Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 107an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 107

 

DOST Û PISMAM,

NEYAR Û DIJMIN

 

=Lêv ji dirana pêştire.

 

=Destê tenê,

Deng jê nayê.

 

=Dijminê bê derew

Ji dostê bê şeref çêtire.

 

=Lê ketî,

Pê ketî.

 

=Tu ne yar î,

Tu neyar î.

 

=Mastê payîzan

Bidin ezîzan,

Şîrê baharan

Bidin neyaran.

 

=Nan bide nandaran,

Deyn bide deyndaran,

Lê rû mede bêwaran,

Dil jî nede neyaran.

 

=Xerîbî ne tu çek e,

Çeka xerîbîyê bejna xwe neke.

 

=Mirîşk ket ji darê,

Rûvî hate hewarê.

 

=Xirava ra meve rêwî,

Merîyê xweyî esil jî dikine sêwî,

 

=Xirava ra neçî ser xêran,

Tuyê pêra bivî rebenê dêran,

Axirê canê xwe bidî ber kêran.

 

=Xizmtî germe-germ,

Dijminatî nerme-nerm.

 

=Celo bike serok,

Bibarîne teyrok.

 

=Hate cîyê min,

Rabû rûyê min.

 

=Teyr xweş e bi refê xwe ra.

 

=Kîjan tilîyê jêkî,

Xûnê jê bê.

 

=Bona xatirê xweyî,

Meriv kevir navê seyî.

 

=Ceger gura har e.

 

=Silav li parîyê hazir e.

 

=Mamino – ji mino.

 

=Zar dê da êtîm dibe,

Bavê da êtîm nabe.

 

=Dost serê mêriv dinhêre,

Dijmin lingê mêriv dinhêre.

 

=Pismamê mêriv bibe kevir

Çoka meriv nakeve.

 

=Kurê gura,

Merivan ra nabe bav û bira.

 

=Bûka xalê – delalîya malê.

Bûka metê – agirê qiyametê.

 

=Meriv gazinan li merivê xwe dike.

 

=Dar berê xwe va xweş e.

 

=Dewê xweyî cêribandî

Nede mastê xelqêyî necêribandî.

 

=Def jî ya me ye,

Dewet jî ya me ye.

 

=Yekî xerazî, yekî berazî,

Hev ra bûne xal û xwarzî.

 

=Qirikê kilam got,

Dilê beqê sot.

 

=Gîha ser koka xwe şîn dibe.

 

=Perîyê xweş têke devê merîyê xwe,

Xebera xweş têke devê neyarê xwe.

 

=Xal xwarzîyan ra dike,

Ap birazîyan da dike.

 

=Cenû bê fela,

Xwerzî bê xala.

 

=Kurmê darê ne ji darê be,

Zewala darê tune.

 

=Dest dest dişo,

Herdu dest ser çav dişo.

 

=Ku diz ji malê be, dikarin

Ga ji kulekê ra jî derxin.

 

=Se goştê sê naxwe.

 

=Deve çiqas dûrî hev biçêrin,

Dîsa guhê wan ser hev e.

 

=Çiyayên zozanan bilind in.

 

=Mîna gulla ez hingavtim.

 

=Merivatî germe-germ,

Dijminatî nerme-nerm.

 

=Meriv xirabîyê çev nade hev.

 

=Kêderê dudê xwe dibêjî,

Wêderê jî yeke min bêje.

 

=Pirra-pirr,

Hindika-hindik.

 

=Serê navçîtîyan

Hertim dişkê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev