
Dijminên me bi sergirtî bi vî awahî vedireşin
Têmûrê Xelîl
Roja Rêfêrêndûma Kurdistanê a bona serxwebûnê çiqas nêzîk dibe, ava ku daye bin dijminên me yên sergirtî ewqas zû dora wan berev dibe û heta 25ê îlonê belkî ew di wê avê da bixeniqin.
¤¤¤
Jinika qehpe ji mêrê xwe hez ne dikir, ji tirsê digotê:
-Ma qey min ji te ra gotîye ez ji te hez nakim?
Ji yarê xwe jî hez ne dikir, ji tirsê digotê:
-Ma qey min ji te ra gotîye ez mêrê xwe bernadim?
Vêca qehpikên sîyasî jî peyda bûne, dibêjin:
-Em ne dijî Rêfêrêndûma kurdan in.
Ango, ji tirsa rêxistina xwe a naylon, ji serokên xwe ra dibêjin:
-Ma qey min ji Rêfêrêndûma kurdan ra gotîye ”Erê?”.
Dû ra têne cem welatparêzên kurd, hewil didin (qewlî Erebê Şemo va) bi pelepistûkîyan xwe ber wana xweş bikin, ji tirsa wan dibêjin:
-Ma qey min ji Rêfêrêndûma we ra gotîye ”Na”?
Riataza