Mûzîka gelek miletên xwedî dewlet him di hêla sazbendîya folklorî û him jî ya hemdemî da bi asta hunermendîyê va bilind va nagihîjine mûzîka kurdî.
Di vê vîdêoklîpa ku em tê da mezinên mûzîka kurdî Dilşad Saîd, Şivan Perwer, Hesen Şerîf û yên din dibînin, bêhna dewleteke serbixwe tê, ku daye ser rê û wê piştî 25ê îlona sala 2017an bibe mêvanê me û emê tê da bibin xwedîyê malê.
Dilşad Saîd mûzîka kurdî gîhande ser asta mûzîka klasîk a hemcihanî û li cihanê ra îzbat dike, ku em ev milet in û ne kêmî we ne.
Bira roja we ya şemîyê bi vê xweşîyê destpê bibe û her rojên we ha bi mûzîk û folklora kurdî, bi welatparêzîyê, lezetê va dewlemend bin.