Koroxlî avilheyatê vedixwe

Koroxlî avilheyatê vedixwe

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji rêzenivîsa me a 104an e. Me ew ji pirtûka “Varîyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildaye, ku sala 1953an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

 

Ji nimûneyên zargotina me – 104

Koroxlî rojekê li Qirat siyar dibe, tîr û kevanê xwe, şûr û mertalê xwe hiltîne, diçe nêçîrê. Li kewekê dixe. Kewê tîne ku xûna wê di kanîyê da bişo. Wextê dike nava kanîyê, ku bişo, pirrîn li kewê dikeve, kew difirie, diçe. Wî çaxî Koroxlî û Qirat jî ji wê kanîyê avê vedixwin.

Lema jî dibêjin: “Koroxlî ava avilheyatê vexwerîye”. Dibêjin: “Ew kanî li çiyayê Bîngolê bûye”. Niha ew der bûye hezar kanî, lema jî tê gotin:

 

Bîngol hezar gol,

Ez zanim kîjan gol?

 

Wexta kew sax bû, ji kanîyê firî, her libeke perrê wê kete cîkî, bûne gol û kanî. Lema jî dibêjin: “Hezar kanî û hezar gol”.

Serekvanîya Erez ji Bîngolê tê. Ava Erez bona tawîyan, bawîyan derman e, çima ku avilheyat tevî wê avê heye. Lema jî merivên nexweş her sal dikevine wê avê, ku qenc bibin, emirekî dirêj bijîn.

 

Serkanîya hêz-zorayî û kemala Koroxlî

Bi gotina gotîyan Koroxlî ji du belbeqokên ser avê mêranîya xwe hilanîye.

Koroxlî rokê ber hespan bûye. Wî çaxî baran dibare, av tê, sêlaf radibe, du belbeqok li ser avê dikevin, jor da tên. Yek ji yekê ra dibêje: “Kê min bixwe, ewê mêranîyê ji xwe ra qazanc bike, dest ser destê xwe ra nabîne”. Belbeqoka dinê jî dibêje: “Kê min bixwe, daqurtîne, ewê mêrekî wisa be, wê bi fêl û finyaz be, çi cûreyî bixûne, wê bikeve wî dilqî da”.

A Koroxlî eva yeka bihîst û dît. Koroxlî dada nava avê, destê rastê belbeqoka mêranîyê daqurçand, destê çepê ya fêl û finîyazîyê daqurtand. Hingê Koroxlî mêranîya xwe û fêl û finîyazîya xwe hilanî.

Pey wê yekê ra Koroxlî şevekê nav gîhê-gendelê ra derbaz dibe, di bin lingê wî da tiştek dike wîjîn. Koroxlî lingê xwe ji ser hilanî, dest avîtê, situkura wê hilqetand, lê nihêrî kêwrîşk e.

Carekê jî nav delê ra diçû, tiştekî qayîm lingê wî girt, nihêrî mar e, ku xwe bi lingê wî pêçaye. Dest avîte serê mar, serê wî ji nav qalibê wî hilqetand.

Koroxlî pê hesîya ku rast jî ji wan belbeqokên avê tirsa wî ji tu tiştan tune.

 

Koroxlî dibe mêrxas

Bavê Koroxlî gavan bû. Koroxlî her êvar diçû nanê bavê xwe berev dikir. Gava ku nan temam berev dikir, çend gede dorê diketin, nan jê distendin. Koroxlî gelekî ber xwe diket. Rokê jî gava por û poşman vegerîya malê, hew nihêrî bocîyeke çûçik li wir e, kelbên mezin lê berev bûne, dikin ji ber dêrî dûr xin, ku bixeniqînin. Lê nihêrî ku ew kelbên mezin dikin û nakin nikarin wî bocîyê biçûk bixeniqînin. Eva bocîya xwe ha davê wî kelbî, ha davê wî kelbî û kelb nikarin wî bigirin. Koroxlî gelekî dîna xwe dayê, dît ku bocî xwe xwey kir, li alîkî sekinî, ew kelb jî belav bûn. Koroxlî gelekî fikirî, got: “Mala min xirab be, çiqas roj e ez têm nanê bavê xwe berev dikim, gedeyên gund li min dicivin û zorê didine min; li min dixin, nanê min ji min distînin. Ez diçim mala xwe, diya min û bavê min ji min pirs dikin,- kanê nanê te? Ez her carekê derewekê dikim. Ha dibêjim îro nedane, ha dibêjim îro ji milê min ketîye. Wa nabe”.

Da hişê xwe, got: “Çima kelb bi vî bocîyê han nikarin, lê ez her ro nanê xwe ji tirsa wan gedeyan didime wan?”

Koroxlî şeveke dinê dar hiltîne, tê ji nava gund nanê xwe berev dike. Gede dîsa dicivin, ku nanê wî ji dest wî bigirin. Kîjan gede nêzîk bû, Koroxlî pê wî darî lê xist, temam ji tirsan revîn, gotin: “Wê li me xe jî”. Hemû revîyan. A ji wê derê Koroxlî hertim wî bocîyê çûk bi bîr tîne û dibêje ku mêranîya xwe ji wî hildaye.

 

Koroxlî û Degirmançîoxlî

Koroxlî digere bona merivên qoçax, merivên baş peyda bike. Rokê lêdide diçe gundekî, rastî aşekî tê. Diçe hundurê aş, dinihêre kurê aşvan – Degirmançîoxlî dixweze kevirê aşê xwe tûj bike. Ev kurê aşvan pê destê xwe kevir hiltîne weldigerîne; ew kevir weke sed pûtî bûye. Koroxlî wêderê şaş dimîne. Selamê dide kurê aşvan, kurê aşvan selama wî hiltîne. Kincên sade lê bûne, ku kesek nizanibe ku ew kurê Koroxlî ye. Koroxlî gote kurê aşvan, got:

– Xortê delal, tu nayêyî cem min, ber destê min bixebitî? Hergê tu mehê deh zêran distînî, ezê di mehê da sî zêrî bidime te.

Kurê aşvan lê nihêrî, nas kir, ku Koroxlî ye, lê kincên Koroxlî ne lê ne. Kurê aşvan gotê, got:

– Ku tu bextê Koroxlî, bextê mêrê çê bidî min, ez ne hewcê pera me, ezê bêm.

Koroxlî got:

– Koroxlî jî, bextê Koroxlî jî qurbana mêrên nolî te bin. De were em herin!

Koroxlî wisa jî çil keleşler berev kirin, Degirmançîoxlî jî bi wana ra bû yek.

 

Koroxlî û şivan

Wextekê Koroxlî diçe rastî şivanekî tê. Ji wî şivanî pezekê dixweze. Şivan nadê, dibê:

– Tu kî yî, ku ez peza xwe badilhewa bidime te?

Gilîyê Koroxlî û şivan ji hev derbaz dibin. Ew û şivan digihîjine hevdu, li hev dixin. Şivanê te Koroxlî hildide davêje erdê, dibê:

– Tu kî yî, ku ji min pêz dixwezî? Xwe tu li serê min nebûyî Koroxlî?

Koroxlî dibîne “boş e”, ji şivîn ra dibêje, dibê:

– Heyran min berde, Xwedê mala te xirab bike, welle ez Koroxlî bi xwe me.

Şivan berdide, dibê:

– Xwedê mala te ava bike, te çima pêşî ne got ez Koroxlî me; navê te heye, minê pez jî bida te û bi te ra jî şer nedikir.

Koroxlî baxşandê, ew şivan hilda bir Çardaxlî Çamlibelê, ji xwe ra kir keleşler.

Çi merivên wisa qewat hebûn, Koroxlî bi xwe ra dibir, dikir tev mêrxasên xwe.

 

Koroxlî şermî namîne

Koroxlî car-caran hevalên xwe dişande cem şivanan, pez dixwest. Şivanan jî ji Koroxlî hiz dikirin. Gava ku navê wî dibihîstin, dewsa pezekê dudu didan, lê-lê bûn deh pez pêşkêşî wî bikirana.

Lê carekê, çawa diqewime, Koroxlî bi xwe diçe pêz bixweze. Nêzîkî kerîyên pêz dibe, dibêje:

– Şivano, bereket be!

Şivan dibêje:

– Wey ser çavan, ser seran!

Ew dibêje:

– Ez Koroxlî me, pezekê bide min, ku bibim bidim hevalên xwe.

Şivan bi ecêbmayî dibêje:

– Ku tu Koroxlî yî, keremke vir da were,- û nişkê va digire davêje erdê, dibêjê: -Tu Koroxlî nînî. Tu li ku, Koroxlî li ku?

Koroxlî dikeve nava halekî giran. Gelekî ber xwe dikeve, difikire, paşê rêyeke dinê ji xwe ra dibîne, dibêje:

– Birê şivan, min henekê xwe kir, min xwest te bicêribînim. Te rast got, ez ne Koroxlî me, were min berde, ezê herime mala xwe.

Şivan dibêje:

– De wisa bêje. Binihêr, careke din nebêjî ez Koroxlî me. De niha ji te ra oxir be, ez tu pezî nadime te.

Wê rojê Koroxlî dîsa tê cem wî şivanî. Lê vê carê kincên xwe diguhêze; gava ku nêzîkî kerên pêz dibe, dibêje:

– Şivano, Koroxlî ez şandime cem te, pezekê dixweze.

Şivan dibê:

– Ser çavan, ser seran. Lezekî berê merivek hat cem min, dixwest ez bixapandama, digot ez Koroxlî me. Ewî zanibû ez Koroxlî nas nakim. Lê ez birayê te me, tu hela min nas nakî, min rêyeke wisa da pêşîya wî, ku îdî pey xwe nenihêre. Digot: “Min henek kir, min xwest te bicêribînim, ez ne Koroxlî me”.

– Te qenc kirîye, tenê zû bike, Koroxlî niha çavnihêrîya min e.

Şivan dibêje:

– Ser çavên min,- û çend mîyan vediqetîne, dibêje:

– De bibe pêşkêşî Koroxlî bike û ji alîyê min da jî silav bike.

Yê tezehatî dibêje:

– Ser çavên min, û pêz dide pêşîya xwe, dibe. Di rê da difikire, dibêje: “Şuxulê dinyayê ye, cî heye qedirê mêriv digirin, cî jî heye qedirê navê mêriv digirin”. Pêz dajo, dibe cem hevalên xwe. Di şermîyê da namîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev