Serhildana Agiriyê û Çîroka Malbata me

Serhildana Agiriyê û Çîroka Malbata me

Yaqûb Kurmanc


Malbata me ji êla Celaliya ye, ji bera Bilxika.

Dema serhildana Agiriyê de bera Bilxika yek ji wan beran bû ku li herêma Makûyê tevlî şoreşê bû û gelek mêrxasên wê jî di serhildana Agiriyê de şehîd û sirgûn bûn.

Dema ku Şahê Îranê û dewleta Tirkiyê yekîtiya xwe xurt kirin. gellek nemirovahî derheqê Kurdan kirin û bi hezaran kes di şoreşa Agiriyê de şehîd bûn û bi hezaran malbat jî koçber (sirgûn) bûn. Yanî eger Şahê Îranê Riza Şahê Pehlewî ew xiyaneta derheqê Kurdan nekiriba belkî gelek kes bikaribûna xwe rizgar bikin.

Piştî têkçûna şoreşê Şahê Îranê li tirsa ku şoreş dîsa serxwe bigire û kurd dijî her du dewletên dagirker şer bikin, dest bi koçberkirina (sirgûn) Kurdan kirin, ku malbata me jî di nav wan malbatan bû ku Şahê Îranê sirgûn kiribûn, wê çaxê rehmetiyê bavê min wan zarok bûn ku derdê koçberî kişandin.

Piraniya wan malbatan koçberî parêzgeha Qezwîna Îranê bûn.

Lêbelê malbata me tevî gelek malbatên din jî koçberî devera Ehera ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê ango Tabrîzê bûn. Malbatên sirgûnbûyî gelek zext û zor kişandin û mixabin gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan û gelek malbat jî asîmîle bûne û êdî bi zimanê kurdî napeyvin.

Divê bê gotin ku kurdên koçber yên Qezwînê çand û zimanê xwe ya Kurdî baş parastine û hê jî bi zimanê zelalî Kurdiya Kurmancî baş xeber didin.

Dema ku îlan kirin ku wan malbatên koçber dikarin dîsa vegerin cih û warên xwe, malbata me yek ji wan malbatan bû ku dîsa vegeriyan Makûyê. Dema ku hatibûn bajarê xwe , Azerî ango Eceman hemû milk û mal û erdê Kurdan zevt kiribûn û kurd neçar mabûn riya çol û çiya bigirin ber xwe û tevî hemû zehmetiyan li wan deran jiyan derbas dikirin.

Heke di dema îroyîn de li herêma Makûyê Azerî serdest bûne, bizanibin ku dema ku serhildana Agiriyê têkçû, zilm û zordarî û kuştin û koçberkirina Kurdan bû sedem ku hêz û rayedarî bikeve destê wan.

Li ber ewqas nemirovahiyên ku derheqê Kurdan kirin, lê dîsa hejmara Kurdan li Makûyê zêde bûye û hem li bajêr hem jî li derûdorê û gund û bajarên herêmê kurd hene û jiyanê dikin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev