LI PARLAMENA SWÊD KONFERANSEK LI SER REFERANDÛMA KURDISTANÊ PÊK HAT

LI PARLAMENA SWÊD KONFERANSEK LI SER REFERANDÛMA KURDISTANÊ PÊK HAT

Civîn ji aliyê serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed Keya Îzol va vebû. Bi serpereştîya Mardîn Hêja Baban va hate birêvebirin.

Konferanas ji du beşan pêk hat. Di beşa yekem da referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê hate guftûgokirin û van kesan fikirên xwe gotin û piştgirîya Kurdistaneke serbixwe kirin: şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Xaled Salih, rojnamevan Martin Schori, ji partiya Sosyaldemokratan parlamentera Kurd Lawen Redar, ji partiaya Lîberal Fredrîk Malm.

Di beşa duyem da jî nûnerên Partiyên Swêdê wek ji Sosyaldemokratan Anders Ostberg (S), ji partiya Lîberal Birgitta Ohlssan (L), ji partiya Çep Yasmine Posio Nilsson (V), ji partiya Moderatan Margareta Cedefelt (M) û ji partiya Demokratên Xirîstiyan Sofia Damm (KD) axivîn û nûnerên hemû partiyên parlamena Swêd pistgiriyên xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan.

Civîn ji aliyê Liberalên Swêd û Federasyon Komeleyên Kurdistanê li Swed va hatibû amadekirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev