Sipas ji bo pîrozbahîyan

Sipas ji bo pîrozbahîyan

Ji bo temambûna 2 salîya destpêka karê malpera me, gelek kesan pîrozîyên xwe şandin û qîmetek mezin dane karê me. Em navên hinek kesên navdar û pîrozîyên wan li jêr çap dikin û ji wan û hemû kesên din ra, ku em pîroz kirin, sipasîyên xwe yên ji dil û can dibêjin. Qîmetkirina we me ruhdar dike ku em zêde bo gelê xwe kar bikin, ziman û çanda xwe bidin nasîn û pêş bixin. 

Em hemû kesên ku ji me ra dinivîsin, hemû kesên ku malpera me dixwînin wek karmendên malperê dihesibînin. Hûn her hebin!

Desteya Rêvebir ya Malpera Riataza

 

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

DU SALIYA MALPER Û RADYOYA RIATAZA PÎROZ BE !

Riataza, malper jî radyo jî, cîh û warê xizmeta zimanê Kurdî ye. Cîhê ku karê wan xizmeta zimanê Kurdî be, ez bi xwe minetdarê wan im.
Min berî çend rojan bo derketina kovara Nûbihar jimara 140an van gotinên jêrîn nivisîbû:
‘Kî xizmeta zimanê xwe bike, xizmetê ji berdewamiya hebûna miletê xwe re dike. Ji ber ku nasnameya civak û êl û gelan ziman e. Zimanê li ser axa bav û kal û dapîra tê axaftin, bixwe re sînurê welatî jî diyar dike. Ziman û zimanhezî, serçavî û destpêka neteweperwerî û welatparêziyê ye. Hertim şad û bextewar bin.’
Riataza, ji aliyekî ve xizmeta pêşxistina hînkirina Kurdî dike bi devkî û nivîskî; her wisa bi nivîsan û weşanên radyoyê yên lêkolînî gelekî bûyerên dîrokî, folklorî û civakî jî ronî dike, di vî wari de berhemên giranbuha amade dike û dide ber destê xwendevanan. Di ber van karan de erk û roleka arşîva ziman û çanda Kurdî jî bi cîh tîne.
Bila temenê Riataza dirêj be û wek xwendevan û şopînerekî Riataza spasiya karmend û nivîskaran dikim. Siheta wan xweş be, ji wan re hêz û qewetê dixwazim.
Pîroz be du saliya we û emrê we dirêj be.

 

Yucel Aslan, helbestvan

Malpera Ria Taza û Radyoya Ria Taza van rojan dikevin du salıya xwe. Keda berpirsiyarê malperê mamosta Muradov Hamlet û pêşkêşvana Radyoyê xwûşka mina Bella Sturki û keda gelek hêjayên din, di nav van herdû xebatên bêemsal da hene, ez we teva pîroz dikim û spasiyên xwe ji we tevan ra dişînim, wekî hûn ewqas bi zelalî çand, huner, wêje û xeberên rojane tînin pêşberî me.

Xwedê hezar saliya we û karê we jî nîşanî kurd û Kurdistanê bike.

 

Eziz Gerdenzeri, helbestvan/nivîskar

Du saliya malpera we bimbarek û pîroz be. Hûn û hogirên we tim serkeftî û serfiraz bin!

 

Hasan Ertas, sîyasetmedar

Malpera we di nava malperên Kurdî de malpereke herî hêja ye.

 

Talha Çek rojnamevan

2 salîya vekirina malpera we ya Riya Teze ji dil û can pîroz dikim.

Malpera we di warê çand û edebîyata Kurdî de ji însanê me re pencerek nû vekir. Di derbarê nêzîkbûna Kurdan de bu pirayek nû. Hêvîdarim bi dilekî rehet bêastengî erka xwe bi cîh bîne.
Ev qezenc ya me hemû Kurda ye, li gel silavên germ.

 

Mamoste Nûjen, hunurmend

Malpera we malperek pîroz e.

 

Sultan Arslan, rojnamevan

Karên malperê li ber çavan e, hezar caran pîroz be.

 

Zêdînî Serdar, rojnamevan

Malpera we, gula me Kurda ye.

 

Halit Kahraman, sîyasetmedar

Malpera we pîroz be. Riya we ronî be. Kûrdiya Malpera we gelek delal e. Hûn her bijîn.

 

Şakir Uluğ, rojnamevan

Malpera we bi zimanekî bav û kalan e, zehf xweş û zelal e û aliyê dirokê de bi kedeke balkêş we xwe daye pêş, mala we ava, ez we pîroz dikim û dixazim li nav Kurdistaniya bi çevê netewparêzan tev bigerin, partî û hêzê kurd tevahî, piçûk, mezin her yek bi qama xwe xweyî kedê ne, heya azadiyek serfiraz bin û serkeftin ji bo keddarê malpera we.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev