ZIMANÊ KURMANCÎ

ZIMANÊ KURMANCÎ

Di van rojên berî Rêfêrêndûma bo serxwebûna Kurdistanê da em helbesteke halbestvanê kurdan yê binavûdeng Simoyê Şemo raberî we dikin. Wek ku ji helbestê meriv fêm dike, Zimanê dayîkê hema bêje nîvê serxwebûnê ye. Nîvê din jî esilê meriv e, xwîna meriv e, welatparêzîya meriv e, ku hemû tevayî dibe bingehê xweşbextîya welatê me û herwiha bersîveke tund e bo wan “belengazên Xwedê”, ku xwe ji kurdan dûr dixin, hewil didin li ser riya serxwebûnê bibine asteng.

Gotineke pêşîyan bona kesên ha dibêje: “Emê bijîn li vî erdî, hûnê bimirin bi wî derdî. ” Lê helbesteke din a Simoyê Şemo bona van mejîsistan ha tê binavkirinê: ”Tu ne yar î, tu neyar î”.

Simoyê Şemo


Ji çiya, ava,
Mêrg, delava,
Surê, sermê,
Berfê, germê,
ji rojêd reş,
ji teva geş,
ji hêwirzê,
Bezê, xezê,
Ji brûska,
Ji pirîska,
Ji xuşîna
Barana gur,
Galgala
Kanînga dur
Pêşda hatî,
Gîhîştî cî,
Zimanê meyî
Kurmancî.
* * *
Bûyî mertal,
Ber tîrê qal,
Hemû dera
Ber neyara.
Rojêd giran,
Dewrêd wêran,
Te xwey kirîye,
Te rew kirîye,
Bûyî şemdan,
Emir û can.
Nav şevêra,
Dewr, qurnêra,
Çewa nemir,
Gîhandine vir,
Cimaeta min,
Dayîka min,
Te nehîştîye
Nîvê nîv cî,
Zimanê meyî
Kurmancî.
* * *
Hezar milet
Nîvê rê man,
Pêda, pêda
Nav kawranê
Wan dewrada,
Çewa çemê
Qûmistanê
Çikyan û çûn,
Gi undabûn.
Lê te anî
Gîhande cî,
Te ew nehîşt
Nîvê rê tî,
Çimku tu kanîya
Enzeleyî,
Tu şîrin
Û delalîyî,
Tu mertala
Ku Şems danî,
Li ser milê
Kurmancayî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev