Wate û giringiya roja salvegera cejna qurbanê -3

Wate û giringiya roja salvegera cejna qurbanê -3

Berhevkar û xemxwarê kevneşopî/zargotina Êzdîtîyê Kemal Tolan rêznivîsek ji me ra şandîye, em bi 3 beşan, 3 rojan dû hev wê raberî we dikin. Duh û pêr me herdu beşên pêşin çap kirin. Fermo, îro beşa dawî, a sisiyan bixwînin.

Kemal Tolan

Di vî wextê ku Hacer û Nebî Simayîl li ser mêrga Kaniya Sipî ne, sê bazirganê rêwîngî tevlî kerwanê xwe ve di vê çola xur û xalî de gelekî betilîne û tî bûne. Her sê bazirgan bi hevûdinê dişêwirin û dibêjinê hevûdinê:

”Ka her yekê ji me bi aliyekî ve here, kî ji me ewilî avek di deverekê de dît, bila were xeberê bide wanê dinê jî.”

Yek ji wan bazirgana tê rastî vê mêrga ku Hacer û Nebî Simayîl lê dimîne dibe. Bazirgan bala xwe dide ser mêrgê, dirêne vaye jinek û papûçka xwe tenê li ber kaniyê ne. Ew qet bi jinikê re xeber nade, têra xwe avê vedixo û vedigere diçe cem hevalên xwe ji wan re dibêje:

“Min li filan deverê avek dît, li ser mêrgê tenê jinek û papûçka xwe dijîn”.

Bazirganê diduya radibe diçe ser kaniyê, têr avê vedixo û li derdora xwe dirêne vaye jinek û xortek li ser mêrgê rûniştine. Bazirgan hinekî heyîrî dimîne, lê taqet nake ku tiştekê ji wan bipirse. Ew jî vedigere tê cem hevalên xwe û ji bazirganê hevalê xwe re dibêje:

“Erê, min jî têr av vexar û dît ku jinek û xortek li ser mêrgê rûniştî bûn”.

Bazirganê sisêyan incar radibe diçe ser kaniyê, ew jî têr avê vedixo û li derdora xwe dirêne vaye jinek û zilamekî pîr (kal) li ser mêrgê rûniştine. Gava ew jî vedigere tê cem hevalên xwe, ji wan re dibêje:

“Erê, min jî dît ku jinek û mêrekî kal (pîr) li ser mêrgê rûniştî bûn”

Hinga gotin û dîtinên her sê bazirgana ne weke hevûdinê dertên, bi hevûdinê dikevin û dibêjin:

”Wekî her yekê ji me tiştekî dinê dibêje, werin em vê carê her sê bihevûdinê re herine ser wê mêrgê û birênin ka kî ji me rast dibêje?.”

Gava hersê bazirgan bi hevûdinê re tên ser mêrgê, dirênin vaye dîsa jinek û papûçka xwe tenê li ser mêrgê ne. Êdî her sê bazirgan bawerdikin (disediqînin) ku keremetên mezin li cem vê dê û papûçka wê hene.

Dûre Nebî Simayîl û diya xwe dibêjine bazirganan:

Qewl dibêje: 

“Gelî bazirgana heger hûn xatira min dibîn in
Bişînin hindî û maletê xwe bîn in
Li derê kaniyê deyn in

Bazirganî xatira nebî Simayîl we dizanî
şandina hindî maletê xwe anî
Li derê kaniyê danî
Bi rojê sê cara di çûne mala nebî Simayîl bi mêfanî”
 

Gava bazirgan hatine mal û miletê xwe anîne ser mêrgê û wan încar li virê xanî ji bo xwe ava kirine. Nebî Simayîl li virê mezin dibe û dizewice.

Birayîm Xelîl ji hinga Hacer ji malê çuye û pêde gelekî xema Hacerê dike. Piştî ku demeke dirêj di navre derbas dibe, ew hêja taqet dike û dibêje Saara:

”Eger tû încar destûra min bidî, ezê li pey şopa (rêça) Hacerê ve biçim. Belkî ez karibim wê bivînim û li weziyeta wê birênim.”

Saar a jî dibêjê:

“Eger tû soz bidî min, ku te wê dît li cem wê û dimala wê de runenî, here.” 

Birayîm Xelîl ad (soz) dide Saara û li pey rêça Hacer diçe heta ew rastî mala wê dibe. Dema Birayîm Xelîl tê ye ber devê deriyê mala Hacer ê, sozê dayî Saara yê tê bîra wî û ew ji ser pişta hespê peya nabe. Di vî qasî de jinikek ji nav malê dertê û Birayîm Xelîl hima li ser pişta hespê ji jinikê dipirse û dibêje ka malxoyê vê malê ne li male?

Jinik dibêje:

“Malxoyê min çûye nêvçîrê û ez nizanim ewê kengî were.”

Gava jinik nabêje siwar (Birayîm Xelîl)o, de were heta malxoyê min bê keremke peyabe û derbasî nav malê be. Birayîm Xelîl wusa siwar ji jinikê re dibêje:

“Hermet gava malxoyê te hate malê jê re bibêje, îro mêvanek hat ji ser pişta hepê peya nebû û got bibêje malxoyê xwe:’ Mal xweş mal e, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”.

Çaxê Nebî Simayîl ji nêçîrê hate malê, dibêje pîreka xwe:

“Hermet, ez dibêjim qey îro bîhna bavê min ji nav mala me tê ?”

Jina Nebî Simayîl jê re dibêje:

“Îro siwarek hate ber deriyê me, lê hima wusa li ser pişta hespê gote min, ji malxoyê xwe re bibêje: ” Mal xweş mal e, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”. 

Nebî Simayîl dibêje jina xwe:

”Hermet wekî wusa ye, êdî tû hew karî ji min re jinantiyê bikî, gerek tû vêga herî mala bavê xwe û min te berda.”

Ev dengê gotinên Nebî Simayîl û jina wî diçe diya wî. Diya Nebî Simayîl xwe acis dike.

Nebî Simayîl ji diya xwe re dibêje:

 

Qewl dibêje: 

 “Dayê min qewî ji te şerme û fête
Her îro naqî babê min wê tête

Lawo ev bû babê te bi serê me anî
Em derkeftin ji wî şaristanî
Kî dizane babê te yî saxe an yî bi erkanî

Ev bû
babê te li ber me kirî
Em ji wî bajêrî derkirîn
Kî dizane babê te yî saxe an yî mirî”

Nebî Simayîl telaqê jina xwe dide destê wê û diçe jineke dinê ji xwe re tîne. Di pey re dîsa diçe nêçîra xwe. Di wê navê re Birayîm Xelîl cardin di şiklekî dinê de tê ber deriyê Nebî Simayîl û dîsa ji ser pişta hespê peyanabe û li zengilê malê dixe. Vê carê jina Nebî Simayîl ya diduyan derî vedike û ew jî nabêje Birayîm Xelîl ka were peya be.

Birayîm Xelîl wusa siwar dibêje jinikê:

“Hermet gava malxoyê te hate malê jê re bibêje, îro mêvanek hat li ser pişta hespê peya nebû û got bibêje malxoyê xwe:” Mal xweş ma le, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”.

Çaxê Nebî Simayîl ji nêvçîrê tê malê, dibêje pîreka xwe:

“Hermet, ez dibêjim qey îro dîsa bîhna bavê min ji nav mala me tê ?”

Jina Nebî Simayîl ya diduyan jî dibêje:

“Îro siwarek hate ber deriyê me, lê hima wusa li ser pişta hespê gote min, ji malxoyê xwe re bibêje: ” Mal xweş mal e, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”. 

Nebî Simayîl radibe jina xwe ya diduyan re jî dibêje:

”Hermet wekî wusa ye, êdî tû jî hew karî ji min re jinantiyê bikî, gerek tû jî vêga herî mala bavê xwe û min te berda.”

Nebî Simayîl jina xwe ya diduyan jî berdide û diçe jineke dinê ji xwe re tîne. Di pey re ew dîsa diçe nêçîra xwe. Piştî demek diçe Birayîm Xelîl vê carê di şiklê baba derwêşekî de tê ber deriyê Nebî Simayîl û dîsa ji ser pişta hespê peya nabe û li zengilê malê dixe. Vê carê çaxê jina Nebî Simayîl ya sisêyan derî vedike, hêja gotina Birayîm Xelîl di qirika wî de û deyn nekirî, jinik dibêje:

”Ya baba derwêş tû bixêr, selamet hatî û ka were peyabe derbasî nav malê bive wexta zilamê min ji nêvçîrê bê.”

Birayîm Xelîl dîsa ji ser pişta hespê peya nabe û dibêje jinikê:”keça min, ez nikarim rawestim, lê hinga zilamê te hate malê bibêjê:

” Îro mêvanek hat li ber deriyê me ji ser pişta hespê peya nebû û got bibêje malxoyê xwe:” Mal xweş male û deriyê li ber malê jî pîroz be xweş deriye”.

Hêja jinikê û Baba Derwêş gotina xwe xelaz nekirine, Nebî Simayîl jî tê ber malê û bavê xwe nas dike. Nebî Simayîl (di dilê xwe de dibêje: 

“Hey babo tu xasî
Tu bi xaliqê xwe kî û libasî
esil zara û kur bab nedîtî neket nase”
) ew xwe ji ser pişta hespê davêje û dike here destê bavê xwe paçûke, lê ji nişka ve Emîn Cibrayîl dikeve nava wan û dibêje Birayîm Xelîl: 

”Ne te sozek dabû Xwedê û divê tû vêga sozê xwe bîhnî cîh.”

Qewl dibêje: 

 “Birayîm Xelîl wê di gurmijî
Mîna hêtûneke gerim dilê wî disojî
Kê dîtîye bab ewladî bi destê xwe bikujî”

Birayîm Xelîl li ser wahda xwe dimîne û hima di cî de hadîsa sozdahîna xwe ya ji bo Xwedê ji Nebî Simayîl re dibêje. Nebî Simayîl jî dibêje bavê xwe:

”Wekî wusa ye ez ê xwe niha li erdê dirêşkim û bila Emîn Cibrayîl jî kêrê bide stuyê min bibire.” 

Emîn Cibrayîl kêrê ji ber xwe datîne davêje serê Nebî Simayîl, lê dike û nake kêr serê Nebî Simayîl nabire. Radibe kêra xwe li kevir dixe, kevir dibe didû. Emîn Cibrayîl hinga dike cardinê kêrê dîsa bavê je serê Nebî Simayîl, hew dibîne ji nişkê ve beranek ji jorê ve tê xwarê û dikeve nava wî û Nebî Simayîl disekine. Li Emîn Cebrayîl eyan dibe ku Xwedê ev berana şand û dixwaze beran bikeve dewsa qurbana Birayîm Xelîl.

Emîn Cebrayîl beran serbir dike û ji wêderê diçe.

Li goriya zargotinê, hinga goştê beran dixwin û şûnde, radibin her çar hestiyê serçok (kapê)ê beran dikine serê enîşka riknên avayê mekê û avayê temam dikin.

Mek û Medînê ji hingê hetanî îro heye û piştî vê buyerê şûnde, êdî hêja qurban di nava gelek baweriyên mezopotamiya yê de buye semboleke netewî.. Çavk.: (3) û (5)”

Li gorî pîvana me Êzdiyan, cejna qurbanê hersal deh rojan pêşve tê û di gere. Her êzîdiyekî ku aboriya wî dest bide yanjî çube ber mala Şêx Adî (Lalişê) hecê, divê ew di vê roja cejna qurbanê de heywanekê serbir bike.

Dîsa binêrin wexta ku rihilberek (lawirek) tê serbirkirin duha qurbanê:”

Cejna Qurbanê li tevaya bawermendan û bi taybetî jî li hemu heciyên Kurdîstanê pîroz be! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev