MIRINA GAVANEKÎ Û ENCAM

MIRINA GAVANEKÎ Û ENCAM

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner/nivîskar

Li Kurdistanê hin pîşeyên kêmrûmet hene ku zêde kurdên xwedîerd xwe lê nakin xwedî, hin ji wan ev in: gavantî, şivantî, pirûdtî, qeraştî, rêncbertî, çêkirina zembîl û selikan û hwd…

Lê belê di meha gulan û hezîranê de dema gundiyên Kurdistanê dikevin karê xwe yê hildana berê salê, eger gavan, an şivanê wan nexweş bikeve yan bimre, gundî tev pir perîşan û şerpeze dibin, her kes heyirî dimîne ka wê çewa xwedîtî li sewalên xwe bike.

(Çendî ku li Kurdistanê demekê şivantiya qaz û şamiyan jî hebûye, lê min bi xwe nedîtiye û negihame wê demê. Tenê ew behs di çîrokên Folklora Kurdî de têne dîtin).

Bêguman diyar e ku mirin zagoneke xwezayî ye û wê hemû zindiyên heyî bi wê riyê ve herin. Lê mirina hin kesan xisareke mezin dide civatê, weke ya gavan, şivan, rîspî, mele û hwd.

Di civata Kurd de hin kes hebûne û hene ku hertim terazuya dengetiyê ragirtine û radigirin.
Lê Kurdên ku zêdetir li bajaran dijîn, ji ber ku bi çavên xwe nabînin, rind bi meselê nizanin.

Bêguman pir kesên hêja hene ku hertim di nava gundiyên Kurdistanê de wek dadmendekî adil bi derd û gelşên civatê re lipikdar in. Weke rîspiyên civatê, mela, şêx, axe, siyasetmedar, rewşenbîr û kesên ji vê babetê.
Çendî ku di nava van kesên ku nasnavê wan hate gotin, dibe ku hinên dilnepak hebin jî, lê ew çu car nepakiya xwe nagehînin asta dijminatiyê. Bi sedê salan e ku Civata Kurd, bê ku dewleteke xwe ya siyasî hebe, li gor toreya xwe ya nijadî ji aliyê van kesan ve hatiye îdarekirin.

Di van waran de, ez dîdevanê gelek rûdanan im ku dema yekî gundî lêbanîna bi gundiyan re nedikir, sezayê ku didanê, veqetandina pez û dewarên wî ji kerî û garanê bû. Îcar wî kesî pez û dewarên xwe dixist nava hevûdu û dibir çêrê. Çêrandina pez û dewaran jî bi hev re, pir zehmet e. Lê wî kesî sezayê xwe dikêşa ta ku ew dema jê re hatiye kifşkirin biqediya.

Eger rewşenbîrên me karibin xwe bigehînin wê asta giring a di nava civaka me de û ku li wê gorê tevbigerin, bêguman wê bi hêsanî karibin gelş û sergêjiyan çareser bikin. Yanena, wê çêkirina hevîrê teştê hêj berdewam be.

Xwedayê mezin alîkarê neteweyê Kurd be, wî ji tofan û siqûmatên mezin biparêze… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev