ÎRO DEM E, EZ BI QURBAN

ÎRO DEM E, EZ BI QURBAN

Dilê Xaylaza helbestavan bo Rêfêrêndûma Kurdistanê wek dayîkê, wek helbestvanê, wek jinê, wek welatparêzê, wek zarê, wek xanimê lê dide!

Xaylaza Reşîd

 

Bêxweyî em dinê geriyan
Qudûm ketin û em westiyan
Bi hezaran şehîd me dan
Bo azadîyê, ey Kurdistan.

 

Sêwî ber dîwara dimrin
Hestûya erdê va dihêrin
Qure, qure me dinêhêrin
Û dibêjin ”haydê” herin.

 

Û em diçin, diçin û diçin
Hinek rê va dibehecin
Hinek avê da roda diçin
Heya kengê, em ê ha biçin?.

 

Xerîbîyê da zar e zar in
Dê û ewled hev digerin
Hinek hebsa da dinalin
Êşê ra em her heval in.

 

Îro dem e, ez bi qurban
Mil bidne mil, dest bi destan
Bistirên eşqê, şîrin hestan
Bo Rêfêrêndûma Kurdistan.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev