
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva du pirsên kesekî ha da:
Pirsên Celoyê Dirbas û bersîva Nura Şane
-Gelo ev 2 îdyomên kurdî, ku ez di pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Benê min qetîya” da rast pê hatime, têne çi maneyê?
Pirs -1: Ber flankesê dilerizin.
Bersîv -1: –”Ber flankesê dilerizin” tê çend maneyan: 1. Ber yekî yekser teslîm dibin, li xwe mukur tên, poşmanîya xwe tînin zimên, dikevine bin hukumê yekî. 2. Fenegurîya dikin, fêlbazîya dikin. 3. Bi serî xwe nikare biryarê bide, ji ber ku bin tesîra yekî mayîn da ne. 4. Karekî bi dil û can dike. Tam xwe dide wê armancê, ku danîye pêşîya xwe, xwe dide wê oxirê. 5. Bi hewaseke mezin, bi hewldayîneke pir xemxurîyê dibe di hindava yekî, an tiştekî da.
Pirs -2: Di dêst da sivik e.
Bersîv -2: –”Di dêst da sivik e” jî tê çend maneyan: 1. Kesek di destpêkirina her karekî da pir bi şans e, xebata dike kardar û bi adan e. 2. Di kar da bi ciddî ye; dikare tiştekî gelek bi lez bike, di hêla fîzîkî da jî ser xwe ye. 3. Kesên din eynî kar di demeke dirêj da dikin, hela di ser da jî ne zêde serketî, lê ew di nav demeke kurt da dike û bê qusûr.
Antonyma wê: Destê flankesê giran e.
Riataza