Pirsa we û bersîva me – 48

Pirsa we û bersîva me – 48

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernaê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye.

Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya xebatkarên redaksyona malpera me bersîva pirsekê ha da:

 

Pirsa Dewrêşê Dirbas û Nura Şane me

Pirs: Min li cîyekî xwend, ku kovara kurdî a pêşin ku bi herfên latînî çap bûye (kovara Hawar) di hejmareke xwe a salên pêşin da behsa rojnameya kurdî a pêşin ku bi herfên latînî çap bûye (rojnameya Rya teze) nivîseke Celadet Bedirxan belav kirîye. Gelo hûn dikarin wê nivîsê bibînin û di rûpelên malpera xwe da çap bikin?

Bersîv:Belê, em dikarin bersîva wê pirsê didin. Lê em dixwezin bêjin ku ew nivîs ne bi navê Celadet Bedirxan derketîye, lê bi naznavê wî – Herekol Azîza çap bûye.

Gava kovara kurdî ya delal “Hawar” sala 1932an destbi weşana xwe dike, çend hejmarên “Rya teze” û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji wan ra tê şandin. Kovar hejmara xwe ya 8an da (sala 1932an) nivîsa Celadet Bedirxan (bi naznavê Herekol Azîzan) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

Rast e, “Hawar”ê bas ne kiriye (û rast jî kirîye), ku kê ew hejmarên “Riya Teze” û pirtûkên kurdî ji Yêrêvanê ji wan ra şandine, lê em zanin ku ew Hecîyê Cindîyê nemir bûye û bona wê yekê dewletê ew girt, kire hebsê. Rast salekê ew di zindana Stalînîyê da ma, lê kubar bû, ku bona wî karî li wir maye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev