Dîroknasiya Melayê Cizîrî

Dîroknasiya Melayê Cizîrî

Welat Agirî

Di gotara bi navê “Edebiyatnasiya Melayê Cizîrî” de weha hatibû gotin “Meriv dikare bi du metoda Mele Ehmedê Cizîrî nas bike. Metoda yekemîn agahî û malûmatên dîroknas û edebiyatnasên kurd û biyanî ne. Di nav van kesên kurd û biyanî de yên mîna Alexandir Jaba, Elaedîn Secadî, Dr Belîc Şergo, M. Emîn Zekî Beg, Prof. Qanatê Kurd, D.N.Mac Kenzie, Wezîre Nadirî, M. Emîn Narozî û Zeynelebidîn Zinar cihên xwe digirin. Lêbelê di metoda yekemîn de, tişta balkêş ew e ku gelek ji van edebiyatnas û dîroknasên kurd û xerîb xwediyê heman agahî û malûmata nîn in, ji tarîxên bûyîn û mirinê bigire heta hedîsên jiyana Cizîrî jî cihêreng radixin ber çavên xwendevanan.

Rêbaz û metoda naskirina Mela ya duyem jî Dîwana wî ye. Heke Dîwan wek çavkaniya yekemîn bê bi kar anîn, wisa bawer im ku perdeya li ser tarîx û serpêhatiyan dê were rakirin û nasîn û fêmkirina Mela him ji aliyê kurdan û him jî aliyê biyaniyan dê derkeve dereceke çêtir”.

Erê, ji bo berhevkirina malûmatên derheq Cizîrî û herweha yên derbarî serdema wî de ji Dîwana Cizîrî çêtir çavkanî nîn in an jî heta vê rojê cihderkeke bêtir nehatiye dîtin. Lêbelê şopandina rêya duduya jî ne ewqas hêsan e. Dijwariya sereke ziman e, ku em nikarin bêjin kurmanciya Dîwanê û ya roja me yek e, gelek peyvên erebî û farisî tê de hene. Û dîsa ji bo analîz û lêhûrbûneke baş divê hin agahiyên dîrokî yên wê demê jî hebin ku meriv têbigihêje ka beriya Mela û di dema wî de çi qewimiye.

Çetiniyeke din jî, Dîwana Mela nema dikare bikeve qalibekê an jî kategorîzekê. Dîwan ne bi tenê pirtûkeke helbestan, ne kitêbeke dîrokê, ne analîzeke civakî û siyasetê û ne jî pirtûkeke feylesofiyê ye. Bi awayekî dinê heke em bêjin, Mela him edebiyatvan, him dîroknas û civaknas û him jî feylesofekî serdema xwe ye.

Feylesofekî wek Cizîrî jî helbet nikaribû pişta xwe bida rastî û realiteyên dîrokê, ku di wê rastiyê de zilm û zoreke mezin veşartîbû, û nikaribû di şahesera xwe de bi tenê behsa gul û giha, kevir û kuçik û dar û bera bikira. Heya salên hezar û sedî bindestiya Safewiyan û pey re bi destpêka sedsala 13mîn re êrîşên Cengîz Xan û zilmkariya Dewleta Îlxaniyan, ku xaka kurda perçek ji împaratotiya Îlxaniyan bû. Û dîsa di sedsala 14mîn de rola talan û kuştinê dikeve destê Tîmûrlengê Tatarî ku Tîmûrleng di tahde û zordestiyê de Cengîz Xan û neviyê wî Hulagû Xan dilreştir e. Bi çûyina Tîmûrleng re jî zilm naqede, vê carê jî Akkoyun û Karakoyun ên Tirka dibin desthilat. Dû Akkoyunî û Karakoyunîyan heya vê rojê jî li ser vê xakê Tirk, Faris û Ereb serdest in.

Mela di Dîwanê de zorkeriya Cengîz Xan weha tîne ziman:

 Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz

Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz 

Awirtûjî û xwînrijiya çavên te ên nêrgizî, dem kir wek serdema Cengîz Xan ê cengbaz û êrîşkar.

Cengîz Xan beriya dagirkirina Mezopotamyayê, Hîndûstanê îşgal dike û bi îşgalkirinê ve hîndûyên wê herêmê, di ceng û seferên xwe de wek leşkerên moxolî dişîne ser gel û welatên din ku wan deran jî talan bike. Mela gelek ciyan de behsa hîndûyan dike:

Sef sef mi dîn Hindî û Zeng Cengîz-i hat Teymûrê Leng

Xef wan reşandin dil xedeng teşbîhê tîrên Xan Şeref 

Min Hîndû û Zengiyên sef bi sef rêzbûyî dît ku ew jî wek Cengîz û Tîmûrleng zilmkar bûn, bi xef û dizîka tîr reşandin ser dilê me ku wek tîrên Şeref Xan dijwar bûn.

Bi hilweşandina hakimyeta moxolan ve, li ser axa kurda dem û dewraneke nû dest pê dike ku vê carê jî tirk û faris dibin xwediyê rolên sereke:

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên

Nakirin yexma û talanê xelet 

Tirk tên ku geh dil û geh canê me dibin, lê ev kirinên wan ne bi xeletî ne, bi qest û zaneyî ne.

Mela di hin helbestan de diçe beriya hatina tirka ya Anatoliyayê û qala mucadele û cenga di navbera rom û ecema dike. Herweha di gelek helbestan de qala zengiyan dike ku li gor Emîn Narozî ev zengî zencî ne, reşik in. Lêbelê heya niha nehatiye bihîstîn an jî nivîsîn ku reşikên Afrîkayê di navbera Rom û Faris de jiyane. Û dîsa di vê helbesta jêrê de dibêje ku Rom û Ecema, Zengî di kemîna wan de yanî di cîh û warê wan de kuştine. Ez jî dibêjim dibe ku ev kes Xanedaniya Zengîyan be ku, di bin seroktiya Nûredîn Zengî de li ser axa Başûrê Kurdistan dijiyan û payîtextê wan Mûsil bû:

Tu binê Rûm û ´Ecem kuştine zengî di kemîn

Hane her tête peyapey ji teref Rûm xweş û xweş 

Tu bibîne Rom û Ecema zengî di war û welatê wan de kuştine, haye haya wan e û ji hêla Romê ve hawar jî tê.

Rûm û Ecem ji her teref ceng û suwaş e wan bi xef

Hindî û Zengî sef bi sef hatine ber liwayê zulf 

Rûm û Ecem bi dizî û xef ceng û herbê dikin, Hindî û Zengî li ber alayê zulfê sef bi sef rêz bûne.

Dagirkerî karekî wisan e ku hemî dewlemendiyên xwezayî ên welatê bindest dibin para kesên dagirker, xwecîh û welatî jî dibin tî û birçiyên mala xwe. Bi hatina Tirka ya welatê kurda ve tîbûn û birçîbûna welatiyan jî dest pê dike û Mela weha tîne ziman:

 

Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir

Teşneleb çû terfê ´ummanê xelet 

Ava Firat û Nîlê ya wek şekir dibe para tirkan û tînokê welêt jî berê xwe dide ummana(behr) şor û tahl.

Turkê xwînrîz û xumarî me bi yek xemzeyekê

Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas 

Dilketya min a wek tirka xûnrêj û xeddar, bi awirekî, çil salê vê dinê bi min kir zîr û zeber.

Mela ji xêncî tirk û farisa, di Dîwana xwe de behsa şerê navbera Ereb û Moxola dike ku ew şer, şerê îlxanî û harzemşahan e.

Tox û ala ku xwiya bûn ji ´Ecem

Ereban tîp-i şikestin çep û rast 

Dema moxolî bi alayan ji aliyê ecem yanî aliyê rojhilat derketin, ereba şkest xwarin û çep  û rast belavbûn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev