Ber bi bûna serxwebûnê ve…

Ber bi bûna serxwebûnê ve…

Ev keça delal ji Qamişlokê ev nivîsa delal ji malpera kurdî a delal ra şandîye. Em jî delalîyan nakin û wê bi dilekî delal çap dikin.

Vê nivîsê bixwînin û bizanibin ka dijminên me bi dehan salan çawa bi cihanê derew kirine, ku zimanê kurdî têra nivîseke dagirtî nake.

Bira ew kurd jî vê nivîsê bixwînin, ku dibêjin: -Kurdî têrê nake ku ez fikirên xwe rave bikim, lema ezê bi tirkî bipeyîvim. Kurdên wisa wê fêm bikin, ku ne ku kurdî têrê nake, lê kurdîya wî têrê nake.

Bêwar Brahîm

De bibarin, gulbarînên xewnên bayê azadiya stûxwar bibarin, ewrên payizên stewr bikin payizxêr û payizokên nexêr û şînkêş ji ser gewriya dayikên şehêdan vemrînin… Heyfa salên mêratmayî û xwîna paşmêr û xweşmêran ji kezeba xaka dijminana hilînin. Dem nema li benda demê bihêlin û saloxên birînên şiyar û xilmaşbûyî ji nava ronahiya berbang û elendan birevînin û li wan saloxan guhdar bikin, bê çawa nejbîrî û bîrhatiyên xembar di hundirê herikîna xwe de veşartine, dikin û nakin ne dimrin û ne têne derman kirin, xum xum û xirîna mirinê di gewriya wan de asê mane. Mane em bûn xwediyên sedên şoreşên têkçûyî û beravêtî bê ku em bibin tobedarê radestiyê? Mane em bûn xwediyên tivingên lûlik germ û tûrikên tûtinê di himbêza çiyayên serhişk û palpişt û wefadar de? Destpêk rabirdûye, rabirdû dîrok e û dîrok bingehtirîn bingeha avakirina welatan e. Dîroka me ne sexte ye û ne derew e, ne mijgirtî ye, ne çêkirî ye, ne xulî ye, ne dûmangirtî ye… Muhra Dîroka me ji qoqên ûcaxên kurdayetiyê çêkirî ye, bi xwîna hezarên şehîdên pakrewan nivîsandiye.

Ey neviyên Rojê, Ala serxwebûnê li ser bedena dozê hatiye çandin, al ala ye, ne nizim dibe ne bin pê dibe, ne dişke û piştşikênandî dibe.

Bibin baskên azadiya wê da sênga azmanê gerdûnê himbêz bike. Ev gerdûna xapînok yên ketî dikin pir in derbas kirin û yên serketî dikin mîrên mîrnişînên buhiştî.

Min ji bavê xwe yê not salî re got, tu çiqasî xwedî şans î, xewna ku te em li ser fêr kirin vaye bi cî dibe û tê bi çavê serê xwe bibîne, giriya û got:

– Ya Xwedê ku ez bibînim û êdî mirin heq e.

Yabo, destê ku destê xwe dirêjî destê nimêjkirinê kiribe dê destê Xwedan li ser destê wî be, rê û rêbaza ku te berê me da meşa li pey pêvajoya wê û te keda xwe li me heram kir, heke em ji pey wê rê û rêbazê vegerin niha ber bi dewletbûnê ve dimeşe, dewlet tev lêbûne yek lê ew her dimeşe ranaweste bi yek deng û yek qêrînê belêkirinê bilind dikin yan mirin yan serketin.

Yabo, em ji roja palpiştiya rêfêrandomê vegeryabûn, me hê xwe ji toza bênderên Enteriyê daneweşandibû, te em yek bi yek himbêz kirin û dîsa tu giriyayî û te got:

-Çiqasî bihna toza serxwebûn û azadiyê xweşe!

Di wê rojê de ez rastê xortekî çekdar hatim bi cilên xwe yên leşkerî bi çend hevalên xwe re milet diparastin, dirûvê wî çekdarî di bîra min de hatibû kolandin, min lêdanek baş ji lûlka tivinga wî xwaribû di pêşwaziya me yî ji cenazê pêşmergeyekî pakrewan de, min xwest ez hestê wî nas bikim bê çi cudahî di navbera lêdanê û parêzvaniyê de heye? Ez nêzîkî wî bûm, çixare ji çixarê vêdixist û xwêdanekê lib girs ew girtibû, min silav kir û jê pirsî:

-Ala serxwebûna Kurdistanê li ser milên milet ronîdayî be xweşe, an di bin piyan de ji hevçirandî be xweşe? Tu bi lêdana milet an bi parêzvaniya wî serfirazî?

Bê deng ma, çixareyeka din ji çixara xwe vêxist û hilmek kûr jê kişand, min lehiyeka bi hêrz ji hêsran ku di gewriya wî de asê mabû dît, li ber xwe dida ku ew lehî serî jê nestîne, hevalê wî got:

– Serxwebûn ji Başûr re ye!

Bê ku li min mêze bike, bersîva hevalê xwe da:

– Kî di şahiya birayê xwe de dilşad û kêfxweş nabe? Birayê ku xwe ji zordariyê felat bike wê destê alîkariyê dirêjî tevahiya birayan bike. Min hêviya vê bersîvê ji lêdankarê xwe nedikir, lê di hinavê xwe de ez şadûman bûm.

Mirovên li ber kaniyan niştecî dibin tî nabin, serxwebûn ji başûrê Kurdistan re ye, çem di navbera me û başûr de ye, çem comerd e, tîbûna me ji al û alalên serxwebûnê rewa dike, çem ne çemekî normale, ne aveka xeware, ne keviyên bi kortale, çem çemê Dicle ye, li vî rexî û li wî rexî dê hespên şînboz ji kinarên bêmiradiya salên dastanên kelogirî ber bi Ava mezin ve bibezin û şîhîna her dastan û efsaneyên bê mired bi fîqên hawarhatina çiyayên miradan re bilind bibin.

Yabo, şiyariyê li demjimêrê bike, çend rojin, çend demjimêr û xulekin di navbera xewnê û rastiyê de. Qedera me bû ku buharên xelkê ji dilgirtinê re bin û yên me ji ceng û kuştinê re bin, lê dem hat ku ev qeder ji ser aniya me jêbir bibe, payizên me bibin buhar û buharên me bibin buhuşt, çavdêr be û guhan pêl bike, bi destûra xwedayê mehreban û dilovan di nêzîktirîn dem de piraniya komar û dewletan dê bejna xwe li ber dewleta Kurdistan bitewînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev