandin û di çend hejmarên Rîya Teze de hatibû weşandin. Ji ber ku hingê ez li ser jiyana Îbn Xeldûn û vê berhema wî ya giranbiha rawesitiyabûm min pêwîst nedît ku li vir careke din ez wê dubare bikim. Çawa ku ji jêrenotan jî tê zanîn dema wergerandina van cihan min ew hem bi berhema Îbn Esîr ya el-Kamîl fî et-Tarîx re û hem jî di çend cihan de bi berhema Îbn Ezreqê Fariqî ya Tarîxa Meyyafarqîn û Amedê re ku M. E. Bozarslan bi navê Mervanî Kürtleri Trihi ew wergerandiye Tirkî û di çend cihan de jî bi Zeyla Tecarib ul-Umema Miskeweyh ya Rozrawerî re jî rûbar kir. Herweha min ew jêrenotên berhema Îbn Xeldûn ku ji aliyê weşanxaneyê ve hatibûn nivîsandin jî pê re wergerandin.

[2] Adud du-Dewle: Ew Adud ud-Dewle Fena Xwisro (m. 983) ibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku Ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Ew kurê birayê navîn yê Ebû Şuca´ Rikn ud-Dewle ibn Biweyh bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser desthilatê. Ji bo destpêka dewleta biweyhîyan bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., bûyerên sala sêsed û bist û yekê (321/933) beşa destpêka desthilata biweyhîyan û agahên ser wan.  

[3] Hemdanî/Benî Hemedan: Destpêka mîrîtiya Hemdaniyan bi walîtiya Ebdullah îbn Hemdanê ku Xelîfe Muktefî Bîllah di sala 292/904an de ew kiribû waliyê Mûsil, hawîrdorên wê û deverên pê ve girêdayî, dest pê kirîye. Piştî mirina wî kurê wî Hesen îbn Ebdullah îbn Hemdanê Texelubî ketîye cihê wî ku pişt re ji aliyê Xelîfe Muqtedî Bîllah ve bi bernavkê Nasir ud-Dewle hatibû binavkirin. Di dema wî û birayê wî yê ku dîsa ji hêla Xelîfe Muqtedî Bîllah ve bi bernavkê Seyf ud-Dewle hatibû binav kirin, de desthilatdariya wan gelekî xurt bûbû. Bnr. Îbn Xelîkan, Wefayat ul-E‘eyan we Enbau Ebnaî z-Zeman, Mektebe n-Nehd il-Misrî, Qahîre, 1948, 1/387.

[4] Diyarê Midirr: navê navçeya deşta Heranê û hêla Ruhayê bû ku dikete rojhilatê Feratê û deverên Reqa, Şimşat, Sirûc û Tilmewzûnê jî diketin nav sînorê wê. Bnr. Yaqûtê Hemawî, Mucem ul-Buldan, Dar Beyrût/Dar Sadir, Beyrût, 1957, 2/394

[5] Meyafarqîn: navdartirîn herêma Diyarê Bekir bû ku navê xwe ji ”Meya”ya qîza keşeyê ku pêşî ew ava kiribû û Farqîna bi maneya keştîvan [Baricîn] wergirtîye ku xendeqa wê spehî dêrabû. Hatîye gotin jî ku beşa wê ya kevirîn ji hêla Enoşirwanê kurê Qubad ve hatîye avakirin, lê ya acûrîn jî ji hêla Şah Ebriwîz [Perwîz] ve hatîye avakirin. Ji ber ku di bin destê Dewleta Rûmê de maye jî tê gotin ku wan ew ava kirîye, lê di cihê wê de gundekî mezin hebûye û dêreke mesîhîyan jî tê de bûye ku heya niha (li dor salên 1200) jî dîwarên wê mabûne. Serekê vê wîlayetê yekî bi navê Marûsa ibn Lîwta bûye ku bi Meryema keça mezinê çîyayê wê yê ku di vê dema me de (nêzîkî salên 1150 -1208) kurdên deverên Şamê lê dimînin re, zewicîye. Wê sê kur dane wî ku du heb ji wan ketine ber xizmeta Qiral Aydisiusê (?) Yûnanî li Romaya Mezin û yê sêyemîn jî ku navê wî Merûsa bû bi xwendin û zanînê ve lepikîye û bûye zanayekî di ser yên dema xwe re û dema bavê wî mirîye jî ew li cihê bavê xwe rûniştîye. Hingê tixûbê desthilatdarîya qiralên Rûmê digiha heya welatê Dîyarê Bekir û Cezîreyê û şahê Faris jî hingê Şapûrê Dugirmilk/dusermil bû û di navbera wî û qiralê Rûmê de dijminîyeke xurt hebû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/272-73–.

[6] Amed/Amîd: mezintirîn û navdartirîn bajarê Diyarê Bekir e [û Diyarbekira niha ye ku di nav kurdan de weke Paytexta Bekurê Kurdistanê tê dîtin]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/76.

[7] Diyarê Bekir: yanî Welatê Bekir hingê ji bo navçeyeke ku navê mezinê wê Bekir bûye, hatiye gotin. Ew navçeyeke mezin û fireh bûye ku tixûbê wê ji rojavayê Dîcle diavêt çiyayên raserî Nisêbînê. Ji hêlekê ve Hesen Keyf [Heskîf] Amed, Meyafarqîn û deverên bi wan ve, û ji hêla din ve jî Sêrt, Hîzan, Hênê û deverên din yên wan deran diketin ber sînorên wê. Bnr. Yaqût, Mu‘cem, b. n., 2/394. Lê belê vê paşiyê dereng Diyarbekir bûye navê Bajarê Amedê jî.

[8] Ebû Wefa: ew Ebû Wefa Tahir ibn Mihemed ibn Ibrahîm (m. 372/982) bû ku serdarekî mezin yê Adud ud-Dewle bû, lê dû re ew ji hêla wî ve hatibû desteserkirin û girtî mabû heya piştî mirina Adud d-Dewle ku hingê di dema Samsam ud-Dewleyê kurê wî de ew jî hatibû kuştin. Bnr. Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyl, b. n., 3/10, not 1.

[9] Himeydî: navê eşîreke kurdan e ku li hêla Akrê dimînin û di dema dewleta merwanî/dostikî û eyûbîyan de rolekî girnîg lîstine. Ji nav wan serdar û mêrxasên hêja derketine, heya li gorî Ibn Esîr Bad ji eşîra himeydî ya kurd bûye. Bnr. Ezedîn Mihemed Ibn Şedad, el-E´laq ul-Xetîre fî Zikri Umera uş-Şam we l-Cezîre, Wezaret us- Seqafe we l-Îrşad il-Qewmî, Dimeşq, 1978, Beş 2, par 1, r. 129.

[10] Bad Ebû Ebdullah Huseyn Îbn Duştik/Doştik: Li gor îbn el-Esîr Îbn Dostik e û leqeba wî jî Baz e, li paş di rûpelê 2yan de jî “Zuştik” tê, lê xuyaye ku dê rastiya wê Dostik be, çunkî eşîreke kurdan jî bi vî navî hebûye. Li gorî Ebû Şuca´ Rozrawerî jî Hiseyn ibn Doşing e û li gor Îbn Ezreq jî Bad Îbn Dostik e, li gor wî ew ji kurdên harpuxtî [ya rastî carbuxtî/ciharbuxtî ye ku xala ser ج/c ketîye bûye ح/h, bnr. Ibn ´Edîm, Buxyet ut-Teleb fî Tarîxî Heleb, r. 1130] bûye û di destpêkê de li wan deverên navbera Maden û Hîzanê jiyaye. Bnr. Îbn Esîr, el-Kamil fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, 9/35; Îbn Ezreq Fariqî, Tarîxa Meyyafarqîn, Koral Yayınları, Cih nîne (c. n) 1975; wergera wê ya Tirkî M. Emîn Bozarslan bi navê Mervani Kürtleri Tarihi r. 69; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyl Tecarib ul-Umem, Mekteb us-Seqafe d-Dînîye, Porse´îda Misrê, bêtarîx, 3/84.

[11] Ya rasttir ku xelkê Nisêbînê ji ber zilm û zordarîya Ebû Elî Hesen ibn Bişr Ra´îyê serkarê wê, di bin serdarîya kurdekî de serî hildane, ew kuştine û dû re Nisêbîne spartine Bad û ketine ber fermana wî. Bnr. Wezîr Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeylu Tecirîba Miskeweyh, b. n., 3/83.

[12] Samsam ud-Dewle: Ew Samsam ud-Dewle Ebû Kalîcar Merzuban ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe hatibû ser desthilatê, lê jê re li hev nehat, çunkî birayê wî Şeref ud-Dewle zora wî bir, ew avêt zindanê û herdu çavên wî derxistin. Ew heya birayê wî Şeref ud-Dewle mir jî di zindanê de ma, gava ji hebsê derket çendî ku kor bû jî xelk li dorê civîya ku ew jî rabû çû Faris, dest danî ser Şîrazê, lê kurapê wî Ebû Nesir ibn Bextîyar dijî wî derket ku dû re di sala 388/998an de ew kuşt ku hingê 35 salî bû. Bnr. Ibn Kesîr, Bîdaye, b. n., 11/246.

[13] Ebû Sa´d Behram Erdeşêr: Ew Ebû Sa´d Behram ibn Erdeşêr e ku serdarekî mezin yê Samasam ud-Dewle bû. Mixabin ku di çavkanîyên ber dest de agahiyên berfirehtir li ser nehatin dîtin.

[14] Se´îd ibn Hacib: Li gor Îbn Esîr navê wî “Ebû Qasim Sa‘d îbn Mihemedê Hacib” e, ku serdarekî spaha Samsam ud-Dewleyê kurê Adud ud-Dewleyê Biweyhî bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, b. n., 242, not 7; Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/35.

[15] Kewaşe/ Keleya Erdumişt: keleyeke asê yî mehkem e ku nêzîkî Cizîra Botan e û dikeve rojhilatê Dicle li ser çîyayê Cûdî û niha di destê xwedîyê Mûsilê de ye ku niha jê re Kewaşa jî tê gotin. Yaqût, Mu´cwem, b. n., 1/176.

[16] Seyf ed-Dewle ibn Hemdan: Ew Seyf ud-Dewle Elî (303-356/915-965) ibn Ebdullah ibn Hemdan ibn Hemdûn bû ku li diyarê Bekir li bajarê Meyafarqînê bûbû û li Helebê miribû. Ew mezintirîn deshilatdarê hemdanîyên Sûrî bû ku Helebê ji Ixşîdîyan sitandibû û sînorê xwe gihandibû heya bakurê Sûrî. Di paşîya temenê wî de dema ku felc lê ket û pê mir kurê wî Sa´d ud-Dewle ket cihê wî. Bnr. el-Mncid, b. n., r. 377.

[17] Ziyad/Ziyar ibn Şehrakewî: ew Ebû Herb Ziyar ibn Şehrakewîyê ku yek ji serdarên ´Adud ud-Dewle û kurê wî Samsam ud-Dewle bû û berê dostekî baş yê Bad ibn Dostik bû ku li Mûsilê Bad biribû hizûra ´Adud ud-Dewle. Bnr. Ibn Esîr el-Kamil, b. n., 7/415…; D. Ferest Mer´î, Îmarat ul-Kurdîye, b. n., 239, not 4; Rozrawerî Ebû Şuca´, Zeylu Tecirb, b. n., 3/84 û yên pey, sal 373/983.

[18] Tûr Abdîn/Tora Banî: çîyayên ku dikevin nevbera Mardîn û Cizîra Botan heya çîyayê Cûdî li bakurê Mezopotamya, herweha devereke piçûk e li ser Nisêbînê ku dikeve navsera vî çîyayê navdayî. el-Muncid, fî l-E´lam, r. 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/55.

[19] Li pêş Se‘îd îbn Hacib derbas bû, lê rastîya wê weke vê derê ye û temamîya navê wî jî çawa ku li jor di nota 14an de jî hat gotin: Ebû Qasim Sa‘d îbn Mihemedê Hacib e ku serdarekî spaha Samsam ud-Dewleyê kurê Adud ud-Dewleyê Biweyhî bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, b. n., 242, not 7; Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/35; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyla Tecariba Miskeweyh, b. n., 3/85, sal 373/983.

[20] Şeref ud-Dewle: Ew Şeref ud-Dewle ibn Fewaris Şîrzîl ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser Bexdayê û birayê xwe Samasam ud-Dewle girtibû û kor kiribû. Desthilata wî bi tenê du salan ajot ku di 28salîya xwe de mir. Bnr. Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 11/229, sal 379/980.

[21] Ebû Nesr Xwaşaze/Xwaşade: li gorî ibn Esîr û Abdureqîb Yûsuf ew serdarekî deylemî bû ku hê ji dema bavê Adud ud-Dewle ve mabû, lê demekê wî ew desteser kiribû û avêtibû zindanê. Dû re ew hatibû berdan û di dema dewleta Badê Dostikî de wî li Nisêbînê pê re şer kiribû û xwe ji cenga Mûsilê  re jî amade dikir, lê ji ber mirina Şeref ud-Dewle ew neçû cengê. Ji bo agahên bêhtir Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/389, 431, 473, sal 369/979, 377/987 û 385/995;  Abdureqîb Yûsuf, Dewleta Dostokî, b. n., 1/57-59; Ibn Ezreq Fariqî, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 451.

[22] Nasir ud-Dewle ibn Hemdan: Ew Nasir ud-Dewle Hesen (m. 358/969) ibn Ebdullah ibn Hemdan ibn Hemdûnê Texelibîyê himdarê malbata hemdanî û serekê texelubîyan bû ku berê bavê wî Ebu l-Hîca Ebdullah ibn Hemdan bûbû fermandarê Mûsilê. Xelîfe Mutemed ew dîl girtibû, lê dû re berdabû ku piştî hingê desthilata wî giha heya Cezîre û sînorê bakurê Sûrî û bûbû mîrê mîran, lê dû re xuyê xwe nexweş kiribû ta ku kurê wî Ebû Texelib ew avêtibû hebsê û tê de miribû. Bnr. el-Muncid, b. n., r. 704; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 6/426, sal 293/905, 7/162-63 û yên pey, sal 330/941.

[23] Ebû Tahir Îbrahîm: ew Ebû Tahir Ibrahîm ibn Nasir ud-Dewle ibn Hemdan bû ku berê li Bexdayê di ber xizmeta Şeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle de bû. Gava Şeref ud-Dewle mir û Beha ud-Dewleyê Biweyhî hat ser hikim, hingê wî û birayê xwe Ebû Ebdulah Hiseyn jê xwest ku wan bide ser deshilata Mûsilê ku wî jî ew bi birayê wî Hiseyn ve danî ser desthilata Mûsilê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/440, sal 379/989.

[24] Ebû Ebdulah Hiseyn: Ebû Ebdulah Hiseyn ibn nasir ud-Dewle ibn Hemdan bû ku digel birayê xwe Ebû Tahir Ibrahîm ji hêla Beha ud-Dewleyê Biweyhî ve bûbû beşdarê desthilatdarîya Mûsilê. Ew û birayê xwe Ebû Tahir Ibrahîm berê li Bexdayê di ber xizmeta Şeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewleyê Biweyhî de bûn. Lê dema ew mir û Beha ud-Dewle ket cihê wî hingê herdu rabûn çûn cem da wan bişîne Mûsilê ku wî jî ew şandin wê derê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/440, sal 379/989.

[25] Beha ud-Dewle: ew Beh ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî (m. 392/1002) ye û siltanek ji yên biweyhîyan bû ku bi tehrîka wî Xelîfe Tai´i di sal 991ê de ji ser xelîfetîyê hatibû avêtin û li Mûsilê bi ´uqeylîyan re şer kiribû. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 145.

[26] Hecac ibn Ebû Cafer Hurmuz: ew Hecac ibn Ebû Cafer Hurmizê (m. 400/1010) cihgirê Beha ud-Dewle yê Iraqê bû ku ew danîbû ser şerê ereb û kurdan û di dema ´Adud ud-Dewle de jî serdar û pêşengekî wî bû. Ew ji karûbarê şer û cengê re şareza û xurt bû û gelekî mêrxas, fikirrast, ramantûj û himetbilind bû ku dû re çû Ehwazê û piştî sed û pênc salîya xwe lê mir. Bnr. Ibn Kesîr, Bîdaye, b. n., 11/258, sal 400/1010.

[27] Di vê derê de tevlîheviyek heye, çunkî herdu kurên Nasir ud-Dewle ji aliyê Beha ud-Dewle ve bûbûn Serdarên Mûsilê. Încar maneya ku Beha ud-Dewle leşker bişîne ser wan û ji wan bistîne çi ye? Bnr. Îbn Xeldûn, Kitab el-´Iber, b. n., 3/904, not 1.

[28] Li gor Ibn Esîr “Ebû Zewad” e, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/70-71. 

Ebû Zewad/Ebû Riwad Mihemed ibn Miseyib: ew mîrê ´uqeylî Ebu z-Zewa/Zewad/Durda Mihemed ibn Miseyib (m. 386/996) ibn Rafi´ ibn Miqeled ibn Cafer ibn ´Emr ibn Mihendê ´Uqeylî ye ku hîmdarê dewleta ´uqeylîyan ya Mûsilê bû. Ew berê xizmetkarê hemdanîyên bû lê piştî têkçûna desthilata wan, wî dest danî ser desthilatê û xanedanîya ´uqeylîyan damezrand. Bnr. Ibn Xweldûn, Iber, b. n., 1/1629.

[29] Ibn Mi´elim: Min di çavkanîyên ber dest de tu agahdarî li ser peyda nekirin.

[30] Ji Îbn Xeldûn, Kîtab ul-´Iber, b. n, 3/902.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev