Sersaxî-danasîna raman û fikrên rehmetiyê kekê Kazim Oba

Sersaxî-danasîna raman û fikrên rehmetiyê kekê Kazim Oba

Kemal Tolan, 
berhevkar û xemxwarê kevneșop/zargotina Êzdîtiyê

 

Ez jî zahf xemgîn bûm ku civaka Êzdî, bi taybetî jî tevayiya endamên Mala Êzdiyan ya li bajarê Oldenburgê, birêvebir û endamekî mala xwe yê gelekî çalak, dilsoz, parêzvanekî çande û hunera Êzdîtî-Kurdîtiyê roja 29ê tebaxa sala 2017an wenda kirin.

Ez dizanim ku Xwedê jê razîyê Kazim Oba, piraniya jiyana xwe li xerîbiyê û di nav mercên gelekî giran de derbas kir. Ez şahde me ku evî rehmetiyî di bin van zahmetiyên xerîbiyê de jî gelekî giringî dida nasname, ol, erkanên bav-kalan û heta jê dihat gelek piştgiriya madî û manevî dida tevayiya endamên civaka Êzdî.

Ji xwe rehmetî û Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba, di hevpeyvîneke min a bi wî ra ya 31.01.2015 de xebat, raman û fikrê xwe, yên ji bo parastin û pêşxistina ol, civak û netewa me gelekî girîng in da xwanêkirin…

Êdî ez tenê dikarim bêjime rehmetî û Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba, gelek spas keko ji bona vê girîngiya ku te dida nasname, ol, erkanên bav-kalan, te bi xebat, lêkolîn û ramanên xwe zahf piştgiriya madî û manevî dida tevayiya Kurdan û endamên civaka Êzdî.

Ez hêvîdar im ku Xwedê û Tawisî Melek te bi dilovaniya xwe șad bikin û tû li ber Mîrê xwe yê mezin bûhûrî bî keko!

Her weha ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba ra jî sersaxiyê û sebrê dixwazim.

Desteya rêvebir ya malpera Riataza serxweşîyê dide malbeta Kazim Oba, civaka Êzdîxanê û tevaya gelê kurd

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî [email protected]

Qeydên dişibine hev