DAPOŞÎ

DAPOŞÎ

Xwendevanê me ji me ra dinivîse, ku wî ev helbest bi taybet ji bo malpera me nivîsîye û hîvî dike ku em çap bkiin.

Em jî dibêjin, bêy hîvîkirin emê çap bikin, ji ber ku em qîmetê didin helbestên xweş.

 

Emre Mûhargînî

Xwedê heye an tune ye

Her li ser nîqaşek heye

Ev e mijarek dûr û dirêj

Girîngiya xwe parastiye

 

Hin dibêjin:

“Bi teqezî Xwedê heye

Nîşana wî li her derê ye

Ger ku tu nenêr û nebînî

Nexwe çavkorî ya te ye

 

Vê gerdûna bêser û bin

Afirandiye bidirêj û kin

Heke ku ew nîn bûya

Wê kê saz bikira ji bin

 

Binêrin li hemû pirtûkên pîroz

Tevî diparêzin yek daw û doz

Afirînerê hemû gerdûnê ew e

Însan afirandiye ji xweliya boz”

 

Hin jî dibêjin:

“Ger ku Xwedê bi rastî hebûya

Wê hewqas qirêj bûya ev dinya

Bi vê alozî, geremol û tevliheviyê

Wê bihişta berhema wî qirêj bibûya

 

Ger ku gerdûn berhema wî be

Û bi hezara kulekî tê de hebe

Ev çi Xwedayek xerîb e ku

Hertiştî bi dil û destê wî be

 

Ku wî wek xelîfe bijartiye însan

Wan şandiye ser rûyê ev cîhan

Ma çi biryarek şaş û çewt e ku

Bi destê wan belav bûn êş û jan”

 

Nîqaş her wiha didome

Rewşa wan e bi bêlome

Ev e çewtiyeke dijwar

Avê dinirxînin wek ku rom e

 

Her yek bi nava xwe têr e

Bersiva wan bi wan zêr e

Lewra ev e rastiyek mutleq

Herdem ji bo wan bikêr e

 

Gelo Xwedê me afirandiye

Yan na me wî wehandiye

Li ser vê mijara layş û xumam

Mirova her dilan şikandiye

 

Heke ku Xwedê me afirandiye

Çendan pêxember j’mer şandiye

Ne dibêje hemû mirov wekhev in

Vêca çima me ji hev veqetandiye

 

Ger ku me Xwedê vehandibe

Bi habûna wî xwe xapandibe

Ma ne heyf e ji bo efsaneyek

Hewqas mirov hev şikandibe

 

Dîn û doktrîn û bîrdozî û dîtane

Xwedê heye an tune ye kî dizane

Divê ku armanc û mebest ev bin

Xweşbînî û giramî û rêznîşane

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev