Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 103an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 103

 

MERÎYÊ TIMA, ÇEVQUL Û

YÊ PEY KARA XWE DIKEVE

 

=Yê timaya çerxê kirîye,

Gore qetyaye.

 

=Dinê da nebe tima,

Zêr û zîv xwe neke cema,

Dinê bona kesekî nema.

 

=Ne dixwe, ne dide hevalan,

Genî dike, davê newalan.

 

=Xweyê zêran kulê kûr dike,

Zêran hûr nake.

 

=Hevaltîya dor bi dor,

Ocaxî kor.

 

=Timayî-kêmayî.

 

=Timayî-cehnemayî.

 

=Timayî, li rê mayî.

 

=Yê tima bê kefen dimire.

 

=Çevê mêriv bi xwelîyê têr dibe.

 

=Kedkiro, kednexwaro.

 

=Kê kedê dike, kê dixwe?

 

=Serê qijikê qelî jê çênabe.

 

=Ewî ewrî baran jê nayê.

 

=Mînanî gûza kor e.

 

=Nanê xwe ji mirtivan distîne.

 

=Malê merivê tima

Li xelqê helal e.

 

=Yê pey kara pir ketîye,

Ya hindik jî unda kirîye.

 

=Destê wî tije garis be,

Kulma xwe lêxî,

Hebek jê narije.

 

=Zivistanê berf jê bixwezî,

Wê bêje tune.

 

=Bira perîyê meriv nîvcî be,

Lê namûsa meriv cî be.

 

=Ku meriv hev nas nekira,

Wê serê bavê hev sond bixara.

 

=Ew xweyê kirasê xwe nîne.

 

=Ker nayê xwerinê,

Lê bahê kerê tê xwarinê.

 

=Ker nabe qurban,

Lê bahê wî dibe qurban.

 

=Ji kêranê rizî

Texte dernakeve.

 

=Ji wî ewrî baran nayê.

 

=Dengê defê ji dûr va xweş e.

 

=Dirêjaya rê ji beraya

Wê ra kivş e.

 

=Min go ezê herim firo firr kim,

Lê min nizanibû

Ezê ser da gulîyan kurr kim.

 

=Gayê kamê ji bêderê duxwe.

 

=Roja xweş nede roja reş.

 

=Nanê kete şikevê,

Wê bê xwerinê.

 

=Hatî ji çûyan in.

 

=Nanekî ce, tase dew

Ne tiştek e, lê tu qursaxê

Mêran bêje.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev