Ax Şengala min

Ax Şengala min

Ji van helbestan ji Elegezê heta Agirîyê, ji Amedê heta Şengalê bêhna kurdewarîyê tê. Kurmancîya van helbestan a xweş weke ku kurdên hemî waran digihîne hev û dike malbetek, welatek.

Fermo, hûn jî wê lezetê bibînin, ku me dît.

Yucel Aslan

¤¤¤

Ax Şengala min
Ax bêhala min
Ax ola min
Ax ala min
Ax êla min
Ax Kobanî ya min
Ax sêwiya li ser sînorên
welatê min
Ez helbestên evîniyê dinivîsim
ji we wetrê min hûn jibîrkirine
Evîna we nayê nivîsarê
min hûn di dilê xwe de veşartine
Êş ,evîn û keserên giran
nayên li ser zar û zimanan
ew bi dizîkava disojin dil û hinavan
Dema hûn dikevin bêrîya min
ez ji dûr dikevim dost, hevalan
Kûrekûr dikevim nav mereq û mitalan.

 

Ax
Şêniyê gundê wêran, Gundê Koço
xwezila dengê we biçûya
Cangir Axayê Mendikî
Hewara we bihata siwarê Gawir Hirço

A x
Zarokên Gundê Xanesorê yên tî, birçî
Xwezila ji we derketa Qeymezê Êzdî
Û bida çargaviya siwarê Senemê
Ji Kaniya Spî bianiya ava zemzemê

Ax
Xortên Gundê Kendalavayê
Xwezila hewara we bihata
Siwarê Edbên peyayê beriya jêrîn
Şûr û tiving bida navbera xwe û zîn

Ax
Qîz û bûkên Gundê Sorava yên dîlgirtî
Nizanim çend heb ji we azep in
çend heb buk in, çend heb destgirtî
Xwezila zêwiniya we biçûya swarê Rexşê Belek
Ji we derketa bi hêrsa xwe ya tije û dagirtî…

 

¤¤¤

Ez naxwazim şêrînahiya şekirê Şamê
Xurmê Bexdayê nadin devê min tamê
Me tu xêr nedît Enqerê û wan dilkevira
Merîfetek neda me Tehranê bi wan şaira

Bila ez pêxas bigerim Şengalê li çolistanê
Birçî bûyinê razîme tena serê xwe li daristanê
Serê min bidin li ser kevirekî çiyayê Kurdistanê
Ez ê azad bifikirim, azad bimirim lê vê dera hanê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev