BAWERIYÊN ÇEWT Û NEREWA

BAWERIYÊN ÇEWT Û NEREWA

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Baweriyên çewt û batil çewa ku di nava gelek miletên dinyayê de hene, herwisa di nava Neteweyê Kurd de jî hene, lê zêdetir jin bi wan tiştan bawerî tînin û merc û rewşên wan baweriyan jî bi kar tînin.
Hin baweriyên ku li Kurdistanê hene, ev in li jêrê:

– REŞKIRINA ENIYA ZARÛKAN BI TENIYA XACIRGAT
Zarûkên di navbera 1-5 salan de dema nexweş dikevin, yan ji bo ku çavîn nebin, li eniya wan bi teniya xacirgatî wêneyê XAÇ tê çêkirin.

– REŞKIRINA RÛ BI TENIYÊ:
Hin zarûkên lawînî ku ji ber delaliyê bala xekê dikeve ser wan, herdu hinarokên riyê wan bi teniyê reş dikin, da çavîn nebin.

– MORÎKA ŞÎN:
Morîkeke şîna tarî, di nêvî de jî morîkeke piçûk a keskekî vekirî, bi sermila zarûkan ve ku tê girêdan, ew zarûkî ji bobelat û siqûmatan diparêze.
Ew morîk bi eniya sewalên mîna hesp, hêstir, çêlek, ga ve jî tê daleqandin.

– BAZBEND: Weke niviştan lê mezin in, li milan têne girêdan.

– NIVIŞT: Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn, sêgiç e û li serê nivîsên bi zimanê erebî têne nivîsandin û bi pişta meriv ve têne girêdan.

– DU QILOÇÊN LI RASER SIVDERA DERÎ:
Ev du qiloç ji bo parastina çavan li ser sivdera deriyê malê di dîwêr de têne bicihkirin, bi xûta ku çi çavên bi xirabî werin, ew giloç wan diteqînin.

– GIRÊDANA POTEKÎ BI GULIYÊ DARÊ VE: Potek bi guliyê dara ku weke ziyaret hatiye pejirandin ve girêdidin bi xûta ku mirad hasil dibin. Ev hawe ji ola Şamanîzmê hatiye û ketiye nava Kurdan.

– BAZINÊ TUNC DI QEVDETIKA NIG DE: Hesinekî ji TÛNC weke bazin dixin nigin û destê xwe ku êş û nexweşiyê ji meriv dûr bikin.

– DARA KEVNARE YA MAZÎ: Hin darên kevnar ên mazî hene ku ew pîroz têne hesibandin. Pir kes hene ku hewara xwe digehînin wê darê û ew dar alîkarî dike ku ew kes digîjin mirazê xwe.

– BÊYOMTIYA HIN TEYRIKAN: Li Kurdistanê hin balinde û teyrik hene ku bêyom hatine pejirandin. Eger meriv têkelê wan bibe û xisar bide wan, qeza û bele têne serê meriv. Yek ji wan quling e ya dî jî kevok e. Lê baweriya li pêşber van herduyan jî, li hin herêmên Kurdistanê ne wisan e. Hin sewal û ajalên dî jî yên bêyom hene, weke hechecîk, dawidok, xecxecok û gwd.

– PÎROZBÛNA AVA HIN KANIYAN: Li Kurdistanê hin kaniyên xwezayî hene ku di nava xelkê de pîroz hatine pejirandin û ava wan jî wek derman tê vexwarin. Min li gundê Zêrnaka Xinûsê kaniyekê dîtiye ku pîroz dihate dîtin û çi mastê ku bi ava wê dihate kilan, rûnê ku pê diket du car ji yê aveke dîtir zêdetir dibû.

Divê ciwanên me li ser tiştên wisa lêkolîn bikin û bipeyitînin ka kijan sewal û ajal, kîjan balin û firende ji vê babetê ne.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev