Em sond bixun bibin pêșmergê dewletbûna welatê xwe

Em sond bixun bibin pêșmergê dewletbûna welatê xwe

Eskerê Boyîk

Niha di jiyana gelê kurd da rojne dîrokî ne. Gerekê em xwe bextewar bibînin ku ședê vê dema pîroz in. Welatê me berbi serxwebûn û dewletbûnê diçe.

Pêșîyên me bi axîn û keser hatine, derbaz bûne, dagirkaran tenê bi zimanê çek û sîlihan, bi kuștinê, wêrankirin û talankirinê bersîva wan dane.

Neyar û dagirkarên Kurdistanê di dîrokê da çi wehșîtî hebûye Kurdistanê da pêk anîne.

Îro jî herçar perçên Kurdistanê da wheșîtîya wan berdewam e!

Kurdistana bê dewlet, bê xwedî, bê hêz tu cara ji xezeb û zulma wan xilas nabe!

Kurdino, bifikirin wê wa kuda here?

Rojekê gerekê dawî vê rezîlîyê bê?

Ji wan netirsin! Herçar perçê Kurdistanê da jî gelê Kurd ji neyarê xwe bi hêztir û xurttir e!

Dewletbûn ji koletîye, bindestîyê, bêmafiyê, rezîlîyê xilazbûna gelê Kurd e. Ew welatê kurda da dawî anîna neheqîyan, komkujîyan, wêranîyan e.

Min temamîya jiyana xwe xerîbîyê, penaberîyê da derbas kirîye, min lingê xwe jî hê navîtiye Bașûr, hukumdarîya Bașûr ji bo șexsê min tu tișt nekirîye, ew û mediya xwe qet derheqa min û karê min jî nizanin… Lê her kurdekî șîrhelal, ew li ku be, çi halî da be, çi olê û girêdayî kîjan hêzê be, gerekê rind zanibe, bo ji vî halê koletîyê, xerîbîyê, rezîlîyê, hebs û zindanên dagirkaran xilazbûna wî, zarok, malbet, gel û civaka wî tek rêk heye, ew Dewletbûna Kurdistanê ye.

Îro jî em dagirkaran ra dibêjin: „Li vê dinya merdane da cî me teva ra heye, werên em bi așîtî, biratî, xatir ji hev bixwezin, dawî vê dijîtî, neyartiya nav gelên xwe bînin.

Nava xweda baxçê cînartiya qenc, dostanîyê, alîkarîyê, evînê daynin.

Lê hûn dibînin cînarên me, birên kurda yê bawarîyê, ewên bi dewr-zemana xûna gelê me xwerine, îro weke gura dîn û har bûne, hewara xwe dinyayê dadixin, hêwarze, qalmeqalm, hewar û gazîya wan e, çek-sîlihê zulm dikirin, lêne gelê Kurd, çi bi kurdî ye bișewitînin, biqelînin, tune bikin…

Biratîya me naxwezin, koletîya me dixwezin.

Kurdino, ku em dîsa kole nemînin, rabin em bi hev ra, li van rojên pîroz sond bixun, bibin pêșmergê Serxwebûna welatê xwe – Kurdistanê:

ÎRO EM DEWLETA XWE ÇÊKIN!
SIBÊ WÊ DERENG BE!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev