Xetên hesrettijî û evînrêj

Xetên hesrettijî  û evînrêj

Fermo, vê carê jî ji van xetên helbestvanê me yê hezkirî zewqa zimanê kurdî, nazikaya evînê û bêhna welatê xwe hîs bikin

Yucel Aslan

¤¤¤

Xwedê berê xwe daye
Paşê jî ez dame
Loma navê wî Xweda ye
Navê min jî Ezda ye
De hûn bigerin nav zimanên biyanî
Ev mînaka li ku heye?

 

¤¤¤

Min pir dereng fem kir
Duçerxeke min jî hebûye
Çerxeke wê dinya
Çerxa din dewran bûye
Ez gelek caran erdê ketime
Haya min jê tunebûye…

 

¤¤¤

Gelek mirov evînê cerm da digerin
Gelek evînê berîkê germ da digerin
Lê ew nizanin kesên evîndar
Destekî germ, dilekî nerm da digerin.

 

¤¤¤

Bixebite
Tevdîr bike
Lê texîr neke
Rabe serxwe
Taloq neke
Texdîr bike
Tu carê texsîr neke.

 

¤¤¤

Dayê porkurê
Ev dibe çend car
Rayberên xayîn rê nîşanî wan didin
Karxezalên Çiyayê Dêrsimê
di nav agirê zilma wan da dişewitîn
Dîlber û Gulîzer jî xwe ji ber zilma wan
diavêjin Çemê Munzirê.

 

¤¤¤

Ez çi bikim text û qulixên we yî bilind
Sitêrkên bêhemd xwe dane sermila
Tenê qelem û kaxizek besî min e
Çarmêrkî rûnêm li ser carcîm û cila
Kes nikare vê qelemê û vî kaxizî ji min bistîne
Lê hûn haj kursiyên xwe hebin, yê bikevin
Bes yek tenê carekî we bigre bihejîne.

 

¤¤¤

Zilamên ter û can saxî kirin çal
Bê dê û bê bav hîştin zarokên tifal
Navê vê rûreşiyê jî danîn enfal
Dema dibe tîrmeh li asîmana
heşt hezar çira vêdikevin hersal
Dibin sitêrk rê nîşanî me didin
Ji bo neqewimin enfalên din.

 

¤¤¤

Roja min
Bêyî te
ronahî xwe nade
van deran
Tunebûna te
min dişewitîne
mîna pirêzeyên
piştî bêderan.

 

¤¤¤

Ez ê îşev hildim zend û bendê xwe
Hêkeleke te li ser Girê Zorava
Yekî li ser Girê Spî
Yekî jî li ser Girê Miştenûrê çêkim
Wekî din jî, te dilê her kurdekî de
hêkelek çêkiriye bi dest û hestên xwe
Kî dikare hilweşîne bila bêminet be bavê xwe.

 

¤¤¤

Agirî çima dîsa li ser serê te
mij û dûman heye
Hemberî xwe binêre
çiyakî ji te mezintir dîsa heye
Rast e tu roja tengasiyê de
ji me re dibî war û star
Lê wî jî daye me Mem û Zîn
Aqîda Îmanê û Nûbihar.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev