Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -1

Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle -1

Me di 106 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa yekê a bi sernavê ”Geşbûna têkoşîna ji bo azadîyê û serhildana Ubeydulle” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 107

Împêratorîya Osmanîyê di çarêka paşin ya sedsala XIXa da ketibû nava rewşeke pir giran. Ew di rûyê wê da bû, ku hêlekê va di şerê bi Rûsîyayê ra bin ketibû, di hêlekê va jî diha pir ketibû bin hukumê dewletên kapîtalîstîyê. Komên Tirkîyê yên serokatîkir bona rewşa xwe ya aborî xweş bikin, bacsitandin zêde kirin, zagûnên nû derxistin.

Xwesma xebatkarên navçeyên Împêratorîyê yên bakûr-rohilatê halê feqîrîyê da bûn. Di dema şer da li wira gelek gund wêran bûn, çandinî şewitîn, pez-dewar qir bûn. Bin “perda” şêr da binecî dihatine talankirinê. Ji bo nimûnê, ji binecîyên Hekarîyê malê bahê 4 mîlyon pîastira hildan, lê ji binecîyên wilayeta Erzurumê – diha zêde. Eskerên Tirkîyê “ji binecîya her tişt bi deynî hildidan”(1), lê pey şêr ra hukumetê ew sozdayînên xwe, ku tiştê hildayî li wan vegerîne, ne qedand.

Rewşa Împêratorîya Osmanîyê ya gelekî xirab bi krîza fînansîyê va diha kûr dibû, ku welat ji hev dikir, dibû sebebê wê yekê, ku karmend bertîla hildin, qanûnê biteribînin û ji ber wê jî aparata dewletê serobin dibû. Polîs û hemû kesên, ku bac hildidan, bi kîsî talankirina milet dijîtin. Cema pera ya mezin dikete destê wan, ku xezna dewletê hewcê wê bû. Talankarên hûrik dest yên mezin – paşa, xwedî-xudanên navça û mentîqa da zare-zar bûn.

Jihevçûna aparata dewletê gelekî xirab hukumî li ser bingeha textê sultanîyê – ordîyê dikir. Ew ordî hema bêje bi xwe serê xwe xwedî dikir. Konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê Yakîmanskîy 3ê hezîranê sala 1879a elamî baylozê li Sitembolê A. Lobanov-Rostovskî kirîye derheqa “rewşa gelekî xirab” ya korpûsa ordîyêye IVa, ku li Kurdistanê hatibû cîwarkirinê. Eskerên korpûsê sê sala zêdetir heq ne sitandine û gelek ji wana ji eskerîyê banzdane. Korpûs ji hal ketibû. Gelek taxbûr “dewsa kumên eskerîyê, postên mîya datanîn serê xwe” û hetanî solên wan jî tunebûn, çarix pê dikirin.

Yakîmanskîy serda zêde dikir, ku eskerekî korpûsê yê derecebilind “hêsir di çava da lava li gênêral-welîyê vira dikir, ku dewsa heqê temamîya çil meha pênc pîastira bidne her eskerekî bona ew bikaribin hema ji xwe ra titûnê bikirin”(2).

Di çend navça da eskerên, ku serokatî nikaribû “rewacên wan razî bike”, bi xwe bac berev dikirin, ya ku dibû sebebê xirabkarîya û destdirêjaya. Welîyê Hekarîyê Hesen paşa genimê dewletê yê zexîrê firote bazirgana û xapxapoka, ji ber wê jî bahê wî li sûkê bi carekê ra bilind bû.

Hela serbara serda jî, salên 1878 û 1879a korlixî bû, lê zivistana sala 1879/1880î ya sur-seqem û berfa pir çûyîna bi rêyên berbi çend navçeyên çiyayî dabû zehmetkirinê. Gelek gunda da xurek, genim têrê ne dikir. Rûyê axlêvê û kêmbûna alif da gelek heywan telef bûn. Xelayî kete erdê Kurdistanê, ji Wanê bigre hetanî Mûsilê, û bi gotina dîplomatê rûs Yûzêfovîç, ku li vira qesidî bû, ew yek dibû sebebê hêrsketin û tevlihevbûna”(3).

Konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê M.Yakîmanskîy berê da texmîn kiribû û hatibû ser wê bawerîyê, ku li Kurdistanê zûtirekê “rûyê xelayê û herwiha tayê û nexweşîyên jihevhildanê yên mayîn da, ku timê dibine sebebê bedbextîyê û nuxsanbûnê, wê tevrabûnên miletîyê yên mezin bibin”(4).

Xwesma koçer ji vê belayê zirarê ketin, yên ku ber hasileta malhebûna gundîtîyê va genim distandin. Heywanetxwedîkirên kurd tu cara zexîra wane zêde tunebû, ku halê hazir da serê xwe xweykin û timê jî demên awa da bêçare diman.

Ji navçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê besên derheqa wê yekê da dihatin, ku gundî mecbûr dibin “şînkayê û pincarê dixun”(5), ewana êrîşî li ser kîlerên nan û eskerên tirka yên cezakar dikin. Awa çend nimûne ji wan deng û besa: wilayeta Merdînê da 300 kurdên çekdar bona peydakirina xurek ji bo neferên malên xwe yên birçî, êrîşî li ser eskerên tirka yên ji êkspêdîsyona cezakirinê kirin û bi mêranî ber xwe dan. Hema tenê Merdînê da kurda 50 çewal ar bi destî zorê ji tucarekî nên hildabûn. Ewana bi neferên mala xwe va çûbûne ber derê wî, ar bar kiribûne ser kera û berê xwe dabûne malên xwe(6).

“Li Cizîrê û Mûsilê,- konsûlê Rûsîyayê li Dîyarbekirê M. Yakîmanskîy elamî baylozxana li Konstantînopolê dikir,- qet pirtî nan jî tune, tam xelayî ye; binecî goştê kera dixun, dest ji zarên xwe dikişînin û rojê hetanî 30 meriv ji dest birçîbûnê dimirin”(7).

Serokatîya Tirkîyê û tucarên vira, ku bi wê ra girêdayîne û nan bi bahê sê qat difiroşin, kîsî gundîyên feqîr û belengaz dewlemend bûne. Yakîmanskîy dinivîsî, mesele, ku berevkirên baca yên li Dîyarbekirê “berî pênc meha çewalek ar bi 70 pîastrî va firotine, lê niha naxwezin bi 500 pîastirî va jî bifiroşin û li bendê ne, ku qîmetê wî diha biha be”(8), ku karmendên Tirkîyê li Xarpêtê 30 hezar çewal ar bi bahê 120 pîastra firotine tucarekî vira (bihayê wî li sûkê 500 pîastir bû, lê yê dewletê 40 pîastir bû)(9).

Binecîyên birçî êrîşî li ser kîlerên êr û erebên bi xurek va barkirî dikirin. Mesele, dema tevrabûna gundîyên çarebirî êrîşî li ser 23 kelekên bi êr barkirî kirin û ew talan kirin, yên ku bi çemê Dicle ji Dîyarbekirê berbi Mûsilê diçûn.

Hal li Dîyarbekirê jî xirab bû.

“Kurd eşkere tirsa difirînin û gefa dixwin, ku wê kîlerên nên derevekin (bişêlînin),- Yakîmanskîy ji wira eşaretî dida…- Li qawexanekê, ku taxa bajêr ya here kesîb da ne, şev hetanî 100 kurd berev bûne bona ya xwe bikine yek seba êrîşî li ser firnên nan û wan mala bikin, li ku nanê zêde heye”(10).

Tirs kete dilê dîwanê û ewê ferman da ber derê xudankîlerên êr, ku piranîya wan berevkirên baca bûn, nobedarîya cendirma daynin. Ber dergê bajara jî hêwirgehên cendirma danîn, yên ku ne dihîştin, ku kurdên birçî ji der-dorê Dîyarbekirê bên. Firnên bajêr, eynî konsûl nivîsîye, “ji alîyê çîna birçî da hatîye dorgirtinê û tenê bi çavdêrîya cendirma turuş dikin nanê kefikî bifroşin”(11).

Ev jî bes nîbû, hukumeta sultanîyê dîsa jî wek berê bi destî zorê ji gundîyên belengaz bac distandin. Awa, desta eskerên tirk, ku şandibûne wilayeta Cizîrê, binecî talan kirin. Ji wana 6 hezar pîastir pere û gelek eşîya hildan ji bo pê wana eskerên xwe xwedî bikin. Îdî bi vê cema pera ya hindik va, ku eskera ji binecîya hildidan (ne axir bi 6 hezar pîastira wî çaxî serhevdu 12 çewal ar dihat), em dikarin bêne ser wê bawerîyê, ku feqîrtîya gundîya ser çi derecê bû.

Yakîmanskîy, ku rewşa li Dîyarbekirê û usa jî temamîya Kurdistana Tirkîyê qîmet dikir, dida kivşê, ku “kurd, ku ji dest xelayê û sur-sermê dizêre û serda jî ji hukumeta xwe tu alîkarî nastîne, bi nifira û hêrsa pir xwe davêje li wir, li ku dikare parî nan bi dest xîne”(12).

Li navçe û wilayetên cihê-cihê hertim serhildanên kurda tevradibûn. Payîza sala 1880î eşîretên kurda yên qeza Mazîdaxê (bi kurdî – Şemrax.- N. W.) rabûne tevgerê. Wana biryar kiribû îdî hew baca bidin. Weke 500 eskerî zêdetir ji Dîyarbekirê û Merdînê berê xwe dane Mazîdaxê. Wana hebûna kurda dişêlandin, gundên wan dişewitandin, bêwijdan ji heq-hesabê wana dihatine der. “Bawerbikî ji sê kurdên mazûdaxîya yek ji alîyê eskera da hatibû şêlandin,- Yakîmanskîy elamî Sitembolê dikir.- 3200 mî û 300 dewarên ji destê wana sitandî li Merdînê hatine firotan. Perên dizî jî di nav zabita û karmenda da hate parevekirinê; eşîyayên hûr jî ji eskera ra man”(13).

Pey şêlandin û zêrandina kurdên Mazîdaxê ra, esker berê xwe dane berbi Wanê, ku li wir jî milet ji dest xelayê serî hildabû (li Hekarîyê 10 hezar kes ji birçîna mirin, ku 98 %-ê wan kurd bûn)(14).

Hela hinek karmendên tirka yên derecebilind macbûr man pêşnîyar bikin, ku careke dinê vegerine li ser sîstêma bacsitandinê, da ku guhastina di nav da bikin û ardimîya bidne kurda, ku ew dema bacdayîna zirarê nekişînin. Serekê alaya Iê ya korpûsa IVa Fezlî paşa ji Dêrsimê elam dikir derheqa şerê giran yê di navbera eskerên hukumetê û şervanên kurda da. Têlêgrama wî usa bedew halê li wira şirove dike, ku hêjaye em wêya bi temamî raber bikin: “Serekên hukumetê ferman dane serleşkerên li gundê Bahê hêwirî, ku ji qezayên Melazgirê û Palûyê baca berevkin. Hema xût bi wê armancê jî gelek esker şandine gundê Daryayê. Binecîyên van gunda jî rabûne cengê, lê serekên wan berê hatibûne zindankirin. Şah Huseyn, kurê Dewrêş Elî, bi 200 sîyarîyên xwe va li wan dera qesidî, bangî gişka dikir dijî hukumetê serhildanê bikin, digot, ku decal wê ji bo baca gundên kurda kavil û wêran bikin. Ewî şêxî kurd didane qanekirinê, ku zêr û xişrên xwe veşêrin, pez-dewar bibine çiya û bighîjine wî bona bi tevayî ber eskera ber xwe bidin”(15).

Şah-Huseyn bi rêberîya 500 kurdên çekdar rê-dirbên Dêrsimê xiste bin destê xwe û bi berxwedaneke xurt va bi eskerên tirka ra kete qal û cengê. Tenê bi saya eskerên ji Melazgirê hatî ji eskerên osmanîyê ra li hev hat hêza kurda bişkênin. Lê ew serketin, ku bi zehmetîyeke mezin bi dest ket, hema bêje bergê tiştekî ne girt, ji ber ku leşkerên kurda yên çapik û çeleng dîsa zor didane eskerên hukumetê. Û Fezlî paşa di têlêgrama xwe da dihate ser fikreke rast: “Di van dema da şandina eskera bona berevkirina baca – ne di wextê da ne û gelekî bi xeter e”(16).

Welîyê Dîyarbekirê Izzet paşa, ku derheqa tevrabûnên li qeza wî da dibin, êrîşkirinên li ser tucarên nanfiroş û tiştên mayîn da elamî Sitembolê kirîye, derheqa “reng û dengê qewmandina yê şorişgerîyê da” nivîsîye. Yakîmanskîy, ku hindava xwe da derheqa qîmetkirina welîyê Dîyarbekirê da ji baylozxana Rûsîyayê ya Sitembolê ra nivîsîye, daye kivşê: “Qet sîya tevgera şorişgerîyê jî li qezayê xuya nabe; tenê nerazîbûneke mezin heye hindava serokatîya cî da.

Ecêb-nenerên cendirma, ku heqê xwe nastînin, rûyê birçîbûnê da ye; xût ew xelayî binecîyên belengaz mecbûr kirin rabine qal û cengê. Çiqas jî gazin û şikyat hebûn, lê dîsa jî dîwana cî îzin dida tucara ku ewana bi bêwijdanî, hovîtî çîna feqîr bizêrînin.

Gênêral-welî “tevgera şorişgerîyê” tenê ji bo wê yekê ber xwe derxistîye, ku dewlemenda û tucara efû bike, ji bo ew bi xwe jî bi wî awayî bê efûkirinê”(17).

Konsûl, ku ji gotina “şoriş” bizdîya bû, dîsa jî înkar ne dikir, ku li Kurdistana Tirkîyê halekî ciddî saz bûye û ew jî di rûyê wê yekê da ye, ku serekên bazirganîyê û derebegîyê tevî hukumeta sultanîyê û karmendên wêye xwefiroş û kupkupe milet talan dikin.

Hevalbendê Yakîmanskîy, cîgirê konsûlê li Wanê Kamsarakan jî ser wê bîr û bawerîyê bû, ku sebebê xelayê “bêxemîya serokatîya cî ya gunehkarîyê ye”(18).

Ne tenê eşîrên kurda yên li Împêratorîya Osmanîyê bi sîyaseta hukumetê û derebegên cî ra ne razî bûn, lê ew nerazîbûn derbazî kurdên Îranê jî bû.

Hinek eşîret bi hêvîya, ku rewşa xwe ya aborî bidne pakkirinê, revîne Rûsîyayê.

Rewşa kurdên belengaz di dokûmênteke serokatîya wilayeta Êrîvanê da zelal tê ber çava. “Her sal,- di wê da dihate gotinê,- bi destpêbûna baharê ra gelek xelqên Farizistanê û xwesma kurd, derbazî wilayeta Êrîvanê dibin.

Xwesma îsal ji rûyê xelayê da kesên ji mentîqên Îranê yên ser sînor pir tên.

Awa, ji bo nimûnê, gelek xelqên Îranê ji dest xelayê hatine qezeya Naxçiwanê jî. Ew kesên bê cî û war û bê pere, yên ku rûyê halketinê da nikarin kar jî bikin, xwe dane bin siya darekê, an jî xwe sipartine sûrekê û li kolana bê xwedî mane; gelek ji wana nexweş dikevin û dimirin…

Bilî wê, gelek kurd dihatine qezeya Surmelîyê jî, û ewana jî hewcê parî nan bûn…”(19).

Lê qet xema karmendên padşatîya Rûsîyayê nîbû, ku alîkarîya kurdên belengaz bike, û welîyê wira bi hîvîkirin berbirî serwêrtîya sereke ya Kavkazê bû, ku ji Pêtêrbûrgê ra bêje, da ku ew hukumeta Îranê hayadar bike bona pêşîya van cîguhastinên kurda bigre. Ev daxaz pêk hat – nota anegor şandine Tehranê, û serokên sînorparastvanên Îranê ferman sitandin, ku bi her awayî pêşî li van xweserîtîya û cîguhastina bigrin.

Nerazîbûna eşîretên kurda ya ji sîyaseta serokatîya Tirkîyê û Îranê ya talankarîyê, ji alîyê derebegên cî da hate bikaranînê.

Îdî di payîza sala 1878a li navçeyên Hekarîyê, Botanê û Behdînanê hinek eşîretên kurda destbi serhildana kirin. Bingeha wê li Cizîrê bû. Konsûlê Rûsîyayê yê sereke li Erzurumê derheqa van serhildana da di malûmatîya xwe ya ji baylozê li Sitembolê ra şandî da nivîsîye, ku ew “bi wê yekê va tê şirovekirinê, ku kurd dixwezin serxwebûna xwe li xwe vegerînin, ku dema Bedirxan da hebû û wê demê sultan Mehmûd li ser hukum bû, lê niha şerê buhurî nav-dengê hukumê tirka êxistîye û ew sist bûne”(20).

  1. ASDR, fond 30, dokûmênt 1566, belge 4. Malûmatîya konsûlê berê li Wanê ya bi tarîxa 29ê nîsanê sala 1880î.
  2. ASDR, fond 30, dokûmênt 1798, belge 33-34.
  3. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 15, dokûmênt 10, belge 52. Malûmatîya karmendê dîplomatîyê Yûzêfovîç derheqa seredana wî ya sala 1881ê li Tirkîya Asîyayê.
  4. ASDR, fond 30, dokûmênt 1799, belge 15. Malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 18-ê sibatê sala 1880î.
  5. Dîsa li wir.
  6. Dîsa li wir, belge 16. Malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 2ê adarê sala 1880î. “Kîlê” (an jî “kîlya”) – çapa giranîyê, ku weke 400 kîloya ye.
  7. Dîsa li wir, belge 9, malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 9ê sibatê sala 1880î.
  8. Dîsa li wir, belge 10.
  9. Dîsa li wir, belge 17. Malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 2ê adarê sala 1880î.
  10. Dîsa li wir.
  11. Dîsa li wir.
  12. Dîsa li wir, belge 18. Malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 2ê adarê sala 1880î.
  13. Dîsa li wir, belge 98. Malûmatîya M. Yakîmanskîy ya 9ê oktobir, sala 1880î.
  14. ASDR, fond 30, dokûmênt 1566, belge 1-13, 21-23. Malûmatîyên konsûlê Rûsîyayê yê berê li Wanê K. P. Kamsarakan ji bo serwêrê baylozxana li Sitembolê M. K. On yên 11 û 29ê nîsanê, sala 1880î.
  15. Jêdera malûmatîya M Yakîmanskî ya 20ê hezîranê, sala 1880î (ASDR, fond 30, dokûmênt 1799, belge 65).
  16. Dîsa li wir.
  17. Dîsa li wir.
  18. ASDR, fond 30, dokûmênt 1566, belge 3. Malûmatîya K. P. Kamsarakan ya 29ê nîsanê sala 1880î.
  19. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 5, dokûmênt 6568, belge 2. Malûmatîya welîyê Êrîvanê ji bo serekê serwêrtîya qaymeqamê Kavkazê, 24ê çirîya pêşin sala 1880î.
  20. Jêdera gorî P. Î. Avêryanov, Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 226.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev