BELGA QADO: DENGBÊJA NEBÎRKIRÎ, XUDANA DENGÊ ZENGILÎ

BELGA QADO: DENGBÊJA NEBÎRKIRÎ, XUDANA DENGÊ ZENGILÎ

Prîskê Mihoyî,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),
endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî.

 

Navê Belga Qado di nava dîroka stranbêjîya meye gelêrî da navekî naskirî û hizkirî ye. Dengê wê zîze, notila zengile. Kê hema carekê stranên wê bi radyoya Yêrêvanêye kurdî bihîstibe, tê bêjî bi mitalan va diçe gundê kurmancan, li şaya dibe mêvan, gava qîz û bûk bi çirpîkî diketine dîlanê, distran û bi deng govend digerandin… 

Gulşêna min, şêna min,
Gulşêna min, çavê min,
Gulşêna min, şêna min,
Gulşêna min, ruhê min!..

 

…Sal tên û derbas dibin, sed mixabin, gelek dengbêjên meye navsere yên dewra Sovîyêta berê konên xwe ji nava konan bar dikin û diçine li ber dilovanîya Xwedê. Raste, dengên wan di dengxana radyoya Rewanê ya «Fonda zêrîn» da têne parastinê, lê navê wan hêdî-hêdî tê bîrkirinê. Serbarê serda jî, gava van dehsalên dawî tora civakî – Întêrnêt pêşva çûye, bêhesab malper, TV, radyo û dezgehên çanda kurdî derketine meydanê, gelek caran stranên dengbêjên navdar tevî li hev dikin, navên xudanên wan şaş dikin, li ser kar û jîyana wan stranbêjan agahdarîyên ne rast didin, lo hela carana jî hinek «hunermendên» nûpêketî stranên wan dengbêjan qaşo «veçê» dikin, diguhêrin û dikine klîp û wek efrandinên xweye xwexwetîyê raberî maşoqên sazbendîya kurdî dikin…

Tiştekî eşkere ye û kê dikare vê rastîyê red û hêç bike, wekî Sûsîka Simo di nava kurdên Yekîtîya Sovîyêta berê da dengêja jine yekemîn bû, ya ku di nîveka salên 50-î ya sedsala derbazbûyî derkete li ser dikê û stira? Kê dikare dijî wê yekê derkeve, ku di nava stranbêjên jin da berî gişkan dengê wê li ser qeytanê li radyoya me hatîye nivîsarê? Tu kes! Bêguman, ew yek jî îzbatî ye, wekî dû Sûsîka Simo ra evan dengbêjên meye jin derketine erafê meydana stranbêjîya gelêrî, şuret û marîfeta xwe nîşan dane: Belga Qado, Fatima Îsa, Zadîna Şekir, Kubara Xudo, Tûkaza Xemo, Gulîzera Etar, Cemîla Çawîş, Naza Kokil, Aslîka Qadir, Sîsa Mecît û gelekên mayîn.

Îro ez dixwezin derheqa Belga Qado da gilî bikim, ya ku xudana dengekî bi taybete. Eva serê salekê ye, ku ez malbeta wê ra bûme nas. Çi rast-raste, min hela li salên xortanîyê dengê vê canikê bi radyoya kurdî bihîstibû û heya naha jî ez dengê wê va heyr û hijmekarim, sewt û akla wê têr nabim. Gava stiranên wê dibhêm, min tirê xûşka mine mezine distrê. Û wê jî bêjim, heya van dawîyan min tirê Belgê ji gundê Elegezê ye. Lê gava li Fakebook`ê ez dota wê – Nazîka Miraz ra bûme nas û çend roj berê min wêra deng kir, nû pê hesîyam, wekî Belgê ji navçeya me ya Talînê ye (Ermenîstan), ji gundê Beroje (Dûzkenda berê). Salên karmendîya li rojnama «Rya teze» ez gelek caran li vî gundî qesidîme. Li vî gundî gelek malbetan nas dikim, gelek dost û hevalên min ji vî gundî hene. Lê, sed heyf, wê demê Belga Qado ra nebûme nas, ji ber ku malbeta wê hela sala 1954-a ji gund bar kiribû û çûbû bajarê Yêrêvanê. Heynese…

Gundê Beroj gundekî xurû kurmancî ye. Binecîyên vî gundî jî piştî rev û beza xezeba sala 1915-an ji miskenên xweye dîrokî, ji Kurdistana Bakûr cîhşihitî bûne û berê xwe dane Ermenîstanê, navçeya Talînê. Eva gunda li pêşa çîyayê Elegezê ya başûrê rojavayê dikeve. Di vî gundî da malbetên qebîlên êzîdîyaye bendûran û kaşaxan cîh û war bûne. Di dema damezirandina dîwana Sovîyêtê da, çawa li her deran, li vî gundî jî werguhastinên aborî, civakî û çandî pêk tên: malhebûna gunde kolêktîv (kolxoz) tê sazkirinê, dibistan vedibe, destbi hilanîna nexwendîtîyê dibe…

…Şayî, stran û dîlan li wî gundî jî kêm nedibûn. Qîz û bûkan, keç û xortan li kewşan distiran, li bêderan distiran, li malê distiran, li şayan distran. Belga Qado jî hema hemû stranên xwe ji gundîyên xwe hildaye…

Belga Qado 31-ê tebaxa sala 1934-an di mala Qadoyê Mecîtê bendûrî û Naza Beyroyê mendesorî da ji dayîkê dibe.

– Navê dîya min, – dota Belga Qado – Nazîka Miraz, ku vê gavê li Fransyayê ye, dibêje, – li şadenamê wê ya bûyînê da nivîsîne Porsor. Lê, çawa hûn dizanin, li bal me êzîdîyan jî gelek dê û bavan şîrînbûna çend nav zarên xwe kirine. Di mala me da dîya min ra digotin: Belgîzer, Belgê. Navê Belgê ûsa jî li ser dîya min ma heya roja mirinê…Di gundê Beroj da mala me maleke navdar bû, maleke bi qedir, qîmet û sîyanet bû. Bavê minî rehmetî – Mirazê Nadir ji qebîla kaşaxa bû. Ew mêrekî çê û xurt bû, merivekî zor, xîret û bi hêz bû. Salên şerê himberî almanên faşîst ewî bi xîret û çalakîya xwe gelek malên êzîdîyan li navçeya me ji birçîbûnê xilas kir…

– Lê bavê teyî rehmetî çawa dîya te dît, xwest û anî malê? – Navbirîyê didime dengkirina Nazîkê.

– Bavê min zewicî bû, jina wî ji bajarê Tbîlîsîyê bû, kurekî wî ji wê jinê hebû. Navê wî birê min Grîşa ye. Lê bavê min û jina wî wê hênê hev ne dikirin. Jina wî carekê dixeyîde û diçe Tbîlîsîyê, mala bavê xwe… Bavê min sala 1924-an ji dayîkê bûye. Ew 10 salan ji dîya min – Belgê mezintir bû. Di destpêka salên 1950-î dîya min – Belga Qado nîşan dikin û roja dewata wê bavê min wê ji pencera mala kalkê min – Qadoyê Mecît ra derdixe û direvîne…
Em bi malbetî sala 1954-a ji gund bar dikin û diçine bajarê Yêrêvanê…

– Gava em zaro hatine dinyayê, – xûşka Nazîk dengkirina xweye bi têlê dûmayî dike, – mezin bûn, me îdî fem dikir, wekî bavê me ji dîya me gelekî hiz dikir û pêra jî kumreşî wê dikir. Bavê min merîkî hêrs û sert bû. Me tirsa wî newêribû tetika têla malê jî hilda, gava dengê zengil dihat… Em çar xûşk û pênc birane. Sed heyf, sê birên min û xuşkeke min çûne li ber dilovanîya Xwedê. Em gişk bi ruhê mirovhizîyê, dilovanîyê, tifaq û xîretê li ber destê dê û bavê xwe terbîyet-tore bûne…

Gere bê gotinê, wekî salên nîveka 50-î bi hereketê Sûsîka Simo li Rewanê çend komên kilam û reqasê têne sazkirinê, yên ku ne tenê li bajarên Ermenîstanê, lê ûsan jî li Tbîlîsîyê pêşda dihatin. Li Yêrêvanê koma Sûsîkê dikete nava Fîlharmonîya Ermenîstanêye dewletê. Gelek caran sazbendên navdar Şamilê Beko, Egîdê Cimo, dengbêjên hêja Karapêtê Xaço û yên dinê tevî koma wê bûne û pêşda hatine.

Wek tê zanîn, sala 1955-an li Yêrêvanê radyoya kurdî vedibe. Sal bi sal dengxana radyoyê bi dengên nû va dixemile. Sala 1958-an dengê Sûsîka Simo tê nîvîsarê, lê li destpêka salên 60-î usan jî dengê Belga Qado û hemû denbêjên jine dinê (navê wana me li jorê bîr anîye) bi hereketê Xelîlê Çaçan Mûradov tê nivîsarê û stranên wane pêşin li radyoyê têne qeydkirinê. Tiştekî balkêşe, ku ansambla Ermenîstanêye amûrên gelêrî ya ser navê Aram Mêrangûlyan gelek caran bi dem û dezgên xweye sazbendîyê li radyoya me awazên stranên meye gelêrî lêdane û qeyd kirine, lo hela gelek dengbêjên ermenîyaye emekdar jî kilamên kurdî strane…

Vê gavê di dengxana Radyoya Yêrêvanêye kurdî da weke 10 kilamên Belga Qado hene. Ewê stranên xwe bêtir tevê Karapêtê Xaço gotîye. Stranên wêye eyan evin: «Kura çîyayê tapê Qersê», «Gulşêna min», «Dêre sorê biçûkê» yanê jî «Hindî were paytexte» (tevî Karapêtê Xaço), «Sarê rabe sibeye» (tevî Karapêtê Xaço), «Bêrîyê tê ha, bêrîyê tê» (tevî Efoyê Esed), «Lê bi holê, lê bi holê» (tevî Karapêtê Xaço), «Lûr, wey, lûr» û yên mayîn.

Dengbêja navdar Aslîka Qadir bîr tîne: «Mala Belga Qado li Rewanê cînarê mala bavê min bû. Ez 14 salî bûm, diçûme dibistanê û dihatim. Herdem min ew li ber dêrî didît. Min zanibû, ku stranên wê bi radyoyê didin. Lê tu cara ewê nedigot, ku me dengê wê bihîstîye yanê na? Kulfeteke bedew û merîfet bû, cil û bergên wê kurmancî bûn, notila xanima radibû û rûdinişt. Gava ez ji dersê dihatim, ewê li ber derê avayî ez didame sekinadinê û ji min dipirsî: «Lela min, çavê min, te îro çi stendîye?»… Caranan ez diçûma mala wê. Kulfeteke gelekî pêşverû bû, dilê wê paqij bû. Ewê wê hênê li ber tiştên kevneşopî serê xwe danexist, mîna Sûsîka Simo rabû û stra… Tesîra dengê wê heyanî niha jî li ser min heye. Min bîra Belga Qado kirye… Rehma Xwedê wê be!».

– Bavê min, – Nazîk dibêje, – sala 1980-î çû li ber dilovanîya Xwedê. Piştî hilweşîna Sovîyêtê malbeta me jî mîna gelek malbetan ji ber şert û mercên aborî û civakî ji Ermenîstanê derket. Em çûne bajarê Rûsyayê yê bi navê Yaroslavlê. Û dîya min 15-ê îlona sala 2004-an piştî nexweşîya gelek salan li vî bajarî çû ser heqîya xwe. Meytê wê li mexberê êzîdîyan yê li bajarê Tûtayêvê me spartîye ax-berê sar…

Dengê Belga Qado li cihanê ma û wê heta-hetayê jî bimîne. Ew deng maşoqên sazbendîya gelêrî heya niha jî heyr û hijmekar dihêle…

Dengê Belga Qado tê bêjî hema vê gavê jî li ber guhê min perwaz dide:

 

Hewşa me hewşa we da,
Wey, lûr, wey, lûr, wey, lûr
Berê hewşê qulbêda,
Her govendê, govendê!..

 

P.S. Hinek kilamên Belga Qado hûn dikarin li vira guhdar bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=utmaX5z2V2c

https://www.youtube.com/watch?v=9URkRmh-mMI

https://www.youtube.com/watch?v=2_rMjYN06Xk

https://www.youtube.com/watch?v=6jBRQAYKgt8

https://www.youtube.com/watch?v=roA39tW7r8s

https://www.youtube.com/watch?v=SBSaQ4My3DQ

https://www.youtube.com/watch?v=rh9g5-JyWhc

Çavkanî: https://www.facebook.com/priske.mihoyi/posts/1450515521682082

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev