Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -17

Berhemên Qedrî Can di ”Hawar”ê, ”Ronahî”yê û ”Roja Nu” da -17

Xwendevanên delal, wek me hûn agahdar kiribûn, em nivîsên nivîskarê me yê binavûdeng Qedrî Can, ku wî di rûpelên kovarên Hawar û Ronahî, rojnameya Roja Nû, herwiha yên din da çap kirine, wek rêzenivîs raberî we bikin.

Îro em berhemeke folklorî ya Qedrî Can ku di hejmara 13an a kovara Ronahî da çap bûye diweşînin.

Amadekara vê beşa rêzenivîsê ya malpera me nivîskara me Nura Şane ye. 

Amadekar: Nura Şane

 

Roviyê Xapînok

– Ji Folklorê –

 

Roviyekî defek kir stoyê xwe, li ber kûna xwe sekinî, li defa xwe dixist û digot: (Xebereke mezin… Daweteke giran… Pronivîseke ecêb… Lîskê mişkan… Şerê kwîsan… Stranê şalûlan… Rabin! Rabin! Vê rasthayiya zengîn û rengîn winda mekin, werin, werin… (ding û ding… ding û ding). Derbasbûna mirîşkan û kewan belaş e, rabin… rabin…).

 

Kewek bi ferûçkeke mirîşkan xwe li deng girtin û hatin. Kew ji ferûçkê re got:

– Were, em derbasî vê dawetê bibin, ji bo ko bê pere ye.

 

Gava derbas bûn, rovî got:

– De werin, werin, ez we bixwim. Hon ketin dava min.

Kew û ferûçkê dest bi girî kirin û li ber rovî geriyan, gotin:

– Apê rovî, di me bibuhûre!

Rovî got:

– De, îro xem nake, taştê û şîva min heye, ezê sibehê we bixwim,- û rovî kevirek danî ber kûna xwe û çû gerê.

Kew û ferûçkê bi nikulên xwe kevir wergerandin, derketin û reviyan. Vê car ferûçkê ji kewî re got:

– Êdî nema em tên xapandin!

 

– Xwendina Kurdî 1938, Rûpel: 45.

*Ronahî, Hejmar: 13, sal: 1943. Rûpel: 8-10.

 

P.S. Ji alîyê Redaksyona Riataza da:

Ev berhema Qedrî Can a ji vê rêzenivîsa me a dawî bû. Emê hewil bidin berhemên nivîskarê me yê mezin peyda bikin û çap bikin bo wî herdem di dilê xwe da zindî bihêlin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev