BANG bo hêz û siyasetmedarên Kurdistana Bașûr

BANG bo hêz û siyasetmedarên Kurdistana Bașûr

Eskerê Boyîk, nivîskar

Birano!
Dîrokê wezîfeke pirr bi rûmet daye we.
Hûn li ber textê dewletbûna Kurd û Kurdistanê sekinîne.
Bizanibin qedir û wezîfa we, dîrokê da, para degme evda dikeve.
Pir mêr û mêrxwes, egît û pelewan, zane û a‘lim meydanê azadiya Kurd û Kurdistanê ra hatine-çûne, derbaz bûne, lê ev bext, wezîfa waye bi hurmet û giran hê dîrokê nedaye tu kesî.
Hê jî dereng nîne, meydana șeref-namûs û serbilindayê hîvîya we ye. Yek bin, tifaq bin, ji ber derê neyarê gelê xwe vegerin, jehr li wî parîyê nan keve, ku neyar dide we, ew dermanê bêrûmetiyê, xayîntiyê û xiyanetê ye.
Nebin Bekoyê Ewana, ew nav bi nelet mejûyê her evdekî kurd da nivîsar e.
Îro roja xîret û namûsê ye.
Meydan ya weletparêz û mêrasan e!
Bêxîret timê jî li ber tendûra neyaran bûne.
Guh nedine neyarê Kurdistanê, dostên wan û xweyînên me!
Neyar û dagirkarên Kurdistanê di dîrokê da çi wehșîtî hebûye anîne serê kal-bavê we .
Îro jî her çar perçên Kurdistanê da wehșîtiya wan berdewan e!
Kurdistana bê dewlet, bê xwedî, bê hêz tu cara jî xezeb û zulma Ereb, Ecem û Tirka xilas nabe!
Her çar dewlet jî dibêjin: Kurdino, Rêfêrêndûmê nekin, lê sozekî nermkirina xezeba xwe nadin, gaveke xêrê ya biçûk berbi gelê Kurd navêjin, sozê mafê heyîtiyê jî nadin Kurdan…
Borbora wan da tenê tirsandin, zulma xwe hê zulmkirin, xezeba xwe hê xurtkirin, bo Kurdan hebs û zindan zêdekirin e.
Bifikirin wê wa di ku da here?
Rojekê gerekê dawî vê rezîlîyê bê?
Ji wan netirsin! Her çar perçê Kurdistanê da jî gelê Kurd ji neyarê xwe bi hêztir e!
Wan bawar nekin! Wîjdan û bawariya wan nava xûna kurda da hasil bûne.
Bo xatir yan tirsa wan Rêfêrûndûm nekirin, yan pașda gav avêtin tiștkî naguhere, ew xatiran nizanin. Ya wan zordestî ye, tirsandin, kuștin û xapandin e. Ji bo kuștina kurda, wêrankirina Kurdistanê çek-sîlihê here kujar ji deshilatdarê cihanê kirîne. Bi mîlyarda dolaran ew rușetkirin û dengê wan himber vê zulmê kerr kirin e…
Destê wan bê, wê gelê Kurd, Kurdistanê tunekin, çe’lkin!
Dewletbûna Kurdistanê, bi hêz bûna Kurdan tek kare destê wan bigre!
Dewlet bûn, bi hêz bûn wê gelê Kurd ji zulma neyaran rizgarke…
Tiștê undakirinê nîne!
Tiștê undakirinê nemaye!
Gelê Kurd bi hêvî we dinhêre!
Gavê pașda navêjin!
Meydana xîret û namûsê ya we ye!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev