ŞÊNÎKA CIVATÊ Û TELEFON

ŞÊNÎKA CIVATÊ Û TELEFON

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dîsa weke caran civata gund li dîwana Keyayê gund gerr vegirtibû. Li jorê Mele, li kêlekê Keya û çend rîspî rûniştibûn. Li jêra wan jî zilamên gund li qurma dîwêr, li ser mînderan heta jêrê kaşerêz rûniştibûn û li berpala wan jî Balgîvên Sehedî hebûn.

Eloyê golikvanê gund jî li ber dêrî li ser pêlavan rûniştibû. Elo xwendekarê dadweriyê bû, lê mafê xwendinê ji dest hatibû wergirtin. Îcar bêgav mabû ku li gundê xwe golikvantî bike.

Zilamên gundî tev, her yekê telefona xwe derxistibû û pê dilipikî. Li jorê Mele, Keya û rîspiyên gund jî, ketibûn nava xweşbêjiyê û behsa derd û kulên heyî dikirin. Lê dema wan jî dît ku zilamên gundî tev bi telefonên xwe ve lipikîne, dev ji suhbeta xwe berdan.

Ha wisa demeke xweş domand, ji nişka ve Eloyê Golikvan rabû ser nigan û got: Gelî gundiyan! Ez golikvanê we me. Mafê min zêde yê xeberdanê çuniyo. Lê ez lêborîn ji hewe dixwazim, bîstikekê guh bidin min…
Gundî tev şaqiz man ku golikvanek çewa dipeyive û her kesî lê niherî. Eloyê Golikvan dev pê kir û got:
– Hûn guh nadin mezinên xwe û we toreya bav û kalan binpê kiriye. Ez dibînim ku her yek ji we bi telefona xwe ve lipikiye. Bi vê yekê hûn şênîka civatê dirûxînin. Ew heşifandina Navnetewî ne bes bû, îcar va ye telefon jî kete destên we. Divê hûn sûd ji vê teknîkê werbigirin, lê ne bêtoretî û bêtewrtiya biyaniyan… Ez nikarin golikvantiya kesên mîna we bikim û va ye çûm…

Eloyê Golikvan derket derva û çû. Melayê gund jî got:
– Eloyê Golikvan rast got, ez jî hew meletiya we dikim.

Mela jî rabû derket derva û çû. Piştre Keya got:
– Wele ez xwediyê gund im, ez nikarim dest ji we berdim û herim. Lê eger hûn ev tewtewe zilam bin, wê gundê me piştî çend salan xirabibe…

Hersê rîspiyên gund gotin:
– Em nikarin dest ji axa xwe, ji gundê xwe û ji we zilamên bêtore berdin û herin. Divê hûn xwe sererast bikin û xwedîtî li zimanê xwe, li toreya xwe û li malbat û zarûkên xwe bikin…

Rîspiyên gund çûn, pêşî Eloyê Golikvan ji rê vegerandin û anîn mizgeftê. Mele jî mala xwe bardikir, çûn wî jî vegerandin û anîn mizgeftê, Keya jî hat wirê. Bang kirin ku ji her malekê zilamek were mizgeftê.

Civata gundiyan li Mala Xwedê dest pê kir û rîspiyên gund Eloyê Golikvan derxistin ser minberê û Elo axivî, got:
“Çi miletê bi zimanê xwe xeber nede, bi toreya xwe ya nijadî nelipike, rêz li mezinên xwe negirine û zanayên xwe yên kevn bibîr neyne û folkora xwe şên neke, ew li ber mirinê ye… Wê ji bo wan bêjin: Çol û çolistan, nerrî û berristan, havîn çû ma zivistan… ”

Xwediyê van rêzikan heta ji wirê hat jî, civîna gundiyan li mizgeftê didomand…

Xweda ya bi xêr bike û hemû gundî û bajariyên me serwextê bi axaftina Eloyê Golikvan bike…

Îna we pîroz be…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev